Tehma ji Çiyayê Reş tê: Rêwas

  • 09:02 9 Nîsan 2025
  • Jiyan
WAN - Rêwas ku ji bo nexweşiya gurçikan heta şekir, ji tansiyonê heta gelek nexweşiyên din şifaye, bihayê wê yê îsal ji 400 lîrayî dest pê dike.
 
Li Wanê bi hatina biharê re Rêwas li ser tezgahan cihê xwe girt. Rêwas ji bo nexweşiya şekir, tansiyon û gelekên din şifaye, bi navên wekê uçkun, işkin û muza zozanan nava gel de tê zanîn. Rêwas ku ji lutkeyên bilin ya Çiyayê Reş (Çiyayê Erek) tê komkirin, berhevkirina wê pir zehmete.
 
Rêwas ku bi tehma xwe tê zanîn, ji bo gelek nexweşiyan şifaye û ji aliyê gel ve eleqeyek mezin dibîne. Lê îsal bihayê wê gelek zêde ye. Sala borî navbera 15 û 180’ê lîrayî dihat firotin û îsal jî bihayê wê 400 lîra ye.