Li Amedê protestoya komplpoyê: Ev rê riya bi muxatab re çareserkirinê ye 2024-10-09 17:29:07 AMED –Rêxistinên DBP û DEM Partî yên Amedê li dijî komploya navneteweyî ya 26 sal berê li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hat daxuyanî da û wiha got: “Bi poîtîkayên tecrîd û înkarê tu dewlet nikarin encamê bigirin û bê girtin. Gelê Kurd ji 7’an heta 70’ê  herkes rê nîşan dide. Ew rêjî riya çareseriya bi muxatab re ye.”    Partiya Wekhevî û demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi minasebeta mîtîna "Azadiyê" ya ku dê di 13'yê Cotmehê de li Amedê bê lidarxistin de li ber Plazaya AZC'ê ya Yenîşehîra Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokên giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û parlamenterên DEM partiyê, gelek rêxistinên civaka sivîl tevli daxuyaniyê bûn.   ‘Me li dijî komployê berxwe da em ê berxwe bidin’   Hevserokê giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî û balkişand ser polîtîkayên tecrîd û şer. Keskîn bi lêv kir ku bi komployê statuya gelê Kurd hedef hatiye girtin û wiha got: “Em dixwazin bi Birêz ocalan re û di her alî de pisgirêka Kurd bi riyên demokratîk çareser bikin. Ev berpirsyarî li ser me hemûyane. Div3e em li her derê vê bînin ziman nîqaş bikin.  Berpirsyarî li ser kesên aştiyê dixwazine jî. Me li dijî komployê berxwe da û em ê berxwe bidin. Dem dema çareseriyê ye. Gelê Kurd ji 7’an heta 70’ê çareseriyê nîşan dide. Ew rê jî riya çareseriya bi muxatab re ye. Divê em hemû destê xwe bikin bin kevir. Em ê hemû berpirsyariya xwe bînin cih.”   Keskîn ji bo mîtînga 13’ê cotmehê jî bang kir û wiha anî ziman: “Çiqas derfetên me hebin em tevli vê mîtîngê bibin. Ev mîtînga kesên ku aştiyê dixwaze ye. Em ê di 13’ê cotmehê de îradeya xwe ya ji bo aştî û azadiyê nîşan bidin. Em mil bidin hev û îradeya xwe nîşan bidin.”