Polîsan bi ser avahiya DEM Partiyê ya Îdirê de girtin 2024-10-10 09:19:59     ÎDIR - Polîsan bi ser avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Îdirê de girtin.    Îro di danê sibehê de polîsan bi ser avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îdirê de girtin. Polîsên tîmên taybet tevahiya kolan û cadeyên derdikevin avahiya partiyê girtin. Sedema serdegirtinê nehate zanîn. Hat zanîn ku lêgerîna li avahiya partiyê didome.