Ji jinan bertek: Sedema krîzê ya herî mezin şer e 2025-09-17 09:04:31   Neslîhan Kardaş - Buşra Turan   WAN - Jinan derbarê krîza aborî ya li welat de axivîn û diyar kirin ku ew nikarin hewcedariyên sereke bigirin û got: “Zarokê min xwest biçe dibistanê lê ji ber pirsgirêkên aborî wê hem biçe dibistanê hem jî bixwîne.”   Krîza aborî her diçe giran dibe û jiyanê dide zorê. Sala nû ya perwerdê jî di bin siya krîza aborî de destpê kir. Malbat ji ber bihayan nikarin hewcedariyên zarokên xwe bigirin an jî bi sînor digirin. Desthilatdarî ji ber butçeyê ji şer re vediqetîne bandorek neyînî li ser jiyanê dike. Welatî ji ber bihayên zêde nikarin hewcedariyên sereke bigirin.   Jinên li bazara taxa Xaçort a Rêya Armûşê ya Wanê, der barê krîza aborî û lêçûnên dibistanê de axivîn.   ‘Sedema herî mezin a krîzê şer e’   Gulîzar Kaya bertek nîşanê bihayan da û got: “Kes nikare hewcedariyên xwe bigirin. Berê em bi 20 lîra dihatin bazarê me he rtişt digirt. Niha em bi 500 Lîra tên tiştek nayê girtin. Min du poşet sebze girt 90 lîra ma. Krîz her diçe giran dibe. Sedema krîzê şer e. Pêkhatina aştiyê wê ji bo me baş be. Em nikarin zarokên xwe bişînin dibistanê.   ‘Min nan kir lê pere nema kartol bigirim’   Leyla Pamay jî wiha vegot: “Em nikarin debarê bikin. Ji bo kesên dewlemend rewş normale lê em zehmetiyan dikşînin. Em nikarin kîloyek kartol bigirin. Min nan girt lê min ji kartolê re pere nema. Ez destvala vedigerim malê.”   ‘Biha li gorî sala borî du kat e’   Naîme Tuncer jî  ji mîkrofonên me re axivî û got: “Her tişt bihaye. Min hîna tiştek negirtiye. Em ji bihayan nikarin binêrin. Li gorî sala borî her tişt du kat e. Hewcedariyên ji bo dibistanê pir bihane. Malbatên 3-4 xwendekarên wan hene gelek pirsgirêkan dijîn.”   Evîn Yildirim jî da zanîn ku lêçûnên dibistanê pir bihane û got ji ber bihayan wê zarokê wê hem bixebite û hem jî biçe dibistanê.   Zahîde Îlhan destnÎşan kir ku neçarin ji hinek hewcedariyan bibirin û got şertên debarê pir zehmet bûne. Zahîde Îlhan daxuyakirin ku ew 500 TL hatiye bazarê û bi vî pereyî çi bê wê bigire.