
Parêzerê Nevzat Bahtiyar xwe ji dosyayê vekişand
- 13:23 16 Cotmeh 2025
- Hiqûq
AMED - Parêzerê Nevzat Bahtiyar ku di doza qetilkirina Narîn Guran de ceza lê hatibû birîn, Alî Eryilmaz ragihand ku xwe ji dosyayê vekişandiye.
Zaroka 8 salî Narîn Guran, di 21’ê Tebaxa 2024’an de li gundê Çulî yê navçeya Rezanê ya Amedê winda bû û cenazeyê wê di 8’ê Îlonê de di rûbarê gund de hate dîtin. Di doza qetilkirina Narîn Guran de cezayê hefsê li cîranê malbata Guran, Nevzat Bahtiyar hate birîn. Parêzerê Bahtiyar, Alî Eryilmaz ragihand ku xwe ji dosyayê vekişandiye.
Alî Eryilmaz, li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal ragihand ku piştî di dozê de biryar hatî dayin, hempîşeyê wî ku bi hev re pêvajoya dozê dişopand “dev ji parastina heqîqetê berdaye” û kampanyayên lînçkirinê yên li dijî wî birêxistin kiriye.
Bi domdarî Alî Eryilmaz, ragihand ku qeydek deng a tê îdiakirin aydê heman parêzerî ku digot “Narîn ji hêla Nevzat ve hatiye kuştin” êdî ji bo wî bûye noqteya dawî û got: “Tevî van qewimînan jî miwekîlê min û malbata wî li dijî vê xiyanetê xwe bêdeng kir û ez bi tenê hiştim...” Alî Eryilmaz got ku bi van sedeman xwe ji dozê vekişandiye.