'Min li dijî nexweşiyê têkoşîn nedaba, min ê tiştên hîn cuda bikira'

  • 09:03 11 Nîsan 2025
  • Portre
Şehrîban Aslan
 
AMED - Rojnameger, nivîskar û rexnegira Kurd Evrîm Alataş 14 sal berê îro jiyana xwe ji dest da. Xwişka wê Mukaddes Alataş wiha got: “Evrîmê yek tiştek digot ‘Min li dijî nexweşiyê têkoşîn nedaba min ê tiştên hîn cuda bikirana.”
 
Evrîm Alataş di 15’ê Nîsana 1976’an de li gundê Golpinar a Akçadag a Meletiyê hat dinê. Di 1994’an de dest bi rojnamegeriyê kir. Di rojnameyên Yenî Polîtîka, Demokrasî, Ozgur Bakiş, Ulkede Ozgur Gundemê de nûçegîhanî û edîtorî kir. Di gelek rojname û kovaran de nivîsî. 
 
Ligel pirtûkên Çîrokên Mayoz Bolunme û Her Dagin Golgesî Denîz, senaryoya fîlmê ‘Min Dît’ jî nivîsî.
 
Xwişka wê Mukkades Alataş ku şahidiya jiyana xwişka xwe kir, der barê xwişka xwe de axivî.
 
‘Her tim xwestin biçewisînin’
Mukaddes Alataş da zanîn ku li Tirkiyeyê rojnamegeriya muxalîf zehmet e û  û got: “Evrîmê bûyerên Gaziyê ji serî de şopandibû û bi nasnameya muxalîf şopandibû. Biçûna kîjan çalakiyê dihat darizandin. Ji çend rêxistinan dihat darizandin. Armanc çewisandin û serîtewandin bûn. Ji bo Kurdan hele ji bo jinên Kurd rojnamegerî zehmet bû. Evrîmê di 1994’an de li Gundemê de dest pê kir. Wê demê gund dihatin şewitandin, windahî hebûn, komkujî hebûn.”
 
‘Aliyê mîzahî pir pêş ketibû’
 
Mukaddes Alataş wiha dirêjî dayê: “Li Şirnexê komkujî hatibûn kirin û di protestoyên Stenbolê de Evrîm hat binçavkirin.Tevî zarok bû hat cezakirin. Di lîseyê de xwestin jiyana perwerdehiya wê biqedînin. Lê tu car ji vê bandor nebû. Evrîm li qadê bi xebatê xwe gîhand. Evrîm tevî hemû zehmetiyan mirovek bi moral û bi kêf bû. Aliyê wê yê mîzahî pir pêş ketibû. Evrîm jinek xurt bû. Hedefên Evrîmê yên wek ez ê biçim zanîngehê, xanî bigirim, bibim xwedî pîşe, erebeyê bigirim tunebû. Ji ber dixwest bi nasnameya xwe ya muxalîf têbikoşe. Piştî ket rojnameya Gundemê zor û zehmetî dizanibûn. Di dema ku zext pir zêde bûn de dest bi xebatê kir.”
 
‘Tevî her tiştî diçû nûçeyan’
 
Mukaddesê balkişand ser nexweşiya Evrîm Alataş û wiha domand: “Tevî nexweşiya xwe  dest ji rojnamegeriyê berneda. Li Stenbolê dema diçû nûçeyê perûk û rûpûşa xwe digirt û diçû nûçeyan. Piştî demekê vegeriya Amedê. Xebatên xwe domand. Evrîm di ekîba organîzekirina rojên wêjeyê de cih girt. Ne tenê bi rojnamegerî bi têkoşîna hebûna gelê Kurd jî xwe nîşan dida. Ji bo xurtkirina wêjeya Kurd xebat dimeşand.”
 
‘Heta dawiyê nivîsî’
 
Mukaddes Alataş wiha dirêjî dayê: “Evrîm dema hat Amedê nexweşiya wê giran bibû. Lê ji ber nikaribû derkeve derve û nûçeyan çêbike gazinc dikir. Evrîmê heta dawiya jiyana xwe nivîs dinivîsî. Evrîmê digot ger ku min li dijî nexweşiyê têkoşîn nedaba min ê tiştên pir cuda bikira. Ji bo bilindkirina têkoşînê xwe berpirs didît.”