Cenazeyên jinan ji ATK’ê hatin girtin 2024-10-05 13:10:21     STENBOL - Li Stenbolê cenazeyên 2 jinên Semîh Çelîk qetil kirine, ji ATK’ê hatin girtin.   Li Stenbolê malbatên wan cenazeyên Ayşenûr Halîl (19) û Îkbal Ûzûnerê yên Semîh Çelîk qetil kirine îro piştî karûbarên otopsiyê ji Saziya Tipa Edlî girtin. Hat zanîn ku dê cenazeyê Ûzûnerê piştî wecîbeyên olî yên li Mizgefta Fatîhê were veşartin. Hat diyarkirin ku Cenazeyê Ayşenûr Halîlê jî piştî nimêja cenazeyê ya li Mizgefta Pazarîçiya Gazîosmanpaşayê, dê li Goristana Kartaltepeyê were veşartin.