Keda bi çandê re hat gel hev: Divê bernameyên wisa bidomin 2025-05-26 09:02:34   AMED - Jinên di bernameya ‘Keda jinê û hevdîtina çandê’ ya şaredariya bajarê mezin a Amedê de berhemên xwe dan ber firotinê diyar kirin ku ev bername ji bo piştgiriya debarê tê kirin û gotin divê bernameyên wisa bidomin.   Bernameya ‘Keda jinê û hevdîtina çandê’ ya ku Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin pêk anî bidawî bû. Jinan di bernameyê de berhemên keda destê xwe firotin. Li navçeya Sûrê li Qada Şêx Seîd bernameya pêk hat jî eleqeyek mezin dît.   Jinên berhemên xwe di hevdîtinê de dan ber firotinê ji ajansa me re axivîn.   ‘Ez ji bo dermankirina biraziya xwe dixebitim’   Ayşegul Yaşar da zanîn ku ji bo dermankirina biraziya xwe dixebite û got: “Min ji ber vê berhemên xwe di hevdîtinê de dan ber firotinê. Berhemên keda jinan hatin raxistin. Ji bo tenduristiya biraziya xwe ez jî hewl didim ku gel bibe hevkar. Em naxwazin zaroka xwe winda bikin. Ez ji bo dermankirina biraziya xwe ji her kesî piştgiriyê dipêm. Ez wek jinekê bi berhemên xwe têkoşîna jiyanê didim. Vê bernameyê eleqeyek mezin dît. Ev bername ji bo jin li ser piyên xwe bisekine tê kirin. Em di vî alî de ji gel piştgiriyê dixwazin. Em ji şaredariya xwe re spas dikin. Bêyî jinan jiyan ne pêkan e.”   ‘Em wek gel dewamiya van bernameyan dixwazin’   Nûrcan Polat di axaftina xwe de anî ziman ku bernameyê ji aliyê gel ve eleqeyek mezin dîtiye û wiha domand: “Em wek gel dixwazin ev bername bidomin. Em dixwazin bixebitin û ji bo zarokên xwe tiştekî bikin. Ev bername gelek baş bû. Mirov aboriya xwe bixwe bidest bixin tiştekî pir baş e. Ez jî dixwazim  piştgiriyê bidim malbata xwe. Ji bo şaredariyê spas dikim.”   ‘Çanda Kurd li aliyên berfireh belav dibe’   Gulşah Çukur jî bi lêv kir ku berhemên keda jinan eleqeyek mezin dîtiye û got: “Gel eleqeyek mezin nîşan da. Vê bernameyê piştgirî da aboriya jinan. Bi saya vê bernameyê çanda Kurd li girseyên mezin belav bûn. Em dixwazin bernameyên wisa bidomin.”