Hiqûqnas Dîlek Ekmekçî dîsa hat girtin
- 18:41 23 Cotmeh 2024
- Hiqûq
STENBOL - Hiqûqnas Dîlek Ekmekçî ya di runiştina ewi de hatibû tahliyekirin piştî îtîraza dozger dîsa hat girtin.
Hiqûqnasa ceza Dîlek Ekmekçî ku piştî ji aliyê MHP û Ocaxên Ulkucu ve hedef hat girtin bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hat girtin. Yekemîn runiştina Dîlekê duh li 24’emîn dadgeha ceza giran a Edliyeya Stenbolê hat dîtin û piştî runiştinê ji girtîgeha jinan a Bakirkoyê hatibû berdan.
Lê li ser îtîraza dozger Dîlek îro bi biryara 25’emîn Dadgeha Ceza Giran ve hat girtin û dîsa şandin girtîgeha jinan a Bakirkoyê.