Serkeftina têkoşîna jina kurd: Gurbetellî Ersoz
- 09:05 7 Cotmeh 2021
- Portre
Marta Somek
STENBOL - Yekemîn gerînendeya giştî ya Tirkiyeyê Gurbetellî Ersoz ku dest ji têkoşîna çapemeniya azad berneda û berê xwe da çiyê, di 7’ê cotmehê de hat qetilirin. 7’ê Cotmehê bi salane wek "Roja Rojnamegerên Jinên Kurd" tê pêşwazîkirin. Hevpîşeyên wê tevî hemû astengiyan pênûsa heqîqetê li erdê nehiştin.
Gurbetellî Ersoz di 11’ê Tîrmeha 1965’an de li gundê Akbulut ê Palu ya Elezîzê hat dinê. Dema hat dinê bavê wê li Elmanyayê wek karker dixebitî. Ji ber wê jî navê wê kirin Gurbetellî. Di dibistanan seretayî de ji ber gotinên wê yên Kurdî di navbera hevokan de derbas dibin, ferq dike ku heval û mamosteyên wê fêm nakin û ew jî matmayî dimîne. Piştî Gurbetellî fêm dike li dibistanê zimanê wê cuda ye pirsên çima, ji bo çi dipirse. Gurbetellî wiha dibêje: “Min xwend û bê navber min xwend. Heta westiyam min radyo guhdar kir û ez baş hînî tirkî bûm.”
Naskirina têkoşîn û berxwedanê
Zarokatiya wê ji gund zêdetir li Edenê derbas dibe û di ciwaniya xwe de şoreş û têkoşînê nas dike. Piştî zanîngehê diqedîne li Enstutiya Zanistên Fenê ya Çukurovayê li ser ‘Enerjî û Derdorê’ lîsansa bilind dike û gelek ji laboratuvarê hez dike. Serokê kursiyê rojekê dibêje: “Ev hezkirina te ya laboratuvarê şertê yekem yê zanyariyê ye. Lê vê ji bîr neke tiştên tu hîn dibî, tu bi kesên din re parve nekî tu wateya wê namîne.”
Tevî girtin û îşkencê di têkoşînê de israr
Gurbetellî di vê navberê de rojnamegeriyê jî dike. Di 10’ê kanûna 1990’î de tê girtin û 15 rojan di bin îşkencê de dimîne, 2 salan li girtîgeha Meletiyê dimîne. Piştî tê berdan dest ji têkoşînê bernade, rojnamegeriyê berdewam dike.
Serkeftina têkoşîna jina kurd
Gurbetellî di rojnameya Ozgur Gundem ya di 26’ê nîsana 1993’yan de bi dirûşmeya "Rastî di tariyê de namînin" de dest bi weşanê kir de, dest bi xebatê kir û bû gerînendeya giştî. Di dîroka çapemeniya Tirkiyeyê de ev yek bû û cara yekem jinek bibû gerînendeya giştî. Gurbetellî vê wek serkeftina têkoşîna jinê dinirxîne û wiha dibêje: “Bêguman girîng e ku jinek kurd dibe gerînendeya giştî. Di salên dawî de jinên kurd ji mêran xurtir rê da ber xwe. Cihê îro ez hatimê jî ligel hewldana min girêdayê vê ye.”
‘Pêşa nîşeyên digirt bernedida’
Huseyîn Aykol ku bi Gurbetellî re di rojnameyê de xebat meşandibû der barê wê de wiha got: “Di rojanemeyeke rojane de, tevî evqas êrîşên dewletê rojnameyek ku pir zehmet dihat derxistin bû. Ne di ferqa vê zor û zehmetiyê de bû. Lê ew gerînendeya giştî ya yekem a jin a Tirkiyeyê bû. Di civînan de pirsgirêk pir baş guhdarî dikir û teqez nîşe digirt. Pêşa nîşeyên digirt jî bernedida. Pergaleke wê ya xebatê ya gelek bi rêk û pêk hebû. Di têkiliyên mirovan de pir samîmî û germ bû.”
Di têkoşînê de israr
Di 10’ê Kanûna 1993’an de di roja Mafên Mirovan a Cîhanê de bi ser buroya Ozgur Gundemê de tê girtin, Gurbetellî bi hevalên xwe yên din re tê binçavkirin û tê girtin. 13 rojan di bin çavan de rastî îşkenceyan tê. Dişînin girtîgeha Sagmacilar. Di hezîrana 1994’an de tê berdan. Faliyetên rojnamegeriyê dimeşîne.
Gurbetellî ji bo jinên rojnameger yên hatine qetilkirin wiha gotibû "Ger çapemeniyê rastî binivîsiya wê evqas mirov nemiribana" û piştre dibêje "Bi xatirê te bajar, bi xatirê we bajarno" û berê xwe dide çiyê. Gurbetellî di 7’ê cotmeha 1997’an de di pevçûneke li Herêma Federal a Kurdistanê de ji aliyê pêşmergeyên PDK’ê ve tê qetilkirin.
Gotinên dawî…
Rojnîvîskên Gurbetellî piştî qetilkirina wê bi navê "Min dilê xwe li çiyan nexş kir" bû pirtûk. Hevokên "Di afirandina hawirek jiyana azad divê can û xwîna min jî hebe" gotinên dawî yên rojnivîska Gurbetellî bû.
7’ê cotmehê ku roja Gurbetellî hat qetilirin wek "Roja Rojnamegerên Jinên Kurd’ tê qebûlkirin. Paşengên wê ku pênûsa Gurbetellî dewr girtin di şopa wê de didomînin.