'Ên ku Trump, Putîn û Erdogan têk bibin jin in' 2018-06-10 15:17:14   ENQERE - Wekîla Hevserokên Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu, beşdarî gotûbêja jinên femînîst bû û got: “Ger cîhan bê guhertin, dê bi jinan biguhere. Ên ku Trump, Putîn û Erdogan têk bibin dê jin bin.”   Wekîla Hevserokên Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û namzeta Herêma 1’emîn a Enqerê Fîlîz Kerestecîoglu, beşdarî gotûbêja jinên femînîst a “Rojeva hilbijartinê ya  Jinan” a li Cafeya Bahar pêk hat, bû.Fîlîz Kerestecîoglu di gotûbêjê de axivî û behs xebatên têkoşîna jinan kir.    Fîlîz, diyar kir ku cîhan dê bi jinan biguhere û wiha got: “Ger cîhan bê guhertin, dê bi jinan bê guhertin. Ên ku Trump, Putîn û Erdogan bişînin jî jin in. Jinên di parlamentoyê de, ger nebin hêza têkoşîna jinên derve de, parlamento dê bê wate be.”   Jinên femînîst ên beşdarê gotûbêjê bûn jî, bal kişandin ser polîtîkayên jinan ên HDP’ê û gotin: “Ji ber vê yekê em piştgiriyê didin HDP û Fîlîz Kerestecîoglu. Em ê bi HDP’ê rê di nava piştevaniyê de bin.”    Piştî gotûbêjê Fîlîz Kerestecîoglu û jin, çûn serdana Standa HDP’ê ya Qada Kizilya û li Kolana Sakarya jî danezana hilbijartinê belav kirin.