'Ne cihê îstîhdamê cihê çewisandina kedê ye'

  • 09:04 21 Mijdar 2023
  • Ked/Aborî
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Ji berxwedêrên Agrobayê Ayten Yavuz a ku keda wê hat çewisandin û ji ber ku sendîkayî bû ji kar hat avêtin, diyar kir ku kargeh ne cihê kar, cihê çewisandina kedê  ye û ew ê di 25'ê Mijdarê de li qadan bin. 
 
Ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê jin li her derê ji niha ve li qadan e. Di dema ku jin berxwedana xwe mezin dikin, yek ji qadên ku şîdet û keda karkeran lê tê çewisandin  qada kedê, fabrîke ne... Karkerên jin ên li Serayê ya Agrobay a Bergama ya Îzmîrê dixebitin jî di nav wan de cih digirin ku li dijî vê çewisandina kedê li ber xwe didin. Jinên ku ji ber endamtiya sendîkayê ji kar hatin avêtin, zêdeyî 2 meh in li ber xwe didin. 31 karker bi Koda 46 û 7 karker jî  bi Kod 04 ji kar hatin avêtin. Karkerên ku ji kar hatine avêtin   nikarin mûçe, tezmînat, betlaneya salane û mafên xwe yên din jî bigirin.
 
Ji berxwedêrên Agrobayê Ayten Yavuz, bal kişand ser zextên ku li wan hatine kirin û 25'ê Mijdarê.
 
'Yekitî pêdivî ye!'
 
Aytenê, diyar kir ku beriya niha gelek karkerên Agrobayê bêyî ku mafên xwe bi dest bixin ji kar hatine avêtin û sendîkabûn weke pêwîstî derketiye holê û diyar kir ku ji ber vê yekê wan bi jinan re biryara sendîkayî bibin dane. Aytenê, diyar kir ku bi giranî jin li Agrobayê dixebitin û karê ku dikin weke 'xebata jinê' tê dîtin û wiha got: "Jin û mêr mûçeya herî kêm distînin, lê vî karî wekî karê jinan pênase dikin. Mêr yan naxebitin yan jî karê ku dikin piştguh dikin û bi baldarî nakin. Lê ger ku pereyekî baş din wê mêr jî karê xwe baştir bikin."
 
'Li jinan du qat heqaret tê kirin' 
 
Aytenê, anî ziman ku yek ji xwediyên kargehê Arzu Şenturk dibêje ku wê îstîhdama jinan ava kiriye, lê ya ku tê kirin çewisandina keda jinê ye û got, “Me jinan li hûndir gelek zahmetî buhart. Endezyaran heqaret li me kir, me neşandin tuwaletê... Dikaribûn tenê vê neheqiyê li jinan bikin, lê nikaribûn li mêran bikin. Mêran bersiv dida. Jin nikarin dengê xwe derxin û du qat heqaret li me dihat kirin. Dema em bûn endamê sendîkayê me xwe li pişt derî dît."
 
'Me karên  wekî yê mêran dihat dîtin jî kir'
 
Aytenê, anî ziman ku her çiqas di Destûra Bingehîn de sendîkayî bûyîn ne mecbûriye jî ev nakokiyeke û ev tişt got: “Cinayetên li ser kar hene, mûçeyên wekhev nayê dayîn, yên 14-15 sal in dixebitin û yên îro dest bi kar dikin. heman pereyan distînin. Ji ber şert û mercên giran ên xebatê û mobînga li me dihat kirin em bûn sendîkayî. Em ji çarçoveya xebata xwe derketin. Me karên ku mêr dikin jî kirin. Me karê montajê kir. Me qûm hilgirt, me 200 kîlo hesin hilgirt. Cudatî di navbera jin û mêr de nîne, jin her karî dikin. Dema ku me digot ev kar giran e em nikarin rakirin, endezyaran digot 'derî  li wê ye'. Mêr jî dikarin karê ku jin dikin bikin, lê jin li vir karê ku mêr nikarin bikin dikin, lê her kes mûçeya herî kêm distîne. Me jinan karê montajê kir. Lê yên ku pîşeyê wan ev ji me zêdetir pere digirint. Ji derve zilam anîn ku qûmê birijînin û ji ber ku ji karê mêran memnûn neman, dîsa bi me kirin. Me mûçeyên xwe gelek carn ji 2-3'an mehan carekê distand."
 
'Cendirme ne ji bo gel in'
 
Aytenê, anî ziman ku piştî berxwedanê dest pê kir gelek caran xwestine biaxivin lê muxatab nedîtine û diyar kir ku bi talîmata Arzu Şenturk gelek caran ji aliyê polîsan ve hatine binçavkirin. Ayten got, “Emniyetê ji fermandar re got bila wan binçav bikin û ez 2 caran hatim binçavkirin. Mixabin polîs û cendirme polîsên alîgirên sermayeyê ne. Li kêleka karkeran min kes nedît. Cendirme li şûna ku berjewendiyên gel biparêzin, berjewendiyên patronan diparêzin. Têkiliya Arzû xanimê bi gelek partiyên siyasî re heye. Em li ku derê bizivirin, ew alîgirên wê ne.  Berê dema min cendirme didîtin min ji wan re rêz digirt lê niha rewşa min guheriye."
 
' Koda 46 te deq dike'
 
Aytenê, da zanîn ku koda 46 ji bo patronan hatiye derxistin ku karkeran bi hêsanî kar biavêjin û evtişt got:  “Ev kod karkeran deq dike û di bin vî kodî de bi navê dizî û sûcên qirêj qaşo ku kirine kedkar ji kar tên avêtin. Kî tiştek jê diziye bila îspat bikin. Divê dewlet vê kodê rake, dema karker ji kar tên avêtin û li cihekî din serlêdanê dikin ev kod 46 derdikeve pêşya an. Lê ez dibêjim dizê herî mezin Arzu Şenturk e. Bi şekirê Tirk re peyman çêkirin û pakêtek Remezanê ji me re şandin. Lê ji me re nehatin ji bo şaredariyên Kinik û Bergamayê hatin dayîn. Ev binpêkirina maf e."
 
'SSK û Wezaret di çewisandina keda jinê de şirîkên hev in' 
 
Aytenê, diyar kir ku ji ber nexweşiya ku ev 2 sal in di serayan dibe 11 sera nehatine çadnin û ji bo 150 kesan jî biryara ji kar derxistinê hatiye dayîn û diyar kir ku hemû xebatkarên berê û xebatkarên sendîkayê ji kar hatine derxistin." Aytenê, anî ziman ku weke rêbaza duyemîn ew karkerên ji ÎŞKUR'ê 5-6 mehan dixebitînin û got, "Hûn karkerên ji ÎŞKUR'ê digirin û karkerên din jî ji kar derdixin. Saziya Ewlehiya Civakî (SSK) û Wezîrê Xebatê jî piştgiriyê didin patronan. Bi gelemperî jin têne xebitandin. Di vî warî de gelek kar nînin. "Jin her cure heqaretan tehemûl dikin ji ber ku zarokên wan perwerde dibin, xaniyên wan bi kirê ne û jinên ku ji hevjînê xwe cuda bûne zêde ne... Lê ev jin ji ber ku heqdestê xwe dixwazin ji kar tên avêtin."
 
'Nikarin me bêzar bikin'
 
Aytenê, anî ziman ku tundiya li wan hatiye kirin ew bêzar nekirine û ew ê di 25'ê Mijdarê de li qada Dîkîlî beşdarî mîtîngê bibin û got, "Li vî welatî jin bindest in. Dewlet mudaxeleyî qetlîamên jinan nake. Nizanim çima. Qanûn a mêr e û bila tu kedkarên çandiniyê nehêlin ku keda wan bê binpêkirin."
 
Herî dawî Aytenê destnîşan kir ku jinên berxwedêr ên Agrobay jî wê beşdarî meşa 25'ê Mijdarê ku dê bê lidarxistin bibin.