Sekna serbilind a hebûnê: Berxwedan

  • 09:03 15 Îlon 2023
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
"Tiştên hatine jiyîn nivîsandin zehmet e. Îfadekirin wateya tişta hatiye jiyîn zehmetir e. Ev hest dikare hemû hewldanan serobino bike. Hûn di demeke ku kesên hewl didin wateyê li berxwedanê bar bikin de ne."
 
Nagîhan Akarsel
 
Ji erdnîgariyeke jiyan bexwedane vê nivîsê dinivîsim. Berxwedan gotinek hemû wateyên erdnîgariya dorpêç dike. Jiyan bi xwe ye. Sekna birûmet a hebûnê ye. Jiyan berxwedan e manifestoya tevgera azadiyê ye. Ev formula parastin, hişmendî û rêxistinbûnê ye.
 
Tiştên hatine jiyîn nivîsandin zehmet e. Îfadekirin wateya tişta hatiye jiyîn zehmetir e. Ev hest dikare hemû hewldanan serobino bike. Hûn di demeke ku kesên hewl didin wateyê li berxwedanê bar bikin de ne. 
 
Di vê demê de hûn diçin cihê berxwedanê yên li dîrokê hatine windakirin. Wek kofîya dapîra Kobanê yanî wek rojê, li cihê ku bîrina Mahmut dikewîne disekinin. Hûn dibin şahide berxwedana dayikek Tirkmen a li Minbiç ê. Hûn hêviya Şîrînê ya bayê Efrînê bi dilopek rondik di çavên xwe de dihewînin, li xwe dipêçin. Hûn li Şehbayê enerjiya pozîtîf a jinan ku çawa hev temam dikin dibînin. Li Halebê li Şex Maksut, xaniyê hilweşyayî û li ber malê dara ku kesk mayî dibînin. Tevî her tiştî jiyana berxwedêr bi heybetek mezin tê temaşekirin. Li Şengalê hûn deng didin dayikên pişta xwe dane berxwedana jinê. Ji ber vê li vê erdnîgariyê ‘jiyan berxwedane’ xwedî li nirx, çand û vê axê tê derketin. Jiyan felsefeya berxwedanê vedibêje.
 
Her gotina vê nivîsê li cihê ku berxwedan mayînde bû, li Kobanê, Minbiç, Efrîn, Şehba, Halep û Şegalê hat nivîsin. Kodên çandî yen jiyanê bi jinan hat nivîsin. Bi venasînên gerdunî yên berxwedanê, çareserkirina kodên berxwedanê ya herêmî ev nivîs hat nivîsin. Rêbazek xwe dispêre têkiliya navbera gerdunî û tîkel esas hat girtin.
 
Têgehek pradîgmayî: Berxwedan
 
Berxwedan têgehek ku wateya wê rastî paradîgmayî tê ye. Di fersenga Tirkî de beramberê wê ‘berxwedayîn, parastin’ derbas dike. Di îngîlîzî de ‘wek boykot’ tê bikaranîn. Di almanî de ‘sekna li hember’ tê gotin. Li Fars û Erebî de ‘mukavemet’ derbas dibe. Di kurdî de jî ‘berxwedan’ yanî bi hemû derfetan seferber kirin.
 
Di hemû zimanan de tê wateya berxwedan, qebûlnekirin, li dijî sekinandin. Ev bersiv wateyekê îfşa dike. Zîhniyetekê. Wijdanekê. Paradîgmayekê. Divê têgeha vê paradîgmayê bê venasîn. Paradîgma; wek perspektîf, nêrîn dikare bê venasîn. Yekem car Thomas Kuhn têgehê di wateya em dizanin de bikar tîne. Thomas li dijî feraseta kevneşopiyî têgeha ‘paradîgma’ pêş dixîne. Thomas dibêje : “Her paradîgma ji bo bersiva pirsên li ser hev kom bûne derdikevin holê. Li wê qadê destpêkirina lêpirînê ye. Rexne zêde dibin. Lêgerînên nû dertên holê. Nîqaş destpê dikin.” 
 
Di sedsala 17-18’an de bi sedema Ronakbiriyê re Serdema Zîhîn destpê kiriye. Lê paradîgma bi Bacon, Descartes, Galîleo, Newton, Wesley, Volatîre, Rousseau, Locke, Hume, Kant û Adam Smîth dihat zanîn êdî diket. Aqilmendên Sedema Zîhn hemû mêr bûn û ev jî mijareke divê cuda bê nirxandinê ye. paradîgma navê wê pozîtîvîst bû paradîgma xwe disparan kapîtalîzmê. Îdia dikine ku ev paradîgma xwe dispêre rêgeza hiyerarşi, gerdûna mekanik. Hewl didin nîşan bidin ku nesnelbûn ferze. Berhema ‘Rêgezên Matematîkê’(Principia Mathematica) ya Newton, îro wek ‘paradîgma zanistê ya Newtonî’ tê venasîn. Di vê paradîgmayê de makine û gerdun ku çawa bi rêve dibe esas digire. Her wiha nêrîna cîhanê jî mekanîk e.
 
Ev paradîgma jinan, xweza, civak û jiyanê nas dike. Desthilatdariyê esas digire. Ji ber vê Abdullah Ocalan diyar dike ku hewcedarî bi şoreşeke paradîgmatîk a zanistî heye û wiha dibêje: “Di plan û paradîgmayan hêzên şaristaniya demokratîk de pirsgirêkên cidî tûnebûna wê evqas têkçûn tûnebûna. Hewce bi rêbazeke nêzîkatiya teorik a kûr heye. Di vê mijarê de divê mirov ji gotinên ku modernîteyê dike alav xwe dûr bikin. Di vê mijarê de hewcedarî bi şoreşek zanistî ya kok heye.”
 
Diyar dike ku bi modernîteya demokratîk re beriya her titşî şoreşa zîhniyetê esas e. Di pirtûka ‘parastina gelekî’ de  bi taybet dibêje ku divê fîzîka kuantum bê destgirtin. Balkişandiye ser fêmkrina cîhana ku azadiyê îfade dike ya xwe dispêre tercîhên azad yên cîhana Kuantum. Cîhana Kuantum dişibe cîhana taybetiyên dema neolîtîk. Di vê esasê de hecedariya paradîgmayek nû di fîzîka Kuantumê de hatiye diyarkirin. Fîzîka Kuantum ku fîzîka Newton derbas kir, aniye ziman ku paradîgmayek nûye.
 
Paradîgma di vî alî de sazbûnên zanînê ya xwe dispêre zihniyet û wijdanê îfade dike. Ev sazbûnên zanînê heman demê de nêrîna li dijî wê pergalê vedibêje. Paradîgma hemû jiyanê diewîne û xwe dispêre civaka polîtîk ahlaqî. Ji Zerduş heta Manî, ji Terzî Hermes heta Halaci Mansur, di hîmên felsefeya zanistên Rojhilata Navîn de ev feraset heye. 
 
Abdullah Ocalan diyar dike ku ev felsefe ji civaka gund-çandiniyê ya jinê esas digire xwedî dibe. Mirovahiya bi civakîbûnê re gihiştiye watedarbûnê, girîng e hemû çîrokên wan yê berxwedanê bi vê perspektîfê bê xwendin. 
 
Nişe: Berdewama nivîsê bi sernavê ‘Têgeha bi zilmê bûye yek: Desthilatdarî’ wê hefteya pêş bê weşandin.