Peyamên ji kolanên Wanê: Sedema krîzê serokomar e 2024-10-16 09:02:25   Neslîhan Kardaş-Memîhan Zeydan   WAN - Li taxa Karşiyaka ya Wanê jinan derbarê krîza aborî de ji ajansa me re nirxandin kirin û wiha gotin: “Her tişt bihaye. Zarokên me baş xwedî nabin. Sedema vê krîzê kesên 22 sal in di rêveberiyê de ne. Serokomar bixwaze dikare dawî li vê krîzê bîne.”   Li Tirkiye û Kurdistanê krîza aborî her diçe giran dibe, bandor li her qad ajiyanê dike. Di du salên dawî deji bo ceyranê ji sedî 188 zem hat kirin. Ji bo lêçûnên din û xurekê jî zemên tên kirin êdî nayê şopandin. Biha roj bi roj zêde dibin û jinên diçi bajaran ji bo berhemên herî erzan bibînin li hemû tezgahan digerin.   Jinên li bazara taxê ya li taxa Karşiyaka ya Rêya Armûşê ya Wanê hatiye avakirin, der barê krîza aborî de axivîn.   ‘Min nîvê hewcedariyên xwe girt’   Gulîstan Gultekîn jî bi lêv kir ku her hefte biha diguherin û wiha daxuyand: “Biha roj bi roj zêde dibin. Tiştek wek xwe namîne. Em nikarin hewcedariyên xwe bigirin. Berê em dihatin bazaran me dan û standin dikir. Lê niha em nikarin bên. Em sebze û fêkî digirin rojekê de têr nake. Edalet tuneye. Min nîvê hewcedariyên xwe girt.”   ‘Ji 200 TL 6 lîra ma’   Fatma Kaval jî wiha anî ziman: “Her tişt bihaye. Mûçeyê asgarî têrî kesî nake. Hinek sebze kîloya wan 50-60 lîra ye. Kes nikare tiştekî bigire.Min hinek îsot hinek zebzeyên tirşiyê girt ji 200 TL 6 lîra ma. Hevjînê min kal e nikare bixebite. Îsal mûçeyê teqawîtbûnê digire. Kurê min mûçeyê asgarî digire. Ev têrî çi bike. Em çar kes li malê dijîn. Hûn jî dizanin aborî çima di vê rewşê de ye. Xizan hîn xizantir dibin dewlemend jî dewlemend dibin.”   ‘Em bi mûçeyê sê mehan debarê dikim’   Turkan Yapici jî daxuyakirin ku biha her diçe zêde dibin û wiha got: “Min ereboka xwe tije nekir lê 300 lîra çû. Ez berhemên digirim bi deyn digirim.  Sê mehan carê pereyê wî digirim. Ez bi mûçeyê xwe yê sê mehan debara xwe dikim.   ‘Zarokên me baş xwedî nabin’   Altun Ayna jî berteka xwe wiha anî ziman: “Biha pir zêde ne. Zarokên me baş xwedî nabin. Em nikarin hewcedariyan bigirin, em destvala vedigerin. Ez di kirê de me. Kirê bihane. Hevjînê min di înşatê de dixebite.Em 5 nifûsin. Em bi mûçeyê asgarî debarê dikin.”   ‘Serokomar bixwaze wê krîz bidawî be’   Jina bi navê Sidika jî destnîşan kir ku biha gelek zêde ne û ji ber vê nikarin hewcedariyan bigirin û got: “Ez ji bo tirşiyê hatim bazarê. Lê sebze pir bihane. Kîloya xiyaran 50 TL ye. Her tişt bihaye. Yekane debara me mûçeyê teqawîtbûnê ye. Krîz destê serokomar de ye. Bixwaze dikare demildest bidawî bike.”