Ji bo mîtînga azadiyê bang 2024-10-05 09:03:27     STENBOL - Jinan ji bo mîtînga wê 13’yê Cotmehê li Amedê pêk bê banga tevlibûnê li hemû kesî kirin û wiha gotin: “Hemû kesên di bin tecrîdê de û xwe di bin tecrîdê de hîs dikin divê li wir bin.”   Amadekariyên ji bo mîtînga wê 13’yê Cotmehê li Amedê pêk bê didomin. Di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk" de bi dirûşmeya "Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê li Amedê tên gel hev" wê 13’yê Cotmehê li Amedê mîtînga azadiyê ya mezin pêk bê. Li Marmarayê li hemû bajaran xebat tên meşandin. Yek ji bajarê ku wê  tevlibûn jê pir zêdebe Stenbole.    Rêveberên DEM partiyê, parlamenterên DEM partiyê ji bo mîtîngê xebatan dimeşînin û banga tevlibûnê dikin. Ji Stenbolê wê 12’yê cotmehê de wesayît rabin û ber bi Amedê ve bikevin rê.   Jinan der barê mîtînga Amedê de bang kirin û diyar kirin ku hemû kesên xwe bin tecrîdê de hîs dikin bila wê rojê li wir bin.   ‘Divê hemû kes li wir bin’   Nedret Kalkan: Mîtînga 13’yê Cotmehê ya li Amedê ji bo serokatiyê ye. Ji bo azadiya wî ye. Em dixwazin hemû jin tevli bibin. Divê hemû jin ji bo serokatiyê wê rojê li wir bin. Divê em xwedî li vê derkevin. Divê jin ciwan û her kes li Amedê bên gel hev. Divê em dengê xwe li dijî tecrîdê bilind bikin.    ‘Em girtîgehan azad bikin’   Nebîhe Aydogan: Em ji bo hevalên xwe yên girtî li mîtînga Amedê bên gel hev. Em tevlibûnek xurt pêk bînin. Divê ji her navend û navçeyê kes tevli bibin. Divê tevlibûn xurt be. Ev mîtîng ji bo gelan girîng e. Em mîtîng wê bibe çavkaniya moral û motîvasyonê. Divê em bibin yek dil û wê rojê li qadan bin. Girtîgehan azad bikin.   ‘Dem dema yekitiyê ye’    Rêvebera DEM Partî ya Kartalê Nebahat Çandar: Em ê li dijî tecrîdê li dijî binpêkirinên mafan yên li girtîgehan li Amedê bên gel hev. Em li Stenbolê xebatek xurt dimeşînin. Divê em hemû wê rojê li Amedê bin. Ez banga tevlibûnê li hemû gelê me dikin. Ji ber em hemû di bin tecrîdê de ne. Dem dema yekitiyê ye.    Ji bo Abdullah Ocalan azadî!   Nadîle Durmaz: Yekane armanca me bidawîbûna tecrîdê ye, azadiya Abdullah Ocalan e. Divê em bibin yek û têbikoşin. Divê her kes tevli mîtîngê bibin. Divê em bibin yek û tevli mîtîngê bibin. Ji bo bidawîbûna tecrîdê divê em bi awayekî xurt tevli bibin.   12’yê Cotmehê wê wesayît ji Stenbolê rabin   Zohre Eroglu: Ez hemû kesî vexwendiyê mîtînga Amedê dikim. Em bi awayekî xurt tevli mîtîngê bibin. Em xwedî lê derkevin. Ez bang li jin û ciwanan dikim. Wesayît 12’yê cotmehê ji Stenbolê radibin. Ji hemû navçeyan radibin. Em bi awayekî xurt tevli bibin.