Çirûska Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû mizgîniya vejîna jinan

  • 09:03 19 Tîrmeh 2020
  • Ji Pênûsa Jinan
Ji ber ku Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi pêşengtiya jina leheng a ku xwedî li mîrasa xwe derketiye gihaşt lûtkeya xwe ya herî bilind a serkeftinê, her tim di kesayeta wan jinên pêşeng de şoreş hedef hatiye girtin û bûye armanca dewletên hegemonîk
 
Lîlav Elî 
 
Di 19'ê Tîrmeha 2012'yan de li ser bingeha azadiya gelan û xelasiya ji bindestiya dîktatoriya Rêjîma BAAS'ê ya bi salan çirûska Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li kolanan pê dikeve û li tevahî herêmên Rojava belav dibe. Mizgîniya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya ku bi deng û rengê xwe di nava cîhanê de deng veda, bû sedema guhertina çarenûsa hemû jinan. 
 
Li  Kobanê bi qêrîna Arînan û li Efrînê bi qêrîna Bêrîvan û Silavan landika serkeftina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê hejiya û bi sedan Bêrîvan û Silav mezin bûn. Beriya Şoreşa 19'ê Tîrmehê dîtina şewqa rojê ji jinê re weke şerm û sucek bû, lê belê bi şewqa agirê Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re jin bû lêgerînvana lûtkeya azadiyê û dergûşa ku bi hezaran têkoşîn, qehremanî û berxwedanî di nava xwe de hewand.
 
Mizgîniya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû pişt, hêz û vejîna jinan. Jin piştî Şoreşa Rojava tevlî qadên weke siyaset, leşkerî, civakî bûn û bi awayekî çalak cih di nava civakê de girtin. Pêşengtiya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi jinên weke Gulê Selmo lehenga taxa Şêx Meqsûd û bi dehan rêhevalên wê yên ku di nava tevahî qadan de pêşengtî kirine dest pê kiriye. Rola jinan di nava Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û têkoşîna wê ya ji bo jiyanek bi rûmet de derket pêş. Bi Şoreşa Rojava re bi awayekî wekhev yekemîn car jin û mêr bi hev re nêrînên hev pejirandin û di azadiya gelê xwe de xwe berpisyar dîtin.
 
Piştî  Şoreşa Rojavayê Kurdistanê jinan bi naskirina dîrok û rola xwe karîbûn dîwarên koletiya pênç hezar salan parçe bikin û li pey hev serî li hember zilim û zordariyê hildin. Arîn Mîrkan di 5'ê Cotmeha 2014'an de li dijî çeteyên DAÎŞ'ê çalakiya fedaî pêk anî û bû sembol. 
Avesta Xabûr a ku di 27'ê Çileya 2018'an de li herêma Efrînê li hemberî êrîşên dewleta tirk a dagirker canê xwe fedayî şoreşê kir û çalakiyeke fedayî pêk anî, dengê azadiyê li tevahî cîhanê belav kir.
 
Bilindbûna asta têkoşîn û rêxistinbûyîna jinan di nava Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de ku pêşengtiyeke mezin dikirin bû sedema avabûna Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ). Yekemîn avabûna qonaxa YPJ'ê di 4'ê Nîsana 2013'an de li Efrînê ava dibe û bi qêrîna Bêrîvan û Silavan dengê azadiyê bilind kirin. Di wan deman de tenê tabûreke jinê di her herêmekê de hebû û rêxistinbûyîna xwe dabûn avakirin, lê hêdî hêdî bi pêşketina şoreşê re tabûrên jinan di her herêmekê de mezin bûn û rêxistinbûna jinan berfireh bû. Qonaxên din jî li pey hev rêxistinbûna xwe ava kirin û li herêman landika serkeftinê hejandin. Jinên ku di nava qalibên malê de hatibûn veşartin bi şoreşê re gihaştin azadiya xwe. Her çiqas jin di nava hewildana rizgariya ji zihniyeta baviksalarî bûn jî dîsa jî bi zehmetiyan rû bi rû dihatin hiştin. Lê hewildana wê ya xelasiya ji tarîtiya jiyanê bi bin neket û jinan xwe ji berhemên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi hêz kirin.
 
Di dîroka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de fedayîtiya bi sedan jinên pêşeng ên ku bi canê xwe zilim têk birin û riya azadiyê di şoreşê de ronî kirin, bandora xwe li ser jinên enternasyonalîst jî kirin û bûn sedem ku ew jî beşdarî vê şoreşê bibin. Li kêleka wê jî bandora xwe li ser jinên ereb, çerkez, ermen û tirkmen kirin. Ji pêkhateyên cuda jin beşdarî şoreşê bûn. Beşdarî YPJ'ê bûn û di nava civakê de deng vedan. Cilên reş çirandin û bûn dengê civakê.
 
Ji ber ku Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi pêşengtiya jinê gihaşt lûtkeya xwe ya herî bilind a serkeftinê her tim şoreş di kesayeta jinên pêşeng de hedef hatiye girtin û bûye armanca dewletên hegemonîk. Dewleta tirk a dagirker bi alîkariya komên çekdar ên girêdayî wê li seranserî Rojavayê Kurdistanê mîna Efrîn, Kobanê û Cizîrê, jinên ku li hemberî zordarî û dagirkeriyê serî hildane hedef digirin. Di nava hemû êrîşan de jî ne tenê jina kurd hedef tê girtin ji hemû pêkhateyên ku li ser xaka Rojavayê Kurdistanê dijîn dikin armanca êrîşên xwe. Bê guman êrîşên ku li ser jinê pêk tên hewildana binxistina vîna jina azadîxwaz û şerker e. Her wiha ji ber ku şoreş bi deng û zimanê jinê dest pê kir, her tim dixwazin dengê jinan qut bikin. Şehîd Hevrîn Xelef, Dayê Eqîde, Zehra û rêhevalên wê hedef hatin girtin û hatin qetilkirin. Ev jinên pêşeng ên ku di demên dawî de bi qehremanî û têkoşîna xwe ku di warê civakî, jin û siyasetê de pêşentiya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê dikirin di encama êrîşên dewleta tirk a dagirker û komên girêdayî wê yên li ser Bakûr û Rojhelatê Sûriyeyê de, hedef hatin girtin û gihaştin asta şehadetê.