Qêrîna ji bo edaletê: Emîne Şenyaşar
- 09:03 8 Adar 2022
- Portre
Sema Çaglak
RIHA - Emîne Şenyaşar a ku bûye sembola lêgerîna edaletê, bandora kolandina wê ya hîmê avahiya edliyeyê ji bo lêgerîna edaletê hîna di hişê me de ye. Emîne, dibêje: “ Li vî welatî zilm zêde ye. Bila êdî edalet bê û ev zilm bi dawî bibe.”
Peyva edaletê tê wateyên dad, heq, hiqûq û qanûnê. Lê belê li Tirkiyê peyva edaletê ji wateya xwe hatiye dûrxistin û êdî tê wateya neheqî, dijhiqûqî û zilmê. Herwiha li Tirkiyê edalet bûye êş û rondikên çavên dayê Emîne Şenyaşar. Li Dayikekê bifikirin ku her roj ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê ya Rihayê dikeve rê û tê li ser betona edliyeyê ji bo ku edalet pêk bê nobeta edaletê digire. Ew dayik, Emîne Şenyaşar e ku bûye sembola lêgerîna edaletê. Emîne Şenyaşar li bi lorandina xwe re hîmê avahiya edliyeyê bi destê xwe kola û li “Edaletê” geriya. Qîrîna Dayê Emîne wijdanê kesên ji xwe re dibêjin, ez mirov im, da hêjandin û hîna jî dihêjîne.
Qirînekê ji bo edaletê...
Êşa Emîne di 14’ê Hezîrana 2018’an de dest pê kir. Piştî ku xizmên Parlamenterên AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûsê di 14’ê hezîrana 2018’an de êrişî ferdên Malbata Şenyaşar kirin û di wê êrîşê de du zarokên Emîne hatin qetîlkirin û hevjinê wê jî li ber çavê wê hate qetîlkirin êşa wê dest pê kir. Her wiha kurekî wê jî hate girtin. Piştî vê êş û zêmarên Dayê Emîne nesekinîn û hemû hûcreyên wê tenê ji bo edaletê deng vedan.
Ji ber ku edalet xwest bi caran hat binçavkirin
Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar ê ku ji qirkirina li ser malabta xwe bi birîndarî rizgar bû jî bo bi awayekî adîlane dosya derbarê qirkirina malbatê de bê dîtin û Fadil Şenyaşar ê girtî were berdan ji 9’ê adarê ve li ber Edliyeya Rihayê nobeta edaletê digirin. Lê beravajî vê, Dayê Emîne û lawê Ferît ji ber daxwaza xwe ya edaletê gelek caran hatin binçavkirin û zext û tehde li wan hate kirin. Hundirê edliyeya Rihayê ji wan re hate qedexe kirin, polîsan dest danîn ser pankartên wan, derheqê wan de doz hate vekirin. Li wan cezayê pere hat birîn. Lê belê Dayê Emîne ne got bes û wekî gotina ku got “Heke edaletê xistibin binê erde jî ez jê derxînim” bi têkoşîna xwe bû sembol ji bo lêgerîna edaletê.
Emîne Şenyaşar kî ye?
Emîne di 2’yê Nîsana 1956’an de li gundê Aşme yê Pirsûsê ji dayik dibe. Emîne 9 xwişk û 7 bira ne. Malbata Emîneyê bi cotkarî û bazirganîyê debara xwe kirine. Emîne jî wekî piraniya her ferden malbatên kurd li zeviyan bi komkirina pembûyan dema xwe derbas kiriye û debara xwe kiriye. Emîne di temena xwe yê 20 salî de tê zewicandin û dibe dayika 7 zarokan. Emîne, wiha behsa ew pêvajoyê dike: “Gava ez zewicîm ji gundê xwe derbasî gundê Tûxûtê bûm. Li wir jî me gelek zehmetî kişand. Em di xaniyekî yek ode de diman. Çend salan wisa me îdare kir û piştî wê em derbasî Pirsûsê bûn.”
Keça wê ji ber nexweşînê jiyana xwe ji dest daye
Emîne, zarokên xwe bi zor û zehmetiyê mezin dike û gava mezin dibin her yeke li cihekê bi cih dibe û bi karekê re mijûl dibin. 2 keç û 5 lawên Emîne hebûne û yekemin êşa Emîne, keça wê ya mezin Zahîde ye. Zahîde di 26 salîya xwe de bi nexweşîna pençeşêrê dikeve û jiyana xwe jidest dide. Zahîde, gava ku jiyana xwe jidest dide zarokeke 5 salî li pey xwe dihêle. Keça Zahîde yê bi navê Rojda, di destê dapîra xwe Emîne û xaltika xwe Perîhan de mezin dibe. Rojda niha 18 salî ye û bi Emîne re dimîne. Emîne, diyar kir ku ew gelek li ber êşa Zahîde ketiye û wiha axivî: “Em ji bo Zahîde li gelek deveran geriyan lê tu çare jê re nebû. Em 5 sal li ber deriyên nexweşxaneyan geriyan. Em dereng bi nexweşiya wê hesiyan. Hertim digot pişta min diêşe lê me nizanibû ji ber çi ye. Piştî çend salan me zanî ku bi nexweşîya pençeşêrê ketiye.”
‘2 zarokên wê û hevjînê wê tên qetîl kirin’
Emîneya ku hê êşa keça xwe derbas nekiribû 2 zarokên wê û hevjînê wê tên qetîlkirin. Emîne, got: “Ez gelek bêriya salên berê dikim. Gava hemû zarokên min li derdora min kom dibûn û me ji xwe re sohbet dikir. Sibêhê diçûn kar û êvarê dihatin malê. Bi tu karekê xirab re mijûl nedibûn. Wê demê di mala me de aramî û başî hebû. Ez ji zarokên xwe gelek razî bûm. Lê mala me xira kirin û ji me re tênê êş û zilm hiştin.”
‘Ew roj ji bîra min naçe’
Emîne, di berdewamiya axaftina xwe de bi giriyê xwe re kêlîyên bûyerê yên roja komkujiyê vedibêje: “Ew roj ji bîra min naçe. Zilmeke pir mezin li me hate kirin. Gotinên Celalê min yên dawî ji bîra min naçin. Li sûkê nêzî dikana Celal qerebalixek mezin hebû. Ez çûm pêşiya min girtin û gotin neçe wê te jî bikujin. Min guh neda û min baz da çûm. Min dît ku Celal û Adilê min li erde di nav xwînê de ne. Min kir hawar ku alikariya min bikin. Zarokên min bi zorê birin nexweşxaneyê. Yên ku ew komkujiyê pêk anîn jî bi lez û bez birin nexweşxaneyê. Adil û Celalê min li nexweşxaneyê qetîl kirin. Hevserê min jî li ber çavên min qetîl kirin.”
‘Kujer xwest ku li dû xwe tirsê bihêlin’
Di bûyerê de Ferît û Mehmet û Fadil Şenyaşar jî birîndar bûn. Fadil Şenyaşar direvînin nexweşxaneyeke navenda Rihayê û bi vî awayî xelas dibin. Mehmet û Ferît Şenyaşar jî bi awayekî veşartî li ambûlansan tên siwarkirin û direvînin nexweşxaneyeke Dîlokê. Emîne wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kujerên ku bûn sedema wê qetlîamê armanc kirin ku di nav Pirsûsê de li dû xwe tirsekê bihêlin. Ji bo vê jî malbata min qûrban hate kirin. Ji bo ku nêzî dewlet û hikûmetê ne nayên cezakirin û hemû kar û tiştên xirab dikin.”
‘Kurê min 4 sal in di hucreya yek kesî de tê girtin’
Emîneyê destnîşan kir ku ew ji bo lêgerîna edaletê bajêr bi bajêr gerîyane û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ev saleke her roj gava em li ber edliyeyê rûdinin, polîs li dorê me kom dibin û wêneyê me digirin. Piştre zextan li me dikin û êrîşî me dikin. Em çûn Enqere, Stenbol, Amed û gelek bajaran lê me edalet nedît û pêk nehat. Dewlet tune ye, hikûmet tune ye û edalet tune ye. Ez gelek nexweş im, bêriya mirinê dixwazim kurê xwe bibînim. Yên din çûn lê qenebe bila Fadilê min li cem min be. Keça wî doza bavê xwe dike. Fadilê min 4 sal in di hûcreya yek kesî de tê girtin. Bila kurê min berdin û edalet pêk bê.”
‘Êdî qûweta min nema ye’
Emîne bi êş û jana xwe her roja ku li dû xwe dihêle kezeba wê hinekî din tê şewitandin. Lêvên wê hemû bûne birîn, zimanê wê kul bûye. Çavekî wê nema dibîne lê dîsa jî wijdan û dilê wê nahêle ku dev ji daxwaza xwe ya edaletê berde. Emîne, di berdewamiya axaftina xwe de çermê destê xwe nîşan dide û dibêje êdî qûweta min nema ye. Emîne, wiha axivî: “Ez ji bo destê xwe çûm nexweşxaneyê, gotin 'demarên destê te qetîyane loma êdî destên te mor dibin'. Saleke li pêş edliyeyê rûniştime edaletê dixwazim. Polîsan li me da, tehde li me kirin. Pir zilm li me kirin. Zilma ku me li ber edliyeyê dît ji însanetiyê wê de ye. Me binçav kirin, xistin qereqolan. Em diçûn ber deriyê dadger û dozgeran lê derî li me venekirin. Kujer li derve digerin. Şûna ku wan darizînin me binçav dikin. Çima vê zilmê li me dikin. Zarokên min bêsûc bûn.”
‘Ji bo her kesî edaletê dixwazim’
Emîneyê balê kişand ser piştgiriya ji bo nobeta edaletê ya ji bo xwe û anî ziman ku ew ji bo her kesê edaletê dixwaze û wiha pêde çû: “Xwedê ji kesên piştgirî dan me razî be, piştgiriya xwe ji me kêm nekirin. Ez gelek kêfxwe im û mînetdar im ji bo piştgiriya wan. Ji her derê hatin, parêzer gelek xwedî li doza me derketin. Li vî welatî gelek zilm heye û her kes li edaletê digere. Ez bang dikim û dibêjim bila êdî edaletê bînin vî welatî û vê zilmê bi dawî bikin.”
Hîmê avahiya edliyeyê bi destê xwe kola
Dîmenê dayika Emîne yê ku hîmê avahiya edliyeyê bi destê xwe kola, bandora wî hin jî di bin hişan de ye. Emîne bi kolandinê li edaletê geriya û got: “Li ku ye edalet Celalê min, Adilê min. Dibe ku edalet di binê vê axê de be, ez ê bikolim û derxînim.” Piştî wê Emîne axa ku kola avêt ser xwe û dûvre got: “Werin alîkariya min bikin. Werin edalet li vir e, em bi hev re derxînin. Dozger û dadger tune ne”
Nobeta dayika Emîne ji gelek kesan re bû hêvî
Wekî ku Emine dibêje li vî welatî zilmeke mezin heye û ew zilm jî herî zêde li dayikan tê kirin. Doza edaletê ne tenê ya dayika Emîne ye. Li her çar aliyên Tirkiyê û heremê banga edaletê tê kirin. Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar digire îro ji bo gelek kesan bûye hêviyek. Daxwaza edaletê ya Emîne ji bo hemû kesan e. Edalet; ji bo jêrzemînên Cizîrê ye, ji bo zarokên ku ji hêla dewletê ve hatine qetîl kirin e, ji bo Dayê Taybet, Ji bo Dayê Berfo û ji bo jinên ku hatine qetîl kirin... Ji bo bersîva hemû polîtîkayên bêcazahiştinê, edalet heke di binê erdê de be jî divê bê derxistin.. Edalet ne amûrek e ku dewlet li gorî xwe bi kar bîne. Lazim e ku yên ji xwe re dibêjin ez mirovim yên ku xwedî wîjdan in xwedî li edaletê derkevin.