‘Divê têkoşîn tenê ji girtî û malbatên wan re neyê hiştin’
- 09:02 9 Îlon 2024
- Hiqûq
Gulîstan Gulmuş
AMED- Parêzer Zeynep Karayilan da zanîn ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her diçin zêde dibin û wekî mînaka herî dawî jî ‘girtiyên nexweş ên i girtîgeha Tîpa F ya Kurkçukarê ku 3 salin nikarin biçin nexweşxanê’ da.
Li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê polîtîkayên tecrîdê wek îşkenceya sîstematîk li dijî ser girtiyan tê pêkanîn. Li dijî polîtîkayên tecrîdê dem bi dem çalakî pêk bên jî binpêkirinên mafan ligirtîgehan didomînin. Girtiyên nexweş bi hincetên cuda nayên tahliyekirin û girtî ji mafên tenduristî û jiyanê bêpar tên hiştin. Rêvebera Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê parêzer Zeynep Karayilan der barê rewşa dawî ya girtîgehan de axivî.
‘Pêşiya civakîbûnê digirin’
Zeynepê diyar kir ku herî dawî li girtîgeha jinan a Amedê serlêdan kiriye û wiha got: “Girtîgeh ji bo jinan pir zor in. Li girtîgehên jinan personel jinin lê di pêkanînan de zîhniyet ya mêr e. Di ketin û têketinan de lêgerîna tazî tê ferzkirin. Pedên hîjyenê nadin jinan. Tenê pedek tê dayîn. Lê ped qet ne bi kalîten e. Jin nexweş dikevin. Xwarin nebaşin. Di demên dawî de jehrîbûn zêde ye. Desturê nedin qadên hvpar, sohbet û sporê. Qurs hene lê qursan jî di saetên ku hevdîtinên malbatan de, pêk tînin.”
‘Li girtîgehên Tîpa R pêkanînên dijmirovî’
Zeynepê bi lêv kir ku li girtîgehan gelek girtiyên nexweş hene û yek jî nikarin xwe bigihînin mafê tenduristiyê û wiha bi lêv kir: “ATK raporên ‘dikare girtî bimîne’ dide girtiyên nexweş û girtî nayên tahliyekirin. Rewşa wan jî her diçe giran dibe. Li girtîgehan lêgerîna tazî û lêgerîna hundirê dev tê kirin. Girtiyên vê qebûl nakin nahêlin biçin nexweşxaneyan. Li gelek girtîgehan randevuyan davêjin dîrokek dur û girtî nikarin biçin derman bibin. Li girtîgehên Tîpa R gelek girtiyên nexweşên giran hene. ATK raporên dikare girtî bimîne dide û girtî vedigerin girtîgeha ku veguheriye qada îşkenceyê.”
‘Li girtiyê ku ji cilên xwe yên kevn mînder çêkiriye lepirsîn’
Zeynepê diyar kir ku yek ji mijarên din ya girîng şewitandina înfazan û taloqkirina berdana bi kontrole. Zeynepê wiha domand: “Girtiyên dîroka wan ya ‘bi şert berdan’ hatiye ji aliyê lijneya îdarî û şopandinê ve bi pirsên ‘tu poşmanî’, ‘der barê Abdullah Ocalan de çi difikirî’, ‘tu derkevî derve çi dikî’ tên rû hev û tahliyeya wan tê astengkirin. Berdanên bi kontrol 3,6 heta salekê tê taloqkirin. Hewl didin hêviya girtiyan bişkînin û êşê bidin kişandin.Ligel vê rêveberî ji bo şewitandina înfazan lêpirsînên dîsîplînê vedike. Heman demê de der barê şewitandina înfazan de cezayên hucreyê jî tên dayîn. Mînak girtiyekê ji cilên xwe yên kev mînder çêkiriye û li girityê lêpirsîn hat vekirin.”
‘Divê girtîgeh ji kontrolê re bên vekirin’
Zeynepê wiha dawî lê anî: “Ji bo girtîgehan hîn bêtir hewce bi çalakiyan û piştevaniyê heye. Her hefte serî li wezareta dadê tê dayîn. 22’ê Çile de 330 parêzerî ji bo bidawîbûna tecrîda li ser Abdullah Ocalan serlêdan kir. Gotin li girtîgehan tecrîd tune ye û bersiv nedan. Lê tecrîdê girtîgeh derbas kirine û bandor hemû civakê kiriye. Li dijî vê divê têkoşînek topyekun hebe. Divê en tenê girtî û xizmên girtiyan divê her kes têbikoşe. Divê girtîgeha ji kontrolê re bên vekirin. Divê hemû mekanîzmayên netewî û navneteweyî peywira xwe bînin cih.”