
Doza gumanbarê ku Neşe Tavci qetil kir hat taloqkirin
- 18:12 1 Tîrmeh 2025
- Hiqûq
ÎZMÎR - Doza gumanbar Alaattîn Keçkîn ku Neşe Tavci Keçkîn li ber Edliyeya Seferîhîsar qetil kir,hat taloqkirin.
Li navçeya Seferîhîsar a Îzmîrê di 2’ê Mijdara 2023’an de mêrê bi navê Alaattîn Keçkîn jina bi navê Neşe Tavci Keçkîn ku ji bo doza destberdanê vebike çibû Edliyeya Seferîhîsarê, li ber edliyê qetil kiribû. Çaremîn runiştina dozê li 4’emîn Dadgeha Ceza Giran a Bayrakliyê hat dîtin.
Parêzerên aliyan, gumanbar Alaattîn Keçkîn û aktîvîstên Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawesetînin (KCDP) tevli bûn.
Dadgehê belgeyên der barê ku gumanbar ji nexweşxaneya rih û sînir a Manîsayê û ATK’ê girtine xwend. Di raporê de hat gotin ku ehliyeta cezayî ya Alaattîn Keçkîn tam e. dadgehê runiştina dozê taloqî 23’ê cotmehê kir.