Xwezanîbûn esasê hemû xwezanîbûnan e

  • 09:05 21 Nîsan 2023
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
"Divê em ji cihekî dest pê bikin. Divê em hestên aydiyetê pêşbixin, hevsengiya jiyan-mirin-jiyanê bizanibin û ji bo jiyanê jî watedarkirinên xwe kom bikin.  Ez ji bo jinan ferzce. Dema em di armanca xwe de zelal bin wê demê em ê rêbaz û potansiyela heqîqetê baştir fêm bikin."
 
Nagîhan Akarsel
 
Ev rastiyeke çavkaniya fikrên Hermes ji feraseta civaka xwezayî ya jinê pêk aniye xwedî dike. Lê dema Hermes de êdî jin tunebûn. Ligel vê nirxên ku jinan afirandiye ji bo Hermes damara zanînê bû. Li dijî mêrê kurnaz û li her qadê serdest, xwe pêşxistin û avakirina zanînê girînge. Ev yek ji rêbazên esas ya nêzîkatiya li hember heqiqetê ye.
 
Ev tenê mînakek ku yên dîrok çêkirine nayê dîtinê ye. Tişta di mînaka Terzî Hermes de tê vegotin xwedabûn bi zanistê re wekhev e. Jineolojî bi qasî vê zanebûnê fêm bike ji rastiya civaka li dora jinê pêş ketiye tevdigere. Tê gotin ku serdema-hesin-demîurgos destpêka pergala serdest ya li ser jinê hatiye avakirinê. Di felsefa Hermetîk de şopên çanda neolîtîk heye. Yên pir daxwaza wan heye dibin perestgeha Îsîs. Li ber derî peykerê Îsîs heye. Îsîs di mîtolojiya Misirê de Xwedavenda Bereketê ye. Îsîs runiştiye ruyê wê girtiye li ser çongên wê pirtûk heye. Jineolojî diyar dike ku ew rûpûşa ruyê Îsîs bi paradîgma ku jinê esas digire dikare bê rakirin. Şîroveyek wisa dike. Di vir de rêbaza Hermeneutîk dertê pêş me. Yek ji rêbaza Jîneolojiyê  hermeneutîke.
 
Wek kesên tasavufî dibêjin di felsefa Hermetîk de lêgerîna çi bê kirin di esasê de bixwe re digere. Yanî li derve nagere. Ger xwe bizanibe her tiştî dizane. Rêgeza Sokrates ya ‘Xwe bizanibe’ belkî jî yekem rewşa sîstematîke. Dîsa Abdullah Ocalan dibêje ‘tu bixwazî xwe û kuantumê bizanibî, ewil xwe bizanibe!’, ‘Xwezanîbûn xwezanîbûna hemû zanînê ye’. Ev tespîtên gelek girîng in. Tespît dişibin heye. Çavkaniya esasê piştrast dikin.
 
Li dijî newekheviya kirde-nesneyê sekn
 
Ji ber van tiştên me vegotin tê fêmkirin ku ziman û rêbazê jineolojiyê ji rêbazên pozîtîvîst a modernîteya kapîtalîst cudatire. Lê li şûna redkirinê di van rêbazan de jî para heqîqetê heye û li gor vê tevdigere.
 
Li dijî rastiyên ku pozîtîvîzmê diyar kirine disekine û li dijî zîhniyeta ku nesnebûnek hişk esas digire disekine. Hewl dide  nesnelbûnê û girêdayê wê kirdebûnê fêm bike. Lê dema  pozîtîvîzmê bînin ser kirdebûnê wê demê heqîqet nezelal dibe. Bêguman têgehên kirde û nesneye hene. Wê hebin. Ne diyare ev kirde rastin an na. Di esasa van têgehan de rêgazên ji aliyê lîberalîzmê ve hatine hilberandin bi xeter in. Heqîqet bi şopandinê pêkane.
 
Rêbaza ku ewil xweza piştre jin kiriye kole û civak kiriye nesne baş bê fêmkirin. Newekheviya kirde-nesneyê beriya her tiştî li ser jin û xwezayê serdestiya xwe dike. Sermaye û desthilatdarî li ser vê xwe pêş dixînin. Di vê esasê de jineolojî ne xeteke gerdunî ya raste rast ne jî yekparêziya bêdawî esas digire. Li şûna vê rêbaza diyalektîka ku tune nake, qaliban dişkîne esas digire. Bixwebawerbûn, xwedî hişmendîbûnê, di ferqa hêza xwe de bûyîn û bi hêza xwe bawer bûn rêbazên esas in. Jineolojî ji alternatîfan re vekiriye û bi rêbazên ku civaka demokratîk bide xuyakirin, bersiv dide û van rêbazan esas digire. Xwebûn armanca jineolojiyê ya esas e.
 
Li şûna encamê
 
Ev hemû mijar bi qasî ku her yek cuda cuda bên vekirin girîng in. Dema ev mijar bê vekirin bêguman divê zimanek hevpar bê bikaranîn. Lê wek min got zanînên xwe vegotin û zelalkirin hînek demê dixwaze. Di dawiya her nivîs her sohbetê de di encama rîska ku em dikevinê de ger em bizanibin em çi dikin bêrîka xwe wê demê em bi pêngavên xurt berbi serkeftinê ve dimeşin. Divê em ji cihekî dest pê bikin. Divê em hestên aydiyetê pêşbixin, hevsengiya jiyan-mirin-jiyanê bizanibin û ji bo jiyanê jî watedarkirinên xwe kom bikin.  Ez ji bo jinan ferzce. Dema em di armanca xwe de zelal bin wê demê em ê rêbaz û potansiyela heqîqetê baştir fêm bikin.