Sembola berxwedenê ya li dijî serdemê têkoşîn da: Nagîhan Akarsel 2024-10-04 09:09:21       Dîlan Babat   NAVENDA NÛÇEYAN- Di ser qetilkirina Nagîhan Akarsel re du sal derbas bûn. Haskar Kirmizigul ku Nagîhan vegot wiha anî ziman: “Ji bo jinan li taybetiyên li reçeteyan hatibûn nivîsîn nedigeriya. Ne bi aliyên qels bi aliyên xurt yên jinan eleqeder dibû.”   Nagîhan Akarsel dibêje: “Em xwe ji ser têkiliya wateya ku em bi hezkiriyên xwe re ava dikin, hev mezin dikin. Bila bêrîkirin ne valahiyê, wateyê bihêle, em ji bo vê li ber xwe didin. Ev du sale ez vê ji kurahî hîs dikim. Têkiliyên hevaltiyê çavkaniya hêza me ne.”   Nagîhanê ji Kurdistanê heta Rojava, ji Ewropyaê heta Cîhanê bi nivîsên xwe dest da hemû jinan. Nagîhanê di nivîsên xwe de kakila jiyanê vedigot.   Gotina ‘jiyana min her tim pevçûn bû’ esas girt    Nagîhana ku gotina Sakîne Cansiz a "Her pevçûn bû jiyana min"ji xwe re wekî felsefeyekê hilbijartibû di 24'ê Hezîrana 1977'an de li Gundê Golyazi yê Cihanbeyliya Konyayê ji dayik dibe. Li gund ji ber mêr diçûn derveyî welat dixebitîn bêtir zarok û jin hebûn û Nagîhanê bi hişmendiya parastina mafê jinan mezin bû. Birayê wê ji ber dest bi dibistanê dike ew jî dixwaze biçe û zû dest pê dike. Dibistana seretayî diqedîne û diçe Konyayê ji bo ku amadekariya zanîngehê bike.    Baweriya wê ya bi xwe û jiyanê   Nagîhanê di 1993'yan de dikeve azmûnê û puanekî baş digire. Li Zanîngeha Gaziyê beşa rojnamegeriyê dixwîne. Ji zarokatiya xwe heta mezin dibe lêgerîna wê ya heqîqetê didome. Di 1994'an de bavê wê yê diçe Ewropayê jiyana xwe ji dest dide. Nagîhanê piştre diçe Enqereyê û li wir bi 6 hevalên xwe lêgerîna heqîqetê didomîne. Derbarê vê yekê de malbata xwe agahdar nake tenê ji xwişka xwe re dibêje "ger tiştek bi min bê berpirsiyariya malê aîdî te ye. Ez bandorê li ser her kesî dikim lê belê nikarim li te bikim." Malbata wê demek dirêj jê xeberê nagirin lê baweriya malbatê bi sekna wê ya xurt tê.   Ji girtîgehê ber bi rojnamegeriyê...   Dema tê Tirkiyeyê di 2001'ê de li Enqereyê tê binçavkirin. Piştî 14 rojî ya binçavkirinê Nagîhanê dibin Girtîgeha Ulucanlar a Enqereyê. Nagîhanê di vê serdemê de Leyla Zana, Orhan Dogan, Hatip Dicle, Selim Sadak nas dike. Piştî rûniştina duyem Nagîhanê dişînin Girtîgeha Amasyayê û 5 sal şûnde tehliye dibe. Nagîhanê aliyê xwe yê xwendinê li derve jî didomîne. Biryarê dide ku zanîngeha di nêvî de maye temam bike. Li Zanîngeha Hacetepeyê xebatên akademîk dike. Di 2008'an de jî li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) dest bi rojnamegeriyê dike.   Ew ê ew fikrandina kûr min bikuje…    Nagîhanê li Enqereyê dest bi rojnamegeriyê kir. Li ku pêdivî bi çi karî hebûya ew dikir. Dilnizm bû û nedixwest di dilê kesekî de bihêle. Nagîhana ku dev ji lêgerîna heqîqetê berneda digot "Ez ê di temenekî ciwan de bimirim, çimkî ew ê vê fikirandina kûr bikuje."   Berê xwe dide çîrokên jinan    Nagîhanê di 2013'an de li ser karê jinan kûr bû û dev ji DÎHA'yê berda. Di salên 2014-2015'an de berê xwe bi Rojava vedike. Ew berê xwe dide çîrokên jinan. Her wiha li beşa Jineolojiyê ya Zanîngeha Rojava wekî akademisyen peywirê digire. Ji bo çîrokên jinên Êzidî yên bi hovîtiya DAÎŞ'ê rû bi rû man, li cîhanê belav bike vê carê berê xwe da Şengalê.   Xeyala pirtûkxaneyê   Nagîhanê piştre ji Şengalê derket çû bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê û ji rojnameya Ozgur Gundemê nivîs nivîsand. Wê tenê ji rojnameyê re nedinivîsand her wiha li Silêmaniyê di nava xebatên Jineolojiyê de jî cih digirt. Xeyalekî Nagîhanê yê herî mezin ew bû ku gundê jinê ava bike û pirtûkxaneya jinê ya mezin ava bike. Piştî qetilkirina wê jinan xeyalên wê pêk anîn. Li silêmaniyê pirtûkxane hat vekirin.    Haskar Kirmizigul ku wê demê bi Nagîhanê re xebitî di duyemîn salvegera qetilkirina Nagîhanê de pirsên me bersivand.   Haskarê da zanîn ku beriya Nagîhanê bibine, kalîteya nûçeyên wê her tim bala wê kişandiye û got: “Di nûçeyên wê de ne propaganda, zanîn, dane hebûn. Ez ji terqa wê ya ku heqîqet derdixst holê bandor bibûm.Dema min ew dît, min Nagîhaneke mutevazî, bixwe bawer li pêş xwe dît.Min her ku ew nas kir ev fêm kir. Naskirina me silavdayînek bû. Lê di 2015’an de dema dest bi xebatên jîneolojiyê kir mine w nas kir. Ez çibûm serdana wan.  Gavên ji bo jîneolojiyê kelecanek afirandibû. Gelek bi kelecan bû. Coş û enerjiyek wê ya mezin hebû. Mutevazî û naîf bû.”   ‘Nagîhan eynikeke ku xwe lêpirsîn dikir bû’   Haskarê da zanîn ku di xebatên jîneolojiyê de bi Nagîhanê re li cihên cuda be jî parvekirinên wan çêbûne û wiha pê de çû: “Tevî em demek kurt bi hev re xebitîn, bi salan ez pê re mam. Hinek mirov b i salan li gel hev dimînin lê em rihê wna nabînin. Lê Nagîhan eynikeke ku mirov xwe pê re didîtin û lêpirsîn dikirin bû. Tişta ku kesî nedîtin wê didît.  Xeyal, kelecan, hişmendî û hêza wateyê rota wê diyar dikir. Bi wê re xebat kêf û kelecanek mezin bû. Ligel wê xebat kêfek mezin bû.Taybetiya wê mezin bû bandor li mirovan dikin. Nirxa hinek mirovan dema jiyana xwe ji dest didin tê fêmkirin. Ji bo Nagîhanê tu carê nikarin hevokek wisa bêjim. Naskirina wê ji bo min şansekî mezin bû.”   ‘Çawa Şengal wek warê xwe dît, Başur jî warê xwe hesiband’   Haskarê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku taybetiya hevkar a Nagîhan û jinên hatine qetilkirin ev e ku avakarên ‘şoreşa jinê ne’ û wiha bi lêv kir: “Nagîhan li Rojava bû şahida şoreşê û avakera şoreşê. Lê li Başûrê Kurdistanê cuda. Xebatên li Başûr meşand ji bo civakîbûnê bû. Bi dildarî çû Başûr. Divê li wir jîneolojî pêş biketa. Evqas zelal bû. Dema çû jî qet negot şert û merc ne başin. Zelal bû. Wek qadek xebatê li wir mêzenekir. Çawa ku Rojava û Şengal wek warê xwe dît, Başûr jî wek warê xwe hesiband.”   Bi ser neketin…   Haskarê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Nagîhanê demek kurt de  jîneolojî û tevgera jinên Kurd vegot. Kelecan afirand.  Yên Nagîhan  qetilkirin hêvî têk nebirin.bi hezaran xeyalên Nagîhanê hebûn. Ji bo rojekê jî biçûna cihekî digot me ev wisa bikira. Mirovek wisa bû. Bi lîsteya ‘tiştên divê bihata kirin’ digeriya. Ji ber vê jî kujer bi ser neketin. Wê biser nekevin…”