Pêşengekî Şerê li dijî Jinê Hatiye Destpêkirin: Îmam Gazalî

  • 09:03 22 Tîrmeh 2022
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
Em êdî berpirsiyartiya axaftina wêrek hildigirin ser xwe. Zayendîtî li ser vê erdnîgariyê veguheriye îdeolojiyeke komkujiyê. Loma divê em wekî jinên li ser vê erdnîgariyê berpirsiyariya ketina pêşiya heqîqetê ya zayendîtiyê hilgirin ser xwe. 
 
Figen Aras
 
Dema em têkiliya di navbera zayendîtiyê û pîrozbahiyê de lêkolîn dikin mijara ku mirov herî zêde li ser disekine polîtîkayên Îmam Gazalî yên li ser zayendîtiya jinê ye. Balkêş e nêzakîtiya li hember vî kesî di asta dîtineke pîroz de ye. Lê belê piştî mirina Pêxember Muhammed, Îmam bûye referansê qedexekirina fikir, lêpirsîna heta sedsala 10'an hatiye domandin. Bi vê re li erdnîgariya ereban derbasî serdemeke tarî hatiye kirin. 
 
Gotina Gazali ya "Jin dişibe nefsê, dema tu wê serbest berde wê serî rake, wê te li dû xwe kaş bike, lê dema tu bi şid pê bigire tê bibe xwediyê wê" ya derbarê jinê de îfadeya herî zelal a psîkolojiya tirs û nefretê ya li dijî jinê ye. Li gor Gazalî dema di civakê de zayendîtî pêş bikeve û saziyên derbarê vêya de were avakirin encax civak bê kontolkirin. Li gor Gazalî dema alava zayendiyê ya mêr di rewşa erîksîyonê de be aqlê xwe ji sisê yek berdide. Hinek jî îmana xwe ji sisê yek winda dike. Îmam dema têkiliya di navbera zayendîtî û pîrozbahiyê de datîne bang li mêr dike. Dibêje ji bo li dijî Kabeyê bêrêzdarî çênebe di dema hevşabûnê de berê xwe bi Mekkeyê vekin. Dema em vegerin serî em dibînin ku rituelên pîroz ên bi pêşengiya jinê li peresgehên di serdema mîtolojîk de vediguhere olên yekxwedayî. Ev jî bi berpirsiyariya mêr a li hemberî makena pîroz a di dema hevşabûnê de pêk tê. 
 
Cîhana kesên dema dibin evîndarê jinê xwe digihêjînin eşqa îlahî: Fikra tasavvufê 
 
Li cîhana îslamê zayendîtiya jinê wekî çalakiyeke şeytanî ya divê bê kontolkirin tê dîtin. Ji aliyekî jî em bi mirovên xwediyê fikra tasavufê ye ras tên. Ev kes jî jinê wekî teyisandina xweda dibînin. Li gor Fetna Ayt Sabbah jineke xweşik li gor muslumaneke muhafazakar şeytan bi xwe ye. Li gor sufiyan jî teyisandina xweda ye. Gelek carî girtina dest a zayenditiya jinê ya mutasavvifan ne bi pirsgirêk e. Li gor hinek kesên xwediyê tasavufê mêr ji bo bigihêje eşqa îlahî divê berê bibe evîndarê jinê. Bi eşqa jinê aram dibe û kamil dibe. Ev eşqa mecazi-beşerî mêr digihêjîne eşqa îlahî. Sufi ji vê re dibêjin ebced. Çîroka Leyla û Mecnûn mînaka vê yekê ye. Îmam Gazalî jî zayendîtiya jinê wekî belayeke li ser civakê dibîne. 
 
Halê dogmayê yê olê wekî rêbazeke fikir dibîne ji bo parastina meşrûtiyeta îktidaran bûye rêyeke hêsan. Heta ku em di nava bûyerên di dîrokê de bifetisin em li ser zihniyetên bandor li wan serdemana kirine bikaribin analîzan bikin wê çêtir be. Em êdî berpirsiyartiya axaftina wêrek hildigirin ser xwe. Zayendîtî li ser vê erdnîgariyê veguheriye îdeolojiyeke komkujiyê. Loma divê em wekî jinên li ser vê erdnîgariyê berpirsiyariya ketina pêşiya heqîqetê ya zayendîtiyê hilgirin ser xwe.