Dengê qedîm ê serdemê: Jîn

  • 09:03 26 Nîsan 2024
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
"Jîn li dijî binpêkirin û koletiya jinê banga zanîna hebûna jinê dike. Li dijî tunekirina jinan têkoşînê dide. Li dijî tabu, sûcdarkirinan serî hil dide. Dema ku hişmendiya vê dijî û têkoşîna vê dide jî bi rêbazên şerê taybet û psîkolojîk re tên rû hev. Li dijî vê dikeve lêgerîna avakirina zanînê. Li dijî biyanîbûnê xwebûnê fêr dike. "
 
Nagîhan Akarsel 
 
Em xwe dispêrin gotina ‘Jîn’.  Beyî em bikevin şîroveyên îdealîst an jî metaryalîst, em îdia dikin ku ev gotin zanîna demê dihewîne. Ji ber digihêje sedema hevsengiya ruyê erdê. Dibêje binpêkirina jin û jiyan di têkiliyê de ne. Û dibêje ev binpêkirin ji demê serbixwe nîne.
 
Em şopa vê heqîqetê dimeşînin. Em zanîna vegotinê dikin. Jineolojî gotinek cesaretê dide me. Ji Jîn xwedî dibe. Gotinek ku dibêje em kî ne. Jineolojî ji ber xwe dispêre 'Jîn’êdi hevsengiya jiyanê de zanîn û rêbazê digere. Ji Meksîkayê heta Tunusê ji Şîliyê heta Kurdistanê ji Amerîkayê heta Arjantînê jin di vê rê de pêş dikevin.
 
Fêmirina jîn j ber vê xwedî girîngiyek stratejîke. Fêmkirina ferz dike ku çîrokên erdnîgariya lê rih zindî dibin bên zanîn. Yek ji van çîrokan jî li çiyayê Zagrosê tê jiyîn. Nînhursag û Mizgîn Ronahî ku li Zagrosan tên gel hev divê rastî û yektiya fikr û rih bê fêmirin. Çîroka wan çîroka fêmkirin hîskirin û tişta hîs dike vegotine. Ev çîrok çîroka zanista jîneolojiyê ye. Ev çîrok li axa  Mezopotamya zindî dibe. Gotina Abdullah Ocalan ‘ez ez im’ me dihejîne. 
 
Belê deng ku hewcedariya me ya esas e ‘jîn’ e. Jin bi Kurdî jiyane jin e. Jîn dengê jin û jiyanê ye. Di gelek etîmolojiya zimaan de nêzî hev in. Mînak bi Hurriyî “aşt” û “asta”, bi Sumerî “nita” û “ti”, bi  Zazakî “cinî” û “ciwi”, bi  Soranî, “afratan” û “giyan”, bi Hawramî “jeni” û “jîwa”, bi Farasî “Zen” û “zendegi”, bi Yewnanî “gyno” û “bio”, bi Rûsî “zhenshchina” û “zhizn”, bi Almanî “frau” û “leben”, bi Erebî “mer’e” û “aiş, hayat”  e. Têkiliya hevpar a navbera van gotinan bi pîrozî û afrîneriyê balê dikşîne.
 
Jîn li dijî binpêkirin û koletiya jinê banga zanîna hebûna jinê dike. Li dijî tunekirina jinan têkoşînê dide. Li dijî tabu, sûcdarkirinan serî hil dide. Dema ku hişmendiya vê dijî û têkoşîna vê dide jî bi rêbazên şerê taybet û psîkolojîk re tên rû hev. Li dijî vê dikeve lêgerîna avakirina zanînê. Li dijî biyanîbûnê xwebûnê fêr dike. 
 
Dewleta şaristaniyê di xweza jinê de koletiyê  wek biyolojîk û psîkolojî ava dike. Vê jî li ser hiş, rihê me dike. Ji ber şaristanî  metabûnê, modernbûnê wek azadiyê pêşkêş dike. Hevsengiya me ya herî xwezayî  rengl wek nexweşî, sûc û gûneh tê dîtin. Lê ev hevsengî  bi latînî tê wateya “menestration”, bi sorani “suri mangane”, bi tirkî “aybaşı”, bi erebî “devreyi şar”, kurmanci, “heyvik”. Pîroze. Lê bi şaristaniyê re ev hatiye lanetkirin.
 
Xweza me ya pîroz tê texrîbkirin. Di yekitiya fikr û ramanêde, nasnameya xwedavendiyê di vê demê de herî zêde dertê pêşberîme. Reîna Eîsler di pirtûkên xwe yên Kade û Kiliç de dîroka qûtbûna ji vê vedibêje. Zindîkirian çanda xwedavendiyê ya ji nûve wek zindîkirina kevneşopiya manewî vedibêje. Di vê hevsengiyê de bi zanîna jîn pêşketin Formula ‘jin jiyan azadî’ ya veguhertin û ronahiyê ye. Ji ber zanîna Jîn hûnandina jiyana kirdebûnê ya jinê ye. 
 
Ji Çatalhoyuk heta Çayonu, ji Gobeklîtepe heta Karahantepe, gelek daneyên arkeolojîk vê pîroziyê û yekitiya wê ya bi xwezayê re vedibêje. Çûka Turna bi hêza xwe ya jiyana kolektîf re bi rastiya yek hevjînê bi gelek sembolan dertê pêşberî me. (Esra Oner, Gevher Divanında Kuşlar, Kovara Lêkolînên Civakî) lê bi pêvajoya koletiyê re çavkaniya jiyanê heybeta xwe winda dike. Enerjiya me ya herikbar dicemide. Enerjiya me ji bo lanetkirina cinnan, pîrebokan tê bikaranîn. Hestên me ji hiş tên qûtkirin. Zanînên me bê nirx tên hiştin. Ji hestên me fêde tê girtin. Têkiliya me ya bi jiyanê re wek xişk, hevjîn û dayik tê teşekirin. Hêza welidînê vediguherin makîneya velidînê. Jinên mereq dikin tên qeitlkirin. Hişê me tê parçekirin. Di hişmendiya vê de bûyîn bedelên mezin pêwist dike. Em vediguherin alavan. Keda me bê nirx dimîne. 
 
* Nîşe: Berdewama nivîsê hefteya pêş bi sernavê ‘Hişekî bi herikbariya xwe dispêre kokan bawer dike’ wê bê weşandin. 
 
* Ev nivîs ji hejmar a 26’an a dosya ‘di sedsala 21’ê de zanistîbûn bezandin’ a Kovara Jîneolojiyê hatiye girtin.