Şandeya rojnamevanan serdana cihê kar ê Gulistan û Hêro kirin 2024-10-07 12:24:35     NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya rojnamevanan ku serdana Silêmaniyê kirine, çûn serdana cihê kar ê Gulistan Tara û Hêro Behadîn ya li Kompanyaya Çetir. Şandeyê di serdana xwe de bang li ragihandinê kir ku dengê heqîqetê hîn zêdetir bigihînin cîhanê.   Komek ji rojnamevan li ser banga ROJIN (Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê) û Însiyatîfa Rojnamevanên Kurdistanê ji bo Gulistan Tara û Hêro Behadîn ên di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk di 23’yê Tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyeyê hatin qetilkirin, ji Ewropayê hatin Silêmaniyê.   Şande duh gihişt Silêmaniyê û wê sê rojan li bajêr hevdîtin pêk bînin.   Şandeya ku ji rojnamevan Alîce Magar, Emma Audrey, Diler Akreyî, Hendrîn Faraj Mohamed, Jallan Zîaeî û Devrîm Alp pêk tê, îro çûn serdana cihê karê rojnamevanên Gulistan Tara û Hêro Behadîn ya li Kompanyaya Çetir.   Şandeyê hevxemiya xwe ji bo şehadeta rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn anîn ziman û piştre bi endamên kompanyayê re behsa rola ragihandina azad kirin.   Şandeyê ragihand ku ragihandina azad destpêkê ji çend kesan destpê kir, lê niha bi sedan kes li ser wê rêbaza rast kar dikin û tiştek wê gav bi wan nede paşde avêtin.   Herwiha di serdanê de bang li ragihandina azad hate kirin ku hewldanên xwe zêdetir bikin û dengê heqîqet bigihînin cîhanê. Şandeyê da zanîn ku ewê ji bo doza rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn kar bikin û ji derve jî bibin dadgeha navneteweyî.