Welatê parçebûyî wêjeya parçebûyî: Rojhilat û jinên wêjekar yên pêşeng 2025-05-16 09:02:07   "Li Tirkiye û Bakur ji ber qeexeyan di wêjeya Kurd de zêde xebat nehatiye meşandin lê di salên 1990’î de bi têkoşîn û berxwedanên mezin kampanyayên ziman û parastina ziman hatine meşandin. Girtiyên jin li zindanan berhemên girîng nivîsandin. Ji bo wêjeya zindanê ya sedsala 21’ê Mizgîn Ronak, Rojbîn Perîşan dikare mînak bê dayîn."   Salîha Ayata   Di wêjeya Kurd de jî pêvajoyê di wêjeyê de cih girtin wek welatê wan parçebûyî û cudaye. Behsa rewşa jinên li Rojhilat kirin bi fêdeye. Di wêjeya Kurd de dengbêjî cihekî girîng digire. Jin di dengbêjî û wêjeya nivîskî de tên dîtin. Çanda nivîsî ava nebûye û tevî zextên civakî berhemên jinên Kurd heta îro xwe parastiye.   Di lêkolînên der barê wêjekarên jin yên Rojhilat de; Nivîskar lêkolîner Feqî Huseyîn Sagnic dibêje berhemên 15 jinên Kurd hata îro hatine parastin. Rihan Xanima Loristani, Daye Tewreza Hawrami, Daye Xezana Serketi, Liza Xanim, Celale Xanima Loristani, Pir Nazdar Xatuna Şirazi, Nergis Xanima Şehrezori, Xatun Dayraki Dezbar, Xatun Zerbanuya Derzyani, Semen Xanima Dewdani û Mesture Kurdistani beriya zayînê ji sedsala 10’an heta sedsala 19’an navdarên derketine pêşin.   Çîroka Celale Xanim Lorîstanê balkêşe. Celale Xanim Lorîstanê Şah Xweşîn bê bav tîne dinê. Di çend beytên wê yên heta îro hatiye dinê de der barê welîdîna xwe de tirs û fikarên xwe yên jiyaye tîne ziman û her wiha aramiya xwe ya piştî ku mirov bi Şah Xweşîn bawer kiriye vedibêje.   Sagniş diyar dike ku jin piranî di bin bandora ola Zerduşt de mane û nivîsîne. Li gorî Serencam, Dayê Tewreza Hawramî ya sedsala 10’an de jiyaye, li herêma Hawramî hatiye dinê û  yekemîn jina wêjekar a helbestên di pirtûka Serencam de hatiye komirinê ye. Rihan Xanim Loristanî ya li herêma yeftaku ya Lorîstan hatiye dinê, di sedsala 11’an de jiyaye. Serancam dema wê de hatiye nivîsîn. Rihan Xanim di lêdana darbuqeyê de hosteye. Dîwanên gel de helbest xwendiye û li darbuqeyê xistiye.   Daye Xezana Serketî sedsala 11’an de jiyaye û helbestên wê cihekî girîn gdigirin. Xwendinê ji pîra xwe fêr dike û pitşre ji mamosteyê gund ders girtiye. Hunera Kurd û stranbêjiyê nas dike. Beytên wê di pirtûka Babe Navus de tên kirim.  Mesture Kurdistanê bi sedsala nêz de jiyaye. Di 1804’an de li Sîneyê hatiye dinê. Nivîs û jiyana wê ji gelek hunermend û lêkolîngeran re bûye mijar. Riza Qulîxane Hîdayet di pirtûka xwe ya Mecmual Feshat de behsa wê dike. Di temenê biçûk de Mesture dersên Farsî digire. Di cîhan hunerê de cihekî girîng digire. ( Feqî Huseyn Sagniç, Dîroka Wêjeya Kurdî)   Tecrubeya wêjeyê ya jinên Kurd a li Bakur: Ziman, nasname û berxwedan   Li Bakur jî rewş pir ne cudaye. Di sedsalên 19 û 20’an de jinên Kurd di qada wêjeyê de  bê derfetin. Atengiyên li pêş jinan ew avêtin plana duyemîn. Li Bakur ji bo jinên Kurd ev rewş du car zehmet dibe. Ji ber nebûna perwerdehiya biz iman, qedexe û êrîşan jin kêm tên dîtin.Tevî hemû zextan jinên Kurd serê salên 1900’î de li Stenbolê Cemiyeta Tealî ya Jinên Kurd ava kirine. Rohat Alakom dibêje li Stenbolê wan salan de di dîroka jinên Kurd de rupelek nû vebûye.Jinên Kurd ji bo armancên Cemiyeta Tealî pêk bînin, ligel faliyetên xwe, ji hemû derfetan fêde girtine.. (Rohat Alakom, Cemiyeta Tealî ya Jinên Kurd)   Cemiyetê giranî da xebatên pirtûk, kovar û wêjeyê. Ji bo xwendin û nivîsandinê û bi zimanê xwe binivîsin hewl dane. Mixabin cemiyet ji ber atmosfera siyasî tê girtin.    Bi Lozanê re axa Kurdistanê li parçeyan hat veqetandin. Bi vê re zimanê Kurdî û wêje jî ket demek nû. Her parçeyek Kurdistanê ji welatê lê diman bandor bûye. Kurdan bi zimanên cuda perwerde girtin. Vê bandor li wêjeya nivîskî jî kir. Mînak heta 1920’an Kurdî bi tîpên erebî hatinenivîsin. Di 1920’an de dest bi nivîsandina tîpên Latîn hatiyekirin. Ji 1932’an heta 1943’an 57 hejmarên kovara Hawar hatin derxistin. Ev yekemÎn kovara wêjeyî ya Kurd e. 23 hejmarên wê hem bi Latînî hem bi Erebî hatine çapkirin.Heta serê sedasala 20’an wêjeya nivîskî piranî helbestin. Sedsala 20 û 21’ê romanên Kurdî hatine derxistin.    Îbrahîm Seydo Aydogan ku li Fransayê li Beşa Zanistên ziman a Zanîngeha Rouen perwerdehî dîtiye, di vê mijarê de nirxandinên wî hene. Li gorî lêkolîna Îbrahîm Seydo Arygodan, bi koçberbûna Kurdan a welatên cuda, wêjeya surgunê ya cureyê nû jî pêş ketiye.  Li welatên cuda bi dehan nivîskarên Kurd yên di wêjeya surgunê de hestreta welat girtine dest hene. Li Bakur ji ber pêşiya jinan a di jiyan û siyasetê de girtibû, li derveyê welat jî rêwitiya nivîsanê ji sedsala 20’an dest pê dike.Mînak Yildiz Çakar, Kewê Redkan, Fatma Savci û gelek nivîskarên din hîna ji welatên xwe dur bi Kurdî dinivisîn. Li dîasporayê di alî wêjeya Kurdî de di sedsala 20’an de xebatên girîng hatine kirin. Li Sovyetan ji bo wêjeya Kurd xebatên girîng hatine kirin. Sîma Semend li Ermenîstana Sovyetk yek ji nivîskara girîng a Kurde. Sîma Semen di 1958’an de Beşa Fîlolojî ya Zanîngeha Erîwanê diqedîne. Piştî diqedîne di akademiya ziman a Ermenîstanê de çend salan dixebite. Di 1961’ê de pîrtûka çîrokê ya Xezal dinivîse.   Li Tirkiye û Bakur ji ber qeexeyan di wêjeya Kurd de zêde xebat nehatiye meşandin lê di salên 1990’î de bi têkoşîn û berxwedanên mezin kampanyayên ziman û parastina ziman hatine meşandin. Girtiyên jin li zindanan berhemên girîng nivîsandin. Ji bo wêjeya zindanê ya sedsala 21’ê Mizgîn Ronak, Rojbîn Perîşan dikare mînak bê dayîn.   Di salên 1996’an de jinên Kurd kovara Roza di 8’ê Adarê de weşandin. Her wiha yekemîn kovara jinên Kurd a femînîst jî hatiye derxistin. Vê hîmê kovarên jinan yên wkê Roza, Jujin, Jiyan û Ozgur Kadin avêtiye.Rosayê 4 salan 17 hejmar weşand û wek naverok xwedî skalayek berfirehe. Nivîskarên Rozayê gelek jinên Kurd bi navê portreyan de dane nasîn.   Nîşe: Hefteya pêş bi sernavê ‘bi çavên mêran karekterên jin’ wê bê weşandin.