Mûçeyê asgarî hêj neketibû bêrîkan, heliya
- 09:03 10 Çile 2024
- Ked/Aborî
Melike Aydin
ÎZMÎR - Denîz Şahîn Gumuştekîn da zanîn ku bi sala nû re bi buhabûna hat kirin mûçeyê asgarî yê hat buhakirin hêj nehatiye girtin heliyaye. Denîzê da zanîn li dijî betalî, şert û mercên bê ewle yên xebatê rêxistinbûn hêza herî mezin e.
Li gorî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) li Tirkiyeyê 8.1 mîlyon betal hene û piranî ji vê jin û ciwan in. Li gorî DÎSK’ê ku divê mûçeyê asgarî 30 hezar be di 2024’an de bû 17 hezar û 2 TL.
Li gorî encama Lêkolîna Hêza Kar a Malbatê ya Cotmeha 2023’yan Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê (TUÎK) rêjeya betaliyê 2 mîyon û 691 hezar e. Cîgirê serokomar Cevdet Yilmaz di brenameya ku li Kuliyeya Serokokmariyê pêk hatiye de der barê dema 2024-2026’an de texmînên der barê Bernameya Wadeya Navîn de aşkera kir. Li gorî daxuyaniyê texmîna enflasyona dawiya 2024’an ji sedî 36 e û heta di ser ji sedî 42’yî aşkera kir.
Mûçeyê asgarî di vê rewşê de ji sedî 50 zêde kir û bû 17 hezar û 2 lîra.
'Mûçeyê asgarî hewcedariyên esas nabîne'
Seroka Hejmara 8'an a Îzmîrê ya Giştî ya DÎSK’ê Denîz Şahîn Gumştekîn diyar kir ku divê mûçeyê asgarî têrî hewcedariyên xwarin, lixwekirin, tenduristî, perwerde û starbûnê bike û got mûçeyê asgarî bûye mûçeyê navîn. Denîzê wiha vegot: “Ji ber mûçeyê asgarî bi mûçeyên ku karker bi peymana komî re digirin heman e. Karkerekî bi mûçeyê asgarî dixebite niha bi sendîkayîbûn peyman akomî re heman e. Dema em tîne gel hev hema hema wek hev e. Heta peymana komî re di bin mûçeyê asgarî de jî carna dimîne. Ji ber vê mûçeyê asgarî hewcedariyên esas nabîne. Avahî gelek biha bûne. Xwegîhandina xwarin, tenduristî û perwerdehiyê zehmet bûye.”
‘Hîna mûçe nehatine girtin bi buhabûnê heliya’
Denîzê daxuyakirin ku mûçeyê asgarî bûye sedema ji karderxistina karkeran lê di holdîngên mezin de jî ev tê jiyîn. Denîzê ev tişt anî ziman: “Mûçeyê asgarî di enflasyonê de ji sedî 64 tê dîtin. Ji aliyê TUÎK’ê ve ji sedî 50 zem hat ser mûçeyê asgarî. Ji 1’ê Çile şûnde zem hat. Zema mûçeyê asgarî di meha sibatê de dikeve destê me. Lê hîna zem neketiye destê me heliya jî.”
‘Hewl didin jinan ji navendên kar bidin alî’
Denîzê daxuyakirin ku Tirkiye di nav welatên ku betaliya jinan lê herî bilind e ye û wiha bi lêv kir: “Dema îstîhdama jinê tê gotin, ger jin ducanî be, welidîn hebe, zarok, kal û pîr hebin îstîhdama jinê nayê qebûlkirin. Gelek kes tên dibêjin bila karkeriya jinê tunebe. Mêr ji jinan ji sedî 27 zêdetir heqdest digirin. Betaliya jin û ciwanan gelek zêde ye. Jinan di şertên nîv demê de didin xebitandin an jî ji kar didin alî.”
‘Patron û karker wek hev bacê didin’
Denîzê destnîşan kir ku mûçeyê asgarî ji ber birînên bacê di bin hejmara ku hatiye aşkerakirin de dimîne û DÎSK’ê di vê mijarê de bi daxwaza edaletê gelek daxuyanî dane. Denîzê di berdewamiyê de wiha vegot: “Divê ji kesên ku zêde qezenc dikin zêdetir bac bê girtin. Lê li welatê me berovajî vê ye. Karker û patron wek hev bacê didin. Hejmara kesên bê sendîka dixebitin gelek zêde ye. Her ku mûçeyê asgarî zêde dibe hejmara kesên bê sîgorte dixebite zêdetir dibe. Mirovan neçarî karê bê ewle û di bin mûçeyê asgarî de xebitandinê dikin.”
‘Rêxistinbûn hêza herî mezin e’
Denîzê di dawiya axaftina xwe de banga rêxistibûnê li karker û betalan kir û wiha got: “Çi tê serê me ji nerêxistinbûnê tê. Divê em sendîkayî bin. Divê em li qadan li kolanan li her derê bi hev re tevbigerin û xwe rêxistin bikin. Rêxistinbûn li vî welatî wê hêza herî mezin be.”