Pêşnûmeya qanûna çarçoveyî sibê tînin meclisê 2026-08-04 16:48:00   ENQERE - Serokwekîlê Koma AKP'ê Abdulhamît Gul li ser pirsa rojnamgeran diyar kir ku pêşnûmeya qanûna çarçoveyî dê sibê pêşkeşî Serokatiya Meclisê bê kirin.   AKP'ê derbarê qanûna çarçoveyî de serdanên partiyên siyasî didomîne. Serokwekîlê Koma AKPê Abdulhamît Gul û Serokê Komîsyona Edaletê yê Meclisê Cuneyt Yuksel derbarê qanûna çarçoveyî de bi Serokwekîla Koma CHP'ê Sevda Erdan Kiliç re hevdîtin kir. Heyeta AKPê piştî serdana CHPê çûn serdana Serokê Koma Yenîyolê Mehmet Emîn Ekmen û Serokwekîlê Komê Selçuk Ozdag û Bulent Kaya re jî hevdîtin pêk anîn.   Serokwekîlê Koma AKPê Abdulhamît Gul ku piştî hevdîtina li CHPê bersiva da pirsa rojnamegeran û diyar kir ku pêşnûmeya qanûna çarçoveyî dê sibê pêşkeşî Serokatiya Meclisê bê kirin.