
Bi Hilweşandina Dogmatîzma Kirdeyî û Nesneyî, li tenişta zinar firîn
- 09:03 19 Îlon 2025
- Jineolojî
"Lêgerîna çareseriya ji derveyê xeta dewletê tê kirin, xwe dispêre berxwedana pir alî a seranserê dîrokê ya jinan û wek lêgerîna riya nû ya pir alî teze dibe. Lêgerîna sosyalîzma nû di pênasekirina ‘civaka demokratîk û ekolojîk’ de watedar dibe û zindî dibe. Di vê riya nû ya xwe dispêre tespîta ku şansê serkeftina çarseriyê ya netewperest winda bûye de, nêzîkatiya ‘têgihîştina azadiya Kurd û çareseriyê’ li dijî şaristaniya çînî, perspektîfeke ji derveyê dewlet û civaka çînî zelal dike."
Husna Emek
Bi paradîgma nû re di têgihiştina pergalê, cîhana zîhniyetê, teşeyê fikr û nêrîn, nêzîkatiya li hember dewlet û şoreşê de guherînên cidî hatin kirin. Pênasekirina modernîteyeke nû; hêviyên diafirîne, sînoran dibezîne, kaliban dişkîne û deriyê cîhana zîhniyeta nû vekir. Dogmatîka ji îdealîzma rojhilat xwedî dibe, rê da ber me ku em têkiliiya bi dîrok-civak, jiyan-zanistê xurt bikin. Hilweşandina çarçovya pergal, teorî, têgeh ya ji zîhniyeta ku esas digire xilas bûn bi bidestxistina senteza anist, felsefîk û ahlaqî pêkan e. Ev ji cîhana zîhniyetê dest pê dike. bi zelalbûn, sivikbûnê re, sînerjiyek xurt ya gerdunî dertê holê. Parastina Mirovên Azad di vî alî de xezîneyeke ku divê pêk bê û bikeve jiyanê ye.
Hilweşandina kalib û dogmayên hişt yên rojhilat wek tê zanîn ne hêsan e. Ji ber vê di Parastina Mirovê Azad de Abdullah Ocalan vê rastiyê wek ‘Li tenişta zinar firîn’ pênase dike. Ev firîn tê wateya ji van dogmayan rizgariyê. Abdullah Ocalan di nexşerêya di 2009’an de nivîsiye cih dide tespîta ‘Dema teoriyên demokratîk ji dogmatîzmên nesne û kirdeyî xilas bibe wê piştgiriyek rastîn bide çareseriyê.”
Em ji van derkevin rê û ‘li tenişta zinar firîn’ dikarin wek xeta sêyemîn şîrove bikin. Di diyalektîka tez-antîtez, sentez alî tên gel hev û sentezek nû dertê holê. Ev firîn dibe xeta mirovên azad. Em vê xeta sêyemîn dikarin wek çalakî û fikra mirovê azad pênase bikin. Bi vê pênasekirina nû modernîteyek nû dertê holê. Ev zelalbûn, nûkirina alî û rêbazê, xwegîhandina hêzeka çareseriyê îfade dike.
Ev rewşa rafîneyê li dijî modernîteya kapîtalîst bi modernîteya demokratîk dertê holê.Paradîgma modernîteya demokratîk, ji jiyana paradîgma modernîteya kapîtalîst re dibêje ‘na’. Paradîgma destihlatdariyê hildiweşîne û paradîgma azadiya jinê datîne holê. Paradîgma civaka demokratîk a xwe dispêre xeta azadiya jinê derdixe holê. Ev paradîgma ji kokên şaristaniya demokratîk xwedî dibin nirx, nêrîn û paçeyek nû ya ji azadiyan re vedibe îfade dike. Ev nûbûn bi xwe riyên çareseriya nû derdixe holê. Di vî alî de modernîteya demorkatîk paradîgma çaresriyê ya krîzê çareser dike ye. Xeta sêyemîn ya ji vê paradîgmayê xwedî dibe jî rastiya xeta çareseriyê îfade dike.
Ji salên 1990’î heta niha lêpirsînkirina kapîtalîzm û reel sosyalîzmê hêza pêkanîna guherîna îdeolojîk û paradîgmayê derdixe holê. Îdeolojiya dewletî û bernameya wê wek kemîn tê dîtin û encama ku ev nabe rizgariyê derketiye holê.
Lêgerîna çareseriya ji derveyê xeta dewletê tê kirin, xwe dispêre berxwedana pir alî a seranserê dîrokê ya jinan û wek lêgerîna riya nû ya pir alî teze dibe. Lêgerîna sosyalîzma nû di pênasekirina ‘civaka demokratîk û ekolojîk’ de watedar dibe û zindî dibe. Di vê riya nû ya xwe dispêre tespîta ku şansê serkeftina çarseriyê ya netewperest winda bûye de, nêzîkatiya ‘azadiya têgihiştina Kurd û çareseriyê’ li dijî şaristaniya çînî, perspektîfeke ji derveyê dewlet û civaka çînî zelal dike. Ev zelalbûna dibe têgeh û teoriya ‘şaristaniya gel a demokratîk, şoreşa demokratîk û ekolojîk’ û hevkariya bi zanistê re a pêvajoya şoreşê re pênase dike. Ev jî qada tevgera jîneolojî û hêza watedarkirinê diyar dike. Mafê parastina cewherî dibe ewlehiya esas û lêgerîna hevpar û esas a hemû parastinan datîne holê. Parastina dawî ‘Pirsgirêka Kurd û Parastina Kurdan a di bin Lepê Qirkirina Çandî’ de wek manîfestoyek çarseriyê xwe digihîne kûrahiyeke dîrokî. Manîfestoya nû xwe dispêre hêza zîhniyeta azad.
Xeta sêyemîn, ji îdeolojiyê heta ahlaq, ji wijdanê heta felsefeyê, ji siyasetê heta pergaê, ji rê û rêbazên çareseriyê heta şer û têkoşînê ji şoreş û civakê , raste rast girêdayê paradîgmayê ye. Zelalbûna paradîgmayê têkildarî kûrahî û pêşketinê ye. Abdullah Ocalan vê paradîgmayê wek vejîn dinirxîne.VejÎna yekemîn, vejîna biyolojîk nava civakê û pergala dewletiye. Ev pergal û îdeolojiya dewletê ya civak ferz dike, gumanên mezin yên teşeyê jiyanê û kes, lêgerîn û neqebûlkirinê dihewîne. Vejîna sêyemîn, sekna li dijî tundiya îmha û înkarê ya pergal û netew delwet ferz dike ye. Vejîna sêyemîn, redkirina dewlet, desthiladariyê ye û xwe gîhandina îdeolojiya sosyalîzma demokratîk û paradîgma modernîteya demokratîk e.Di vî alî de xeta sêyemîn bi vê vejînê re watedar dibe. Zanist û cvivakê bi ahlaq, felsefe û polîtîkayê re ji nû ve tîne gel hev û vejîneke ku bi jîneolojiyê re ji nû ve watedar dibe ye. Ev vejîna li zinaran bi firê dikeve, felsefeya azadiyê, felsefeya jiyana azad, sosyolojiya azadiyê ye.
Nîşe: Beşa duyemîn a nivîsê hefteya pêş tê weşandin.