‘Rêwîtiya xwe veguhert têkoşîna aştiyê’

  • 09:02 7 Cotmeh 2021
  • Portre
 
Marta Somek
 
STENBOL - Guler Bugday ku jiyana xwe da ser aştiyê di 1993’yan de kurê wê yê PKK’yî di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû. Gulerê bi gotinên ‘tiliyek kurê min be jî ez ê bibim Amedê’ û dest bi têkoşîna xwe kir. Gulerê niha di Însiyatîfa Dayikên Aştiyê de têkoşîna xwe didomîne.
 
Endama Însiyatîfa Dayikên Aştiyê Guler Bugday di temenê  biçûk de tê zewicandin û bi gotina wê bi zarokên xwe re mezin dibe. Gulerê tevî hemû zext û şîdeta dewletê dest ji têkoşîna jinê û azadiyê bernade.
 
‘Hestê zarokatiyê hîna di dilê min de ye’
 
Gulerê li gundekê Licê ya Amedê tê dinê, 6 salî bavê xwe winda dike û piştre bar dikin Amedê. 5 kur û 2 keç in. Gulerê ya biçûk e û ya herî tê hezkirinê ye. Gulerê da zanîn ku heta 10-12 salî li kolanên Amedê dilîst û hestê zarokatiyê her tim di dilê wê de hebûye.
 
‘Min bedelek mezin da’
 
Gulerê di temenê biçûk de dizewice û zarokê wê çêdibe. Gulerê wiha dibêje: “Ez 16 salî bêyî daxwaza xwe zewicîm. Zaroka min çêbû. Ez 19 salî xwedî 3 zarokan bûm. Ez bi zarokên xwe re mezin bûm. Wek gelek jinî ez derveyî îradeya xwe zewicîm. Min berdêlek mezin da. Jin êdî ne kole ne, xwedî îrade ne.”
 
‘Em koletiyê qebûl nakin’
 
Gulerê destnîşan kir ku ji zarokatiya xwe de bûye şahidê zextên mêran û wiha dirêjî dayê: “Hezkirina jinê her tim di dilê min de bû. Ji ber bêyî daxwaz dizewicandin, ev tiştekî giran bû. Gelek jinên ji bo azadiyê têdikoşin hene. Di 1985’an de min têkoşîn nas kir. Xwendin û nivîsandina min tunebû ez ji birayê xwe fêr bûm. Me gelek zilm dît. Mafê perwerdeyê nedan zarokan. Hebûna kurdan nehat qebûlkirin.”
 
‘Ez bi biryar bûm’
 
Gulerê bi lêv kir ku pirsgirêka kurd ne pirsgirêkek 40 salî ye û bi sedsalan e heye û wiha dirêjî dayê: “Birêz Ocalan pirsgirêk anî rojevê û di vê têkoşînê me jin û dayikan jî cih girtin.” 
 
Hevjînê Gulerê di 1993’yan de wefat dike û di salên 90’î de hîn dibe ku kurê wê yê tevlî PKK’ê bûye jiyana xwe ji dest daye. Gulerê wiha dirêjî dide axaftina xwe: “Kurê min tevlî PKK’ê bû. Kurê min tu car ji bîra min nediçû. Me dayikan ji bo aştiyê têkoşîn da. Di 8’ê Mijdarê de birayê min yê mezin hat. Beriya ku ew bêje min fêm kir ku Firat şehîd ketiye. Li Guleman a Xarpêtê bi 4 hevalên xwe re şehîd ket. Sala 1993’yan ji bo Amedê pir zor û zehmet derbas bû. Rojê 3-4 heb kuştinên kiryar nediyar hebûn. Mirov bê sûc dihatin windakirin. Lê ez bi biryar bûm ku cenazeyê kurê xwe bibînim. Min serî li ÎHD’ê da. Min bi parêzer re daxwazname nivîsî. Lê gotin em cenaze nadin. 3 roj beriya ku kurê min şehîd bikeve min di xewna xwe de dît. Em li ser sifra taşê bûn. Min digot xwezî Firat jî hebûya. Wê demê Firat li hember min bû. Bi destên bavê xwe yê ku sê meh berê wefat kiribû, digirt. Min li bavê wî mêze kir û got ji bo xwe efû bikin hûn hatine. Min şehadeta wî hîs kiribû. Kezeba min dişewitî. Min kurê xwe sax nedît lê ez bi biryar bûm cenazeyê wî bigirim.”
 
Gulerê piştî fêr dibe ku kurê wê li ku tê definkirin bi keç û birayên xw re diçe Xarpêtê û ev tişt bi lêv kir: “Li Emniyetê pirsa ‘kê agahî da we’ pirsîn.” Piştre dosyayek mirovên îşkence lê hatibû kirin nîşan didin û dibêjin kurê xwe teşhîs bike. Gulerê di dosyayê de Firat nabîne. Tevî tacîzê Gulerê dibêje ez xwedî li kurê xwe derdikevim.  
 
‘Tiliyek kurê min be jî ez dibim Amedê’
 
Gulerê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Ez 2-3 saetan lêpirsîn kirim. Gotin ‘ kesekî we tune, tu yê cenazw çawa bibî’. Min jî got ez wek dayikekê xwedî li kurê xwe derdikevim. Gotin belkî cenaze rizyaye jî. Min jî got tiliyek kurê min be jî ez dibim Amedê. Em bi şev li otelê man. Min sibehê kefen û betanî girt û çûm goristanê. Kurê min nîşan dan, şopa sê guleyan li ser bedena wî hebû. Min ji lingên wî nas kirin. Li ser eşofmanê wî yê li malê li xwe dikir hebû. Gelek leşker li dora me bûn. Nehiştin ez dest bidimê, ez nêz bibim. Ez gelek xurt bûm, min deng nekir. Armanca min ez Firat bigirim û bibim. Me kefen kir û kir tabûtê.”
 
Rêwîtiya bi rûmet 
 
Gulerê da zanîn di têketina Mêrdînê de li qerekolê 3 saetan ew dane sekinandin û wiha daxuyand: “Navbera gora Vedat Aydin û Firat hatibû pîvan, gotin ger ku nêzî hev bin nahêlin bê definkirin.” Gulerê bi serbilindiyek mezin Firat ber bi rêwitiya bêdawî ve oxir dike.
 
‘Ji miriyan jî ditirsin’ 
 
Gulerê her wiha ev tişt bi lêv kir: “Hîna gelek kesî cenazeyê zarokên xwe negirtine. Li hember cenazeyan rêzdariya wan tune ye. Hîna bi hezaran dayik li hestiyên zarokên xwe digerin. Em dibînin ku ji miriyan jî ditirsin. Kezeba me pir şewitî, bila êdî ev şer bi dawî bibe. Tevî her tiştî me dest ji aştiyê berneda. Li her derê em ji bo aştiyê qêriyan. Li tu derê cîhanê neheqiyek wisa li mirovan nehatiye kirin. Ji zarokên me re rêbazê nahêlin. Bila êdî zarokên kesî nemirin. Ji têkoşînê ditirsin. Ji ber dayikên ku zarokên xwe winda kirine hîna aştiyê dixwazin. Firat ji bo min nemir e. Di xwarina ez dixwim, xewa xwe, rêya dimeşim de bi min re ye. Ez xwediyê wê hêzê me. Em serbilind in. Me bi dayikên tirk re empatî ava kir.  Ji ber ku tu êş ne wek êşa zarokên mirovan e. Em banga xwe ya aştiyê dubare dikin. Bila dayik êdî negirîn, êşa tê jiyîn bi dawî bibe.”