Li zozanên Mûşê jiyana koçeran 2025-07-04 09:02:27         Neslîhan Kardaş   MÛŞ-Yek ji koçerên koçî zozanên hênik yên Serhedê kiriye Zeynep Tughan pêvajoya koçkirinê wiha vegot: “Carnan em bi meşê carnan em bi wesayîtan tên vir. Piştre em konên xwe vedidin û jiyana xwe didomînin.”   Koçerên bi germbûna hewayê re ji Mêrdînê derketin diçin zozanên hênik yên Mûşê, i wir 5 mehan dimînin û bi payîzê re diçin Tetwanê û bi zivistanê re jî vedigerin Mêrdînê. Her gavek her rêwitiyek stranek bêdeng a têkoşîna jiyanê ye.   Berxwedanek bêdeng a jiyanê   Her konekî koçeran tevahiya malekê dihewîne. Ew kon hem dibe mutbex hem dibe ode hem dibe serşo. Germahiya ruyê mirovan dilê mirovan germ dike û mirov li her konekê berxwedanek bêdeng a jiyanê hîs dikin.   Zeynep Tughan yek ji koçerên ku koçî Mûşê kiriye ye. Zeynep Tughan der barê zor û zehmetiyên jiyana xwe de axivî.   Carnan bi meşê carnan bi wesayîtan dikevin rê   Zeynep Tughan da zanîn ku zivistanê sibehê saet di 04.00’an de radibin û got: “Em sibehê radibin pez ji axuran derdixin. Piştre şivan pezê me dibin çêrandinê. Heta êvarê diçêre û êvarê tînin malê. Bi germbûna hewayê re em ji Mêrdînê tên vir. Carnan em bi meşê tên vir. Carnan jî em bi wesayîtan tên. Em tên vir û konên xwe vedidin.   Li zozanan roj zû dest pê dike   Zeynep Tughan daxuyakirin ku li zozanan sibehê zû radibin û wiha domand: “Em li vir jî sibehê saet di 4’an de radibin. Em pez didoşin û şîr didin ser agir. Piştre em taştê amade dikin û xwarina şivên çêdikin. Dema em tên vir em hefteyekê di rêde dimînin. Em li vir mehê 150 hezarî didin şivan.”   Şîr û penîr difroşin   Zeynep Tughan daxuyakirin ku piştî 5 mehan şûnde dîsa vedigerin warê xwe û wiha dirêjî dayê: “Em şîr û penîrê xwe diforşin. Bi bihayekî kêm ji me digirin û biha difroşin. Payîzê em diçin Tetawnê û du mehan li wir dimînin. Piştre em vedigerin.”   Zeynep Tughan destnîşan kir ku şert û mercên koçeran zehmetin û wiha dawî lê anî: “Karê me zehmete. Em sibehê radibin. Karê vir pir zehmete. Yanî jiyakek koçeran tune ye. Hinek malbatên Koçer sewalên xwe diforşin.”