Ji bo 'Mîtinga azadiyê' bang hat kirin 2024-10-08 16:06:15   AMED/COLEMÊRG - Amadekariyên "Mîtînga Azadiyê" ya di 13'ê Cotmehê de wê li Amedê bê lidarxistin dewam dikin, mal bi mal û kolan bi kolan banga tevlîbûnê tê kirin.   Amadekariyên "Mîtînga Azadiyê" ya ku di 13'ê Cotmehê de li Amedê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd wê, bê lidarxistin, dewam dikin.   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) ji bo tevlîbûna mîtînga Amedê belavok belav kirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya, Parlamentera Sêrtê Sabahat Erdogan, Hevşaredara Sûrê Gulan Onkol, rêveberên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan û Dayikên Aştiyê beşdarî belavkirina belavokê bûn.   Di dema belavkirina belavokan de timî dirûşma "Jin jiyan azadî" hate berzkirin.   Li Colemêrgê daxuyanî   Rêxistina bajarê Colemêrgê ya DEM Partiyê jî ji bo “Mîtînga Azadiyê” ya ku di 13’ê Cotmehê de li Amedê wê bi şîara “Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê em li Amedê li hev kom dibin” bê lidarxistin, daxuyaniyeke çapemeniyê da. Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onur Duşunmez û gelek endamên partiyê beşdarî daxuyaniya ku li navenda sûka Colemêrgê hat lidarxistin bûn. Rêveberê bajarê DEM Partiyê Emîn Ertûş metna daxuyaniyê xwend.   'Mîtîng ji bo çareseriyê firsendeke mezin e'   Emîn diyar kir ku yekane muxatabê gelê Kurd Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û got, “Ji ber vê yekê yên ku naxwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe, 43 meh in tecrîdê giran dikin. Abdullah Ocalan li vir ne tenê kesek e, aktorê herî mezin ê Rojhilata Navîn e û ji bo vê jî di pêvajoya aştiyê de li ber çavan hat girtin û ji bo çareseriyên aştiyane bi salan bi rayedarên dewletê re hevdîtin hatin kirin. Mîtînga ku di 13’ê Cotmehê de li Amedê bi şîara azadiya Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd tê lidarxistin, ji bo çareseriyê firsendeke mezin e."   'Em we vedixwînin mîtînga xwe ya azadiyê ya 13'ê Cotmehê'   Emîn diyar kir ku ew ê hewl bidin ku kolan bi kolan û mal bi mal wê girîngiya mîtîngê vebêjin û peyameke xurt bidin û got, "Em li bendê ne ku hemû gelên ku xeyalên edaletê dikin, beşdar bibin. Her kesê ku beşdarî vê mîtîngê bibe dê daxwaza aştî û pêşerojeke azad bike. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku beşdarî vê mîtînga dîrokî bibin. Hewl tê dayîn ji bo vê mîtînga dîrokî girseyeke qelebalix a ji Colemêrg û navçeyên wê bên Amedê. Em gelê xwe û hemû rêxistinên girseyî yên demokratîk vedixwînin mîtînga xwe ya azadiyê ya 13'ê Cotmehê."   Piştî daxuyaniyê endamên partiyê li gelek cihan broşur û belavok belav kirin û welatî vexwendin mîtîngê.