Azadiya jinê bi ‘Jin Jiyan Azadî’ derdikeve holê 2024-10-08 09:02:56     Neslîhan Kardaş   WAN - Endama Meclîsa Jinan a DBP’ê Ayşe Çelîkbîlek da zanîn ku komploya 9’ê cotmehê ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku mîmarê felsefeya ‘jin jiyan azadî’ ye bi ser neketiye û got: “Piştî têkoşîna wî di serî de jinên Kurd hemû jinên cîhanê  têkoşîn meşandin. Komplo negihişt armanca xwe. Komployê têkçûna  desthilatdariyê nîşan da. Birêz Ocalan jî bi azadiya fikr û ramanên xwe azadiya jinê hîn pêşxist xist.”    Hêzên navneteweyî yekemîn gava komployê a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 9’ê cotmeh a 1998’an de avêt. Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê neçar ma derkeve û 4 meh şûnde di 15’ê Sibata 1999’an de li radestê Tirkiyeyê hat kirin. Ji wê rojê şûnde li girtîgeha Îmraliyê tê girtin.   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku mîmarê felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ ye, bi paragdîma danî holê, dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ li hemû cîhanê li ser zimanê jinan e.  Piştî qetilkirina Jîna Emînî dirûşme belav bû û li Hîstanê jî piştî qetilkirina jinekê jin daketin kolanan û dirûşme berzkirin.   Endama Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Herêman (DBP) Ayşe Çelîkbîlek der barê kmployê de axivî.     ‘Tecrîd tenê  fîzîkiye’   Ayşeyê balkişand ser tecrîda ku 26 sale li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dimeşe û şermezar kir. Ayşeyê wiha vegot: “Birêz Ocalan di bin tecrîdê de felsefeya ‘jîneolojî’, ‘jin jiyan azadî’, pergala hevserokatiyê av akir. Ev jî nîşan dide ku bandor li ser fikra Abdullah Ocalan nabe. Tenê tecrîde fîzîkî heye. Ev çar sale tecrîdek giran heye. Em rewşa serokatiyê nizanin. Ligel vê ji bo jinan, zarokancivakê tiştên nû ava kirine hene gelo? Hebin ev çine em nizanin. Der barê qetilkirina jin, zarokan û xwzayê de nirxadinên nû hene gelo em van niznain. Ji ber vê jî tişta em bikin ev e ku terza fikr û nêrîn a Birêz Ocalan daye ber gelan em li ber çavan bigirin.”   ‘Jin jiyan azadî’ xwe naskirin e   Ayşeyê wiha dirêjî da axaftina: “Divê em li ser felsefeya ‘jin jiyan azadî’ bifikirin. Ev ne tenê dirûşmeyeke û ji sê gotinan pêk nayê. Felsefeyek ava bû. Ev îdeolojiya rizgariya jinê ye. Ji ber vê felsefeya jin jiyan azadî, welatparêziye, xwe avakirine, têkoşîne, xwe naskirine. Ev felsefe nîşan dide ku jin xwe çawa nas dikin û çawa bi civakê didin nasîn. Ev felsefe ne tenê li gelê Kurd li hemû cîhanê belav bû. Li Rojhilat belav bû.  Li Hîndîstanê ji aliyê jinan ve hat berzkirin. Azadiya jinê bi ‘jin jiyan azadî’ derdikeve holê. Me carek din dît ku jin rizgariya xwe bi vê felsefeyê dibîne û dixwazin jiyana xwe bi vê felsefeyê bidomînin.”   ‘Komployê têkçûna desthilatdariyê nîşanî her kesî da’   Ayşeyê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku dema jinek bixwaze azad bibe bi zîhniyeta dagirker re tê rû hev û her tim ev zîhniyet li dijî azadiya jinê ye. Ayşeyê wiha anî ziman: “Ji ber vê zîhniyeta serdest ya mêr li dijî felsefeya ‘jin jiyan azadiye’. Ji ber vê jî naxawzin Birêz Ocalan vê felsefeyê pêş bixîne.  Lê ev komploya tê kirin, pêşî li fikrên Abdullah Ocalan negirt. Heta mezintir kir. Em dizanin ku jin azad nebin civak jî azad nabe. Ji ber vê azadiya jinan, zarokan, civak û xwezayê, girêdayê tecrîda li hember Abdullah Ocalan. Lê kengê tecrîd bidawî bibe wê civak jî azad bibe. Komployê nîşan da ku desthilatdarî têk çûye.”