'Em nikarin debara xwe bikin'

  • 09:03 13 Tebax 2024
  • Ked/Aborî
 
Şehrîban Aslan
 
RIHA - Hayriye Îdi û keça wê Rukiye Îdi ku li Curnê Reşê firîngiyan diçînin balê dikişînin ser zehmetiyên ku di vê pêvajoyê de jiyane. Rukiye wiha got: “Eger fabrîqe bûya me evqas ziyan nedidît. Lê ji ber ku kargeheke me nîne, di firotinê de zehmetiya me heye, ji ber wê jî em neçar in ku erzan bifroşin."
 
Qeyrana aborî her ku diçe kûrtir dibe, ji ber polîtîkayên şer ên dewletê li Kurdistanê dimeşîne ev qeyran girantir dibe. Kurd ji bo debara xwe bikin neçar dimînin ku ji biharê dest pê dikin wek karkerên demsalî biçin bajarên rojava. Yek ji van malbatan Remziye Îdî û malbata wê ye ku li navçeya Curnê Reş a Rihayê dijîn. Remziye û malbata xwe ya ku bi salan li bajarên rojava zehmetiyên mezin dikişandin, di van salên dawî de biryar dan ku li navçeya xwe firîngiyan biçînin. Lê belê malbat diyar dikin ku berhema ku hildiberînin zirara wan nayê telafîkirin û ji bo hilbijarîna bi tonan firîngiyan fabrîqeyek pêwîst e. Her wiha malbat diyar dike ku ne wiha be wê xisara wan gav bi gav zêde bibe.
 
Hayriye Îdi û keça wê Rukiye Îdi ya ku li Curnê Reşê firîngiyan diçînin serpêhatiyên xwe anîn ziman û zehmetiyên karê hem li zeviyê û hem jî li malê anîn ziman.
 
'Wextê me yê razanê jî nîne'
 
Rukiye Îdî ya ku di zeviya fiîngiyan de dixebite dibêje ku ew serê sibê zû ji xew radibin û dest bi karê malê dikin. Rukiye wiha got: “Dema karê li malê qediya, vê carê em rasterast tên qadê. Xebat li qadê dest pê dike; Em firîngiyan berhev dikin, dixin selikan û selikan digihînin motorê. Dema em li vir karê xwe diqedînin, êvarê em vedigerin malê. Em neçar in li malê xwarinê çêkin, cil û bergên kar bişon û li zarokan xwedî derkevin, em hew lê dinêrin nîvê şevê ye û wextê me yê razanê jî nemaye."
 
'Xebatkirina li qadê kedeke mezin dixwaze'
 
Rukiye diyar dike ku xebata li zeviyê bi serê xwe hewldaneke mezin dixwaze û wiha dibêje: “Em di tevahiya salê de ax, şitil, gubre û giyayan jê dikin. Em şitlan yek bi yek bi destan diçînin. Em serê sibê tên û av didin. Ji ber ku ax xwelî ye em nikarin têkevin hundir, ji ber vê yekê divê em lê xwedî derkevin. Dema ku firîngî digihîjin, zehmetiyên din dest pê dikin. Em wan hêdî û bi nermî berhev dikin da ku zirarê nebînin. Tevî van hemû hewldanan jî, berhemên ku em distînin têra qezenca me nake. Bi taybetî di qonaxa mezinbûnê de, firîngî gelek caran ji hêla kêzikan ve zirarê dibînin. Di vê rewşê de em berhemên ku bi deyn dikirin difroşin û dîsa deyn didin.”
 
'Eger fabrîqe bûya me yê ewqas zirar nedîtiba'
 
 
Rukiye destnîşan kir ku malzemeyên ku ji bo çandina firîngiyan dikirin biha bûn û destnîşan kir ku diviyabû firîngiyan bi erzanî bifiroşin. Rukiye got, “Eger li Hîlwanê kargehek hebûya, em ê berhemên xwe rasterast li wir radest bikin. Ger fabrîqe bûya me evqas zirar nedidît. Lê ji ber ku fabrîqe tune, em di firotinê de zehmetiyê dikişînin. Em neçar in ku bi erzanî bidin."
 
'Xeyalê min pêk nehat'
 
Rukiyeyê wiha got: “Min heta dibistana amadeyî xwend. Ji ber zehmetiyên aborî min nekarî bixwînim. Hemû berpirsiyariya malê ket ser milê min. Bavê min nexweş e, diya min dîsa wiha. Ji ber van şert û mercan min nikarîbû bixwînim, lewma min dev ji dibistanê berda û min berpirsyarî girt ser xwe.  Xeyalê min a herî mezin ew bû ku bibim doktorê zarokan, lê ev jî pêk nehat."
 
'Em nikarin debara xwe bikin'
 
Hayriye Îdî ya ku tevî nexweşiyên xwe li zeviyê dixebite jî dibêje: “Ne roj û ne jî şeva me heye. Em bi berdewamî dixebitin, hem li mal û hem li ser zeviyan. Di destên min de nexweşiya sedefê heye, divê ez neçim nav vê hawîrdora toz, lê em mecbûr in, ez têm ser kar. Zêdeyî meh û nîvekê ye em li qadan in, timî li ser piyan in. Ji xeynî mal û zeviyê ez debara dapîra xwe jî dikim, gelek nexweşiyên wê hene, hemû hewcedariyên wê dibînim. Ez nikarim bibînim, ez nikarim bibihîzim, û ez hewl didim ku herim gava ku derfetê min hebe. Ez ji zarokatî û xortaniya xwe de dixebitim û heta niha jî dixebitim. Em berê ji bo kar û barên xwe diçûn Yozgat, Tokat û gelek bajarên din ên Rojava, lê me fêm kir ku ev yek pêk nayê. Çend sal in me li zeviyê xwe firîngî çandine. Ji xeynî vê tiştekî ku em bikin tuneye. Lê em zirarê dibînin. Em nikarin debara xwe bikin."