Li dijî tundiya civakê û pirsgirêkên aborî li ber xwe da

  • 09:03 3 Tîrmeh 2024
  • Ked/Aborî
 
MÛŞ - Gulbarîn Şancî ya 66 salî ku li navçeya Milazgirê qehwexaneyekê rêve dibe, weke yekane rêvebera  jin a kafeyê li navçeyê balê dikişîne. Gulbarîn dibêje, "Ez bi xwe bawer bûm û min zext qebûl nekirin. Tevî ku ez gelekî ciwan bûm, ez li ser lingan mam."
 
Krîza aborî bi taybetî bandorê li jinan dike. Lêçûnên hikûmetê yên ji bo şer û polîtîkayên neçareserkirina pirsgirêka kurd  gelê Kurd û jinên kurd di her warî de tengav dike. Jinên esnaf hem bi krîza aborî, hem jî bi zextên civakî û hem jî bi zextên dewletê re neçar in têbikoşin. Yek ji jinên ku bi van zextan re rûbirû maye jîGulbarîn Şancî ye.
 
Şert û mercên jiyanê zehmet in
 
Gulbarînê ya  ku di 33 saliya xwe de hevjînê wê jiyana xwe ji dest daye, bi sê zarokên xwe re dest bi têkoşîna jiyanê dike. Yek ji zarokên Gulbarînê ku niha 66 salî ye tevlî PKK'ê dibe û piştre şehîd dibe. Gulbarîn ku kurê wê jî di girtîgehê de ye, debara malbata kurê xwe jî dike. Gulbarînê got, “Zarokek min niha di girtîgehê de ye. Hevjîn û zarokên wî hene.  Diviyabû min hem debara mal û zarokên wî, hem jî li girtîgehê alîkariya wî bikira. Helbet şert û merc ji bo min zehmet in ji ber ku kesek min tune ye. "Tu kes tune ku piştgiriyê bide min." 
 
Bixwe darên parkê avdide
 
Gulbarînê, anî ziman ku di sala 2011'an de di erdheja Wanê de ew li wir bû û diyar kir ku piştî erdhejê vegeriyaye Milazgirê û parka ku niha bi rê ve dibe 4 sal berê hatiye çêkirin, lê tu kesî rêveberî negirtiye ser milê xwe. Gulbarînê got, “Parlamenterê me yê wê demê Demîr Çelîk li vir bû û min ji wan xwest ku vê parkê bi kirê bidin min da ku ez bixebitînim.  Ji ber ku min nû vekiribû sala ewil ji min kirê negirtin. Materyalên min tune bûn û min zêde lêçûn kiribû. Ez faturayên xwe bi rêkûpêk didim û piştî salekê min dest bi dayina kirêyê jî kir. 10 sal in ez li vê parkê dixebitim. Min alîkarî ji tu kesî negirtiye. Mînak min hemû darên parkê bi destên xwe çandin û ez bi destê xwe yek bi yek av didim. Ji ber ku dînamo tune ye, avdana daran dibe karekî pir zehmet. Bi hatina mehên havînê re dest bi avdanê dikim, ev jî carinan dibe sedema qutkirina avê; Ev rewş karê min hîn dijwartir dike. Zehmetiyên ku min li vir kişandin bêhejmar in. Eger li parkê kanî bihatana çêkirin, dê ji min re hêsantir bibûya û min karîbû tiştên çêtir bikira."
 
Armanca wê peydakirina derfetên kar ji ciwanan re ye
 
Gulbarînê, anî ziman ku li Milazgirê ciwanên ku li tu derê kar peyda nedikirine hene û dema ku qehwexane vekir xwest ji bo ciwanên ku nikarîn kar bibînin û xwendekar bûn derfetên kar biafirîne û wiha got: "Ciwanan ji min re got,' Dayê, tu parkê kirê bike, em ê li cem te bixebitin.' Piraniya ciwanên Milazgirê bi min re dixebitin û bûne xedî kar. Ji ber ku zarokên min nînin ku bi min re bixebitin, niha hemû xebatkarên vê derê ji Melazgirtê ne û ez jinek bi tenê me."
 
'Piraniya ciwanên bi min re dixebitin bûne pispor'
 
Gulbarîna ku dixwaze di karê xwe de ji ciwanan re îmkanên îstîhdamê biafirînewiha dewam kir: "Niha jî hewl didin min ji vir derxin, lê bi xwe nikarin ewqas ciwanan bixebitînin. Hemû xebatkarên min lêçûnên wan ên zanîngehê hene. Niha li vir piraniya wan xwedî kar in, ez dizanim ku yên dixwazin min ji vir derxînin, nikarin wek min ji bo gelek ciwanan îstîhdamê biafirînin."
 
Krîza aborî dijwar e
 
Gulbarînê, anî ziman ku ji ber krîza aborî di kirîna malzemeyan de ji bo kargeha xwe zehmetî kişandiye û diyar kir ku ji ber vê sedemê nikarin heqê malzemeyan bidin. Gulbarinê da zanîn ku piştî firotina berheman pereyê berhemên stendine dide û got: "Esnafê ku ez ji wan dan û stendinê dikim, karê min hêsan dikin û zêde zorê li min nakin. Mînak ji bo anîna cemedê min 50 hezar lîre divê bida. Lê min ji esanfê ku jê kirî re got ku ez nikarim bi carekê re vî pereyî bidim heftê hinekî bidim. Wî jî qebûl kir."
 
Ew li şûna zarokê xwe xema darên xwe dike
 
Gulbarîn a ku hemû darên li parkê bi destên xwe çandin, diyar kir ku çawa li darên xwe xwedî derdikeve û wiha got: "Ez li şûna zarokê xwe yê jiyana xwe ji destxwedî li van daran derdikevim û bi vê dilê xwe xweş dikim. Dema ku min ewil çandin, min hemû xwedîkirina wan bi destên xwe kir. Niha dema ku ez dibînim darên ku min çandine bi vî rengî mezin dibin, ez hê bêtir kêfxweş dibim ji ber ku dizanim ev hemû karê min e. Ev baxçe keda min e. Ev kargeh ji bo min baş e. Ji ber ku ez bi saya v debara zarok û neviyên xwe dikim."
 
Yekane jina ku li Milazgirê kafe vekir ez im'
 
Gülbarinê, da zanîn ku ev ne karê yekem e ku wê kiriye û dibêje ku dema zarokên wê biçûk bûne wê çayxaneyeke din jî xebitandiye.  Gulbarinê, anî ziman ku dema wê kargeha xwe vekiriye ji ber zextên malbatî û civakî gelek zehmetî kişandine û her kesê li derdora wê bi hişmendiya eşîrtiyê nêzî wî bûne û got, "Tu kesî nexwest ez bixebitim, lê min hişmendiya eşîrtiyê qebûl nekir. Kargeha xwe ya yekem bêyî alîkariya kesan min vekir, wê demê 2 xebatkarên min hebûn, ez êvaran paqijiyê dikim.  Ez bawerim ku mirov bi xwe bawer be dikare her karî bike. Tevî zehmetiyên ku pê re rû bi rû mam jî min dest ji têkoşîna xwe berneda."
 
'Di dawiya her demsalê de, ez deyndar dimînim'
 
Gulbarînê, anî ziman ku ji ber şert û mercên aborî yên heyî zêde pere ji kargeha wê nemaye û tenê dikare debara xwe bike û wiha got: “Ez di dawiya her demsalê de deyndarê firoşkarên mezin dimînim û hewl didim van deynan bi dawî bikim. Destpêka her demsalê. Ji ber ku gelek kes li ba min dixebitin û tiştek ji min re namîne."
 
'Divê her kes li ser piyên xwe bisekine'
 
Gulbarînê, anî ziman ku dixwaze her kes weke jin û dayikekê li ser piyan bisekine û wiha pê de çû, "Ez ji vir bang li hemû dayikan dikim û dibêjim; ji bo zarokên xwe fedakariyên mezin bikin. Ji bo ku mirov li derve bi ser keve divê mirov li malê jî serkeftî be."
 
Ji jinan re peyam
 
Di dawiyê de Gulbarînê ev peyam da: "Jin ger bi xwe bawer bin dikarin her tiştî bi dest bixi. Peyama min ji hemû jinan re ji vir ew e ku ger bixwazin dikarin her tiştî bi dest bixin."