Yên wate bi wateyê parastin: Êzidî
- 09:02 19 Gulan 2023
- Nîqaşên Jineolojiyê
“Wate li her qada jiyanê hatibû nexşkirin. Dayê Mercan bi kevn bersiva pirs ‘Çima cilên spî li xwe dikî’ da. ‘Ji ber em jê hez dikin’. Hemû tiştên dikirin ji ber jê hez dikirin, pêk dianîn. Tiştên jê hez nekin, nakin. Jiyana ji hezkirinê qut, ji wan dûr bû. Wan bi hezkirinê her tişt watedar dikir.”
Nagîhan Akarsel
Hinek sir hene. Di demê de veşarîne. Ev sirên sondxwarî ne. Hinek rû hene. Qêrînan êşan dihewîne. Bi wan rûyan re êş sedhezaran carî nû dibin. Her nêrînek êşek e. Di her ronahiyê de parçeyek ken heye. Êş dikevin ser ken. Sirên ligel êşan hene. Sirên di kokên daran de, di baskê çûka bi coş de…
Her serê mehê zanîna axa nû dihewandin ev zanîn li esmanan nexş dikirin. Ev zanîn yek bi yek dihûnandin, li hember rojê dikevin rêzgirtinê. Li gorî hinekan Êzidî, li gorî hinekan Êzidiyatî li gorî hinekan Ezdayî, Ezdî û Yezîdî. Lê ew? Ew ji xwe re dibêjin çi? Ev mirov çima hatin lanetkirin? Ev mirovên di teslîmiyeta rojê de çima di hedefa cîhanê de bûn. Lê ew jî mirovên ku parçeyek nanê xwe bi mirovên ligel xwe re parve dikirin bû. Ev mirovên nirxê didin dar, kevir, kulîlk, av, behr, agir, rojê di hedefê de bûn. Jiyana wan pir zelal û xwezayî ye. Bi rastî mirov di alî fêmkirina ku çima hedef tên girtin de zehmetiyan dikşînin.
Zanist ji bo çi hebû
Di vê serdema zanistê de çima ew nedihatin fêmkirin? Zanist ne fêmkirin bû? Çima me mirovên ligel xwe fêm nedikir? Ger em fêm nekin û zanist jî neyê fêmkirin de wê demê zanist çiye? Zanist ji bo çi hebû? Em di vê nivîsa xwe de di heqîqeta Êzidiyan de di serî de wateya zanistê, ber bi wateya jiyan, heqîqet û jinê ve diçin. Em ê li ser wateyên winda bûne bisekinin. Em lêpirsîna ku me çiqas ber bi heqiqetê ve dibe biçin.
Dem di rondikên wê dayikê de cemidî bû
Wê dayikê digot dem niha ye. Çavên wê êşiya gelekî vegot. Dema ku destê xwe radikir û nifir dikir serhildana wê êşê diqîriya. Asîmanê ji asîmanê şerm dikir. Jiyana wan bi komkujî, hêviyên hatine tunekirin xeyalên hatine serobinokirin tije bû. Bi fermana dawî ya mirovahiyê şahidiya wê kir pirên di navbera dil û mejiyên mirovahiyê de hilweşiyan. Me şahidiya qêrîna dayikan kir. ‘Ez dayik im, ez zarokên xwe dixwazim. Zarokên min bidin min.’Ev gotin bûbûn qêrîna ax û erdnîgariyê. Min ev dayik di tebaxa 2014’an de di komkujiya Şengalê de di televîzyonê de dîtibû. Porê wê yê spî ketibû ser rûyê wê, fîstanê wê yê spî hemû bûbû ax. Lêvên wê ji tîbûnê ziwa bibûn. Li ser rûyê wê rondik hebûn. Destên xwe rakiribûn nifir dikir. Dem li wir di rondikên wê dayikê de cemidî bû. Em kesên li ser ekranan jî fêrî temeşakirina êşan bibûn û carek din ji heqîqetê dûr ketibûn. Em bibûn mirovên ku tehemulê mirina zarokan dikin, tehemulê birçîbûnê dikin bûn. Wê demê ji jiyana me hemûyan tiştek kêm bû. Em bûn civakek ku tiştekî hîs nakin.
Wê rêbaza me çi bûya?
Komkujiya li hember Êzidiyan wek fermana 74’an ket qeydan. Li ber çavê hemû cîhanê ev komkujî pêk hat. Bi vê komkujiyê re em fêr bûn ku civaka Êzidî di gelek fermanan de derbas bûye. Çima gelo? Civaka Êzidî ya ku ji bilî baweriya wan nasnameyek wan tunebû çima bûn hedefa DAIŞ’ê? Çima jinên Êzidî? Me di hişê xwe de hesabpirsînek kir. Ev zanîn gelek bi nirx bû. Ji bo ev zanîn bê vegotin pir ked dixwest. Vê zanînê li aliyekî çeteyê DAIŞ’ê li aliyê din jî jin vedigot. Lê gelo me yê şopa vê zanînê çawa bişopanda? Wê rêbaza me çi bûna? Em ê çawa bigihişta heqîqetê. Gotinên dayikê ya ‘ez dayik im’, an jî ‘Ez dî’, ‘Ezda’ yek bi yek di dilê me de digeriya.
Çima jinên Êzidî?
Heta niha me digot dîrok ji yek çemî diherike. Em wisa hatibûn qenehkirin. Wê dîrokê dikaribû rê bida ber jiyana me. Ji bilî vê alternatîf tunebû. Em wisa hatibûn qenehkirin û wisa jiya bûn. Em ne di ferqa tu tiştekî de bûn. Me fikrên xwe hîs nekir, em pragmatîst nêzî zanînê dibûn, bi zanebûnê kêfxweş nedibûn, bi zanebûnê me hêz û xurtbûn fêr kiribû. Êzidiyatiyê di nav xwe de çandikek bi heybet dihewand. Ev kodên çanda bi kuliyatê ava bibû hîna li bende fêmkirinê bû. Belkî jî ew kod bên fêmkirin wê bixwe xweserbûna xwe re bê gel hev. Hedefgirtina jinên Êzidî rewşeke ji rêzê û tesaduf nînbû. Di vir de encamên ku me bi dest xistin wê ji bo me di gelek mijaran de bibûna rehbet. Em bi pirsa jinên Êzidî derketin û her ku em kodên zanîne û çandê fêr bûn wê cihê xwe jî bidîta.
Ferman
Di dîrokê de Êzidî wek qewmê lanetkirî dihat destgirtin. Ji ser agahiyên heyî Êzidî qewmê lanetkirî bû. Yên ji riya heq derketibûn e. Yên li alî Şeytan cih digirin, îxanet li xweda kirine. Yên qirêj û pîs in. Çûyina nêzî wan guneh e. Li malên wan xwarina xwarinê guneh bû. Gelek mînakên wisa hene. Mînak dikarin bên zêdekirin. Ji ber vê jî her cureyê komkujiyê li wan rewa dihat dîtin. Piranî li bajarên Seyhan û Şengal ên Başûrê Kurdistanê û gundên Musulê, li bajarên Erîvanê yê Ermenîstanê, bajarê Tîflîs ê Gurcistanê, li bajarê Cizîr û Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê, li Mîdyad, Stewr, Nisêbîn a Mêrdînê, li Serêkaniyê, Wêranşar, Pirsûs a Rihayê, li Çinar, Bismil a Amedê, li Misirc û Beşîrî ya Êlihê, li Kîlîs û Dîrokê û gelek bajarên Ewropayê jî dijîn. Serjimara wan 75 mîlyon bû û di encama fermanan de niha li hemû cîhanê di navbera 700 hezar û 800 hezarî de ne.
Bi têkiliya di navbera wate û heqîqetê de bawer dikin
Çavkaniyên nivîskî yên Êzidiyan jî ne zêde bûn. Vê jî rêbaza lêkolîna me diyar kir. Ji ber fikaran agahiyên xwe temanetê kaxiz û pênûsan nekirine. Agahî û zanînên xwe emanetê xwe dikirin. An jî emanetê kesên pê bawer dianîn, dikirin. Digotin ‘şîretan li mirovên vala nekin’. Divê agahiyên wan teslîmê kesên pê bawer dikirin bikirana. Divê ev zanîn ji herikînek ku xizmetê ji jiyanê re dike bihata kirin. Baweriya xwe wek zanist digirtin dest. Bi têkiliya di navbera heqîqet û wateyê de bawer dikirin. Ji vê baweriyê wêdetir terza jiyanekê esas digirtin. Ji nivîsan wêdetir bi gotin, helbest, stranan ev zanînên xwe radigihandin. Heqîqet ji aliyê Êzidiyan ve bi rêbazên xurt û nav jiyanê dihatin destgirtin. Li gorî rihê demê bi awayekî kûr dihat destgirtin. Êzidiyên ku tevlî kronolojiya dîrokê nebûn parçeyek çanda muxalîf bûn. Bawer dikin ku dîrok niha ye.
Hun çima cilên spî li xwe dikin?
Wate li her qada jiyanê hatibû nexşkirin. Dayê Mercan bi kevn bersiva pirs ‘Çima cilên spî li xwe dikî’ da. ‘Ji ber em jê hez dikin’. Hemû tiştên dikirin ji ber jê hez dikirin, pêk dianîn. Tiştên jê hez nekin, nakin. Jiyana ji hezkirinê qut, ji wan dûr bû. Wan bi hezkirinê her tişt watedar dikir. Dema dibêje ‘Em ji ber hez dikin li xwe dikin’ jî wate û çandek diparastin. Gelo ev wateya ku diparastin çi bû? Ji bo baweriya wan wek zansitek bê venasîn, hiş û têgihiştinek ferz dikir. Wateya zanistê ya ku di dilê xwe de parastibûn, fêmkirina wê girîng bû. Di vê mijarê de hemû zanînên me serobino dibûn.
Wateya rast a zanista ku têkiliya wê ji wate û heqîqetê qut bibû, dipispisîn. Êdî kêfxweş bûn, ji ber ku mirovan nanê wan bê pêşdarazî dixwazin an jî beriya xwarinê wek wan destê xwe bi sabûn û avê dişuştin. Bi kêfxweşî ev temaşe dikirin. Wekî ku bêjin ‘binêrin ev çanda me ye. Em ne qirêj in.’Dema li mirovan mêze dikirin, biriqîna çavên wan germahiyek dida dilê mirovan.
Nîşe: Berdewamiya nivîsê hefteya pêş bi sernavê ‘Lulu’ wê bê weşandin.
“Ev nivîs ji dosya mijara ‘lêgerîna çareseriya krîza Rojhilata Navîn’ ya Kovara Jineolojiyê ji hejmara 5’an bi kurtasî hatiye girtin. Abdullah Ocalan, Çareseriya Şaristaniya Demokratîk, Pirtûka duyem.”