Kongreya DEM Partiyê:Hesabê çav berde destkeftiyên Kurdan wê ji Amedê vegere

  • 11:38 21 Tîrmeh 2024
  • Ramyarî
 
AMED - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di 2’yemîn Kongreya Asayî ya Rêxistina  DEM Partiyê ya Amedê de axivî û got, “Ên çav bera Hewlêerê dane çav bera  Kobanê jî dane. Ji ber vê yekê divê hêzên Kurd bibin yek. Berovajiyê wê perîşanî ye. Her hesabê ku çav berde destkeftiyên Kurdan wê ji Amedê vegere. " 
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li eywaneke dawetê ya li navçeya Peyasê ya Amedê 2’yemîn Kongreya Asayî li dar xist. Kongre, bi dirûşma “Bi civaka rêxistinkirî ber bi pêşeroja azad ve” tê lidarxistin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA),  nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên bajar û bi hezaran kes tevli bûn.
 
Gelek jin bi cil û bergên kurdî tevli kongreyê bûn. Ciwan jî bi forma û berstûkên Amedsporê tev li bûn. Partiyiyan beriya kongreyê li ber stranên kurdî govend gerandin. Kongre, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Li eywanê dirûşma “Şehîd namirin” olan da. Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn beşdarên kongreyê silav kir û bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. 
 
 
Di destpêka kongeya ku bi rêzgirtinê hat destpêkirin de Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn axivî û bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan.
 
'Tenê birêz Ocalan çareserî dît'
 
Piştre Hevserokê Partiya Herêmên Deokratîk (DBP) Keskîn Bayindir axivî , di serî de kesên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr anî. Keskîn diyar kir ku ew kongreya we diyarî wan 33 kesan dikin ev tişt got: “Ev 100 sal in li ser gelê kurd polîtîkayên pir qirêjî tên meşandin. Em dizanin ku di sedsala 21’emîn de hemû hêz li Rojhilata Navîn û Kurdistanê kom bûne. Dixwazin qedera Rojhilata Navîn û Kurdistanê ji nû ve binivîsin. Lê belê hêzên hegemon tu caran pirsgirêkên civakên Rojhilata Navîn çareser nekirin. Em dizanin ku rêya çareseriya li Rojhilata Navîn rê û rêbazên Abdullah Ocalan in. Pirsgirêka kurd tenê bi rêyên demokratîk dikare were çareserkirin. Tevahiya cîhanê ev 100 sal in ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareserî peyda nekirin. Tenê Abdullah Ocalan karî çareseriyê bibîne.” 
 
 
Statuya Kurdistanê
 
Keskîn, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke pirsgirêkên kurd û Filistînê bi rêyên demokratîk neyên çareserkirin, dê pirsgirêkên li Rojhilata Navîn her bidomin. Ev sed sal in li Rojhilata Navîn ji bilî talan û komkujiyê tu tiştek tune ye. Abdullah Ocalan ji bo Filistînê Konfederalîzma Demokratîk pêşniyar kir. Got; ‘Îsraîl û Filistîn dikare li vir çareseriyekê pêş bixe.’ Ji bo pirsgirêka Kurdistanê jî got Xweseriya Demokratîk. Em li Amedê careke din dibêjin ku çareserî di destê Abdullah Ocalan de ye. Di pirsgirêka kurd de çareserî bi statûyê dibe. Ji bilî vê tu rê nînin. Heta ku em dijîn, heta ku dayik, ciwan û jin hebin dê têkoşîna ji bo statûya Kurdistanê û azadiya gelê kurd her bidome.” 
 
'Birêz Abdullah Ocalan ji bo aştiyê têdikoşe'
 
Keskîn , got ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan zêdetirî 25 sal in di tecrîdeke girankirî de tê ragirtin û axaftina xwe wiha qedand: “Birêz Abdullah Ocalan ji bo aştiyê têdikoşe. Tevî vê jî di tecrîdê de tê ragirtin. Sekna birêz Abdullah Ocalan eleqeya xwe bi pirsgirêka kurd re heye, eleqeya xwe bi statûya Kurdistanê re heye. Heke em bikarin statûya Kurdistanê pêk bînin, em ê wê demê bikarin tecrîdê têk bibin. Rakirina tecrîdê ne tenê pirsgirêka gelê kurd e, pirsgirêka hemû aştîxwaz û azadîxwazên Tirkiyeyê ye. Ji bo vê jî divê em mil bidin milên hev û tecrîdê bişikînin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bikin, pirsgirêka kurd çareser bikin û Kurdistanê bikin xwedî statû.” 
 
'Amed Kurdistan e'
 
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan a ku piştî Keskîn Bayindir axivî jî got, "Amed Kurdistan e" Li Amedê axaftin ji bo tu kesî ne hêsan e. Ne ji bo me siyasetmedaran, ne ji bo hukûmetê, ne ji bo kesên ku welat bi rêve dibin û ne jî ji bo partiyên muxalefetê ne hêsan e. Axaftina li Amedê mîna lixwekirina kirasekî ji agir e. Ji ber ku Amed bi dîrok û berxwedana xwe heye. Ger em bixwazin vî kirasî rast li xwe bikin, ew ê me germ bike. Lê eger em wê xelet li xwe bikin, ew ê bişewitîne. Çend wezîran gotin 'Çareseriya pirsgirêka Kurd ji Amedê derbas dibe' Çend berdevkên wezîran gotin, 'Rêya demokrasiyê ji Amedê derbas dibe?' Navên wan tê bîra we? Navên wan nayên bîra we, lê tê bîra we ku çi kirin. Bi dehan sal in dibêjin 'em dikin, em çareser dikin. Erdogan dibêje 'Em dixwazin serdemeke nerbûnê bidin destpêkirin.' Diyar e ku ew kurdan di vê yekê de nabîne. Ger wî Kurd bidîta, îro di kongreya Amedê de berxwedana zindanê nedihat silavkirin û yên ji wir derdiketin wê bihatana pêşwazîkirin. Li Colemêrg, Amed, Cizîr, Êlih û Mêrdînê di germa 40 pile de gel neçar ma li ber şaredariyan nobeda qeyûmê bigire."
 
Êrîşên li ser Kurdistanê
 
Ayşegulê, bal kişand ser êrişên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ev tişt anî ziman: “Dev ji vê polîtîkayê berdin. Ev rêbaz gelek caran hatin ceibandin lê tiştek nehat bidestxistin. We digot em rêyên nû diceribînin. We digot; ‘Divê em li Girtîgeha Îmraliyê bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin û tiştên baş pêş bixin.’ Lewma çareserî ne Enqere, ne Bexda, ne Şam ne jî Hewlêr e. Di meseleya kurd de polîtîkayên ewlehiyê pêş naxe. Heke hevdîtinên bi Esad re ji bo rêyeke nû be, wê demê hûn dikarin hinek tiştên din jî biceribînin. Bi awayekî hemwext hûn dikarin bi PYD’ê re jî hevdîtinê bikin. HSD dibêje; ‘Em ji bo Tirkiyeyê gef nînin. Tirkiye jî di nav de em amade ne bi her kesên dixwazin hevdîtinê bikin re rûnin.’ Em jî dipirsin, çima bi vî destî nayê girtin?” 
 
Banga yekitiyê hat kirin
 
Bi domdarî Ayşegulê protokolên biçûkxistinê yên Tirkiyeyê di dema serdanên Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî û Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talabanî de kirin bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Yên ku çav ber dide destkeftiyên vê derê dê çav berde destkeftiyên Hewlêrê jî, yên Kobanê jî. Lewma di serî de divê hemû hêz, partiyên siyasî yên kurd bi berpirsyartî tevbigerin. Tişta ku dê dawî li vê hejarî, hilweşîn û şerî bîne jî yekitiya kurdan e. Em bi parçekirinê mezin nabin, bi hatine gel hev mezin dibin. Em heman bangawaziya ji bo Enqereyê ji bo Hewlêr, Bexda û Şamê jî dikin.” 
 
 
'Rejîma Qeyûman têk çû'
 
Ayşegulê, got ku wan di 31’ê Adarê de tayînkirina qeyûm têk birine û axaftina xwe wiha qedand: “Rejîma qeyûm bi dawî bû. Dibe ku hûn dengê parlamentera Amedê kêm bikin lê xelkê Amedê ji bo qeyûman dibêje ‘dizo’, ‘bêusûlî’. Ev kesê em qala wî dikin her roj li wêneyê serokkomar Erdogan dinihêrt û wisa dest bi kar dikir. Lewma em ji bo kesên hesabên qeyûman dikin û li bendê ne ku serdemeke din jî bi qeyûman bên birêvebirin dibêjin ku em ê tu caran rê nedin qeyûman. Hesabên wiha nekin. Heta ku gelê me wiha li ber xwe bide dê kesek nekare qeyûman tayînî îradeya xelkê Amedê bike. We qeyûm şandin û serdema qeyûman bi dawî bû. Berxwedan dê bidome.” 
 
'Em yek in'
 
Piştî Ayşegulê li ser navê Dayikên Aştiyê Kudret Eryilmaz axivî û got, " Bila ev kongre bibe wesîleya aştî  û azadiyê. Em kesên li zindanan silav dikin. Îro ji herkesî bêhtir kesên ku ji vê pêvajoyê zerarê dibînin dayik in. Lê ser navê dayikan dibêjim em yk in em yek in." 
 
Hevserok diyar bûn
 
Piştî axaftina raporên malî yên xebatê hatin xwednin. Di hilbijartina ku bi bi lîsteyekê hat kirin de  Gulşen Ozer û Abbas Şahîn bûn hevserokên DEM Partiyê yên Amedê.