Meşa li Strasbourgê: Cihê destpêka vî şerî Îmralî ye 2024-10-05 13:21:35     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Strasbourgê di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" meş hat lidarxistin. Di meşê de peyamên, geşkirina têkoşînê ya li dijî tecrîda Îmraliyê hatin dayîn.   Li Strasbourgê bi boneya yekemin salvegera pêngava cîhanî ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" hatî destpêkirin de meş hat lidarxistin. Meşa ji aliyê Komuna Jinan a Zîn û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Strasbourgê ve hatî organîzekirin li Placa Repupliqueyê dest pê kir.  Di meşê de pankartên bi nivîsa "Tecrîda 25 salan, tê wateya êşkenceya 25 salan; îşkenceya li ser Abdullah Ocalan bi dawî bikin" û alên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û PKK’ê hatin hilgirtin.   Di tevahiya meşê de dirûşmeyên; “Bijî Serok Apo”, “Liberte pour Ocalan”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Vous etes qui? PKK” hatin berzkirin.   Meşê heya Place Klebêrê dewam kir û pişt re jî endama Komuna Jinan a Zîn Helen Dersim, aktîvîsta Ant-Fa’yê Janya û siyasetmedarê Kurd Cûma Tak axivîn.   Di axaftinan de qala pêşketina komploya navneteweyî hate kirin û hate gotin ku piştî komploya navneteweyî ya li aliyê hêzên emperyalîst ve hatî pêşxistin, Îmralî veguherandine pergaleke êşkence û qirkirinê û ev yek hatin gotin: "Piştî Komploya Navneteweyî  li hemberî mafên sereke yên Abdullah Ocalan rêz nehate nîşandan. Birêz Ocalan di bin tecrîd û êşkenceyeke ku li seranserê cîhanê mînakên wê tune ye de tê rehîngirtin û li sûcê dijmirovî tê kirin.  Ev 3 sal in destûrê nadin ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Abdullah Ocalan di serî de gelê Kurd Rêberê gelên bindest e."   Sedema çaresernekirina demokratîk û siyasî ya pirsgirêka Kurd helwesta DYE û welatên Ewropayê yên Rojava ye. Statukoparêzî û nebûna çareseriyê rê li ber Şerê Cîhanê yê Sêyemîn vekir. Ev şer di serî de Rojhilata Navîn, zirareke mezin dide gelên bindest ên cîhanê û wan bi krîzeke aborî, siyasî, civakî û çandî re rû bi rû dihêle.   Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê piştî biryar da ku cezayê muebetê yê girankirî yê li Abdullah Ocalan hatî birîn, tê wateya binfêkirina ‘mafê hêviyê’  û hişyarî da dewleta Tirk.    Tevî ku biryar hate dayîn ku têkildarî Tirkiyeyê pêvajoyeke çavdêriyê were lidarxistin jî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê girêdayî vê biryarê tevnegeriya û bû hemtawanê rejîma tecrîda mutleq a li ser Abdullah Ocalan tê sepandin.   Divê peyman bê betalkirin   Em hevkariya PDK’ê, Malbata Barzanî ya bi dewleta Tirk re bi tundî şermezar dikin.  Bi vê lihevkirinê armanc dikin ku hêza PKK û gerîlayan lawaz bikin.  Peymana şerî ya bi rêveberiya Iraqê re hatî îmzekirin jî li hemberî destkeftiyên gelê Kurd xetereyeke mezin e.  Divê rêveberiya Iraqê vê peymanê betal bike.   Banga ji bo têkoşînê    Em bang li hemû kesên azadîparêz û demokrasîparêz dikin ku bila piştevaniyê bidin vê têkoşîna navneteweyî. Em bang li hemû bindest, karker û kesên daxwaziya demokrasî û azadiyê dikin ku bila tevlî têkoşîna li hemberî pergala kapîtalîst bin."   ‘Cihê destpêka vî şerî Îmralî ye’   Sıyasetmedarê Kurd Cûma Tak di axaftina xwe de da zanîn ku kapîtalîzm di pêvajoyeke şerî re derbas dibe û ji bo ku xwe ji vê krîzê xilas bike dubare serî li şerî daye. Tak destnîşan kir ku dawiya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn nêzîk bûye û got: "Li Rojhilata Navîn berdewam dike. Di vî şerî de wê gelên birêxistî li ser piyan bîmînin. Cihê destpêka vî şerî Îmralî ye. Mezintirîn şerê îradeyê niha li Îmraliyê tê dayîn. Îro ev yek di nava Kurdistanê de belav bû û ji wir jî belav bû Rojhilata Navîn. Hewce ye em bibin eniyên pêş ên vî şerî. Ger Kurdên ku li Ewropayê dijin xwe weke perçeyeke vî şerî bibînin, wê şer ev şer bi serkeftinê bi encam bibe. Çimkî gelek çi qasî li ber xwe bide, ew qasî jî li nêzî serkeftinê dibe."