'Belavkirina zanista Jineolojiyê girîng e' 2024-10-10 10:06:44     Mîdye Miqted   HELEB - Endam û nûnera Akademiya Jineolojî ya Rojhilata Navîn Zehîde Mamo têkildarî zanista Jineolojiyê ya ku bi fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan belav bû wiha got:"Ji bo ku em têkoşînek hîn mezintir bikin, em bidin meşandin pêwîstiya me bi zanistê jî heye ew jî zanista Jineolojiyê ye. Zanista ku Rêbertî pêşniyar kiriye. Loma belavkirina zanista Jineolojiyê girîng e. Îro ev zanist li ser tê xwendin tê lêkolînkirin û kar û xebatek mezin li ser wê tê meşandin."   Di ser komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de 26 sal derbas bû. Ev sê salên dawiye bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Li Tirkiye, Kurdistan û her çar alî cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan çalakî, protesto û serlêdanên hiqûqî tên kirin. Li dijî komploya li hember Abdullah Ocalan li Ewropayê çalakiyên cuda tên meşandin.    Tevî komplo û tecrîda li ser Abdullah Ocalan tê meşandin fikir û ramanên wî li cîhanê belav dibe. Yek ji van fikrên girîng zanista Jineolojiyê ye. Bi zanista Jineolojiyê re û belavbûna wê ya li Rojhilata Navîn û li cîhanê têkoşîna ji bo azadî û wekheviya zayendî jî hîn zêde bû. Li Rojavayê Kurdistanê jî jinan di aliyê vê zanistê de xwe pêş xistin û karê wan ên di vî warî de jî dewam dikin.    Endam û nûnera Akademiya Jineolojî ya Rojhilata Navîn Zehîde Mamo têkildarî zanista Jineolojiyê ya ku bi fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan belav bû nirxandin kir.    'Komplo bi rê û rêbazên cuda tê dewamkirin'   Zehîde Mamo di destpêka axaftina xwe de behsa dewamkirina komployê kir û wiha pê de çû:"Ev komploya bi navê 9'ê cotmehê ku li ser Rêber Abdullah Ocalan hat meşandin em şermezar dikin. Her wiha ev komplo heya roja me ya îro bi rê û rêbazên cuda tê dewamkirin. Weke girankirina tecrîdê, qedexekirina hevdîtina bi Rêbertî re ev komplo dewam dike. Îro ev komplo ne tenê li ser Gelê Kurd bandorê dike lê belê li ser cîhanê tevahî bandorê dike û wê bibe sedem ku ev aloziya heyî gurtir bibe. Ji ber ku ev civakên ku dixwazin bi awayekî aştiyane xwe bi rê ve bibin sîstemên hegemon dixwazin vê şêwaza birêvebirinê qir bikin."   'Ji paradîgmaya Rêbertî bingeh tê girtin'   Zehîdeyê bal kişand ser girîngiya paradîgmaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ev tişt  bi lêv kir:"Li hemberî hemû sîstem û siyasetên qirkirinê paradîgmaya Rêbertî esas û bingeh tê girtin. Her wiha Gelê Kurd felsefeya Rêbertî ji xwe re dikin bingeha têkoşîna li dijî qirkirinê."   'Jin jiyan azadî bûye felsefeyek cîhanî'   Zehîdeyê da zanîn ku rêxistinên jinan jî dikarin bi têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan bandorê li ser dewletên komploger bikin û wiha got:"Ne tenê parêzer, çalakvan û sîyasetmedar dikarin bandora xwe nîşan bidin di oxira azadiya Rêbertî de rêxistinên jinan ên li cîhanê jî bi rêxistinkirin û hatina gel hev dikarin komployê têk bibin. Îro Jin jiyan azadî bûye felsefeyek cîhanî. Îro ev sîstem û felsefe di cih de nema her wiha li gelek deverên cîhanê belav bû û bû sîstemek bingehîn ku li ser wê jin têkoşînek hevpar li  cîhanê didin meşandin da ku bandorek cidî li ser van sîstemên heyî bikin."   'Belavkirina zanista Jineolojiyê girîng e'   Zehîdeyê diyar kir ku belavkirina zanista Jineolojiyê girîng e û wiha dewam kir:" Ji bo ku em têkoşînek hîn mezintir bikin, em bidin meşandin pêwîstiya me bi zanistê jî heye ew jî zanista Jineolojiyê ye. Zanista ku Rêbertî pêşniyar kiriye. Loma belavkirina zanista Jineolojiyê girîng e. Îro ev zanist li ser tê xwendin tê lêkolînkirin û kar û xebatek mezin li ser wê tê meşandin. Ne tenê di nava kurdan de li Rojhilata Navîn, Ewropayê û li gelek deverên cîhanê hewcedariyek bi rêxistinbûnek bi zanist heye. Ev jî zanista Jineolojiyê ye û gelek girîng e ku di roja me ya îro de em vê zanistê bi hemûyan re parve bikin."   'Karê me yê sereke azadkirina Rêbertî ye'   Zehîdeyê da zanîn ew ji bo azadkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dixebitin û ev tişt got:"Dema ku em paradîgmaya Rêbertî di milê rêxistinî, zanistî û siyasî de digrin dest û li ser wê têkoşînê ava dikin wê demê jin xwe pêş dixin û ev yek wê bibe riya bidawîkirina komployê. Ji xwe kar û xebatên me yên sereke azadkirina Rêbertî ye û belavkirina hîn zêde ya îdeolojiya Rêbertî ye."   'Zanista Jineolojiyê dikare bibe çareya pirsgirêkên civakî'   Zehîdeyê têkildarî kar û xebata Jineolojiyê de da zanîn ev zanist pir balkêş e û wiha domand:"Ev bû salek ku zêdetir di warê piratîkbûnê de em kar û xebata di warê jineolojiyê de dikin. Îro li her derê di vî warî de me kar û xebat kir. Jineolojî ji bo tevahî jinan weke zanistek gelek balkêş tê dîtin. Ji ber ew bi xwe dibînin ku çawa zanistek tenê têkildarî jinê hatiye derxistin ku sosyalojiya civakan dide dahurandin. Ne tenê ew lê ji bo çareserkirina pirsgirêka zihniyeta mêr jî hewldanek heye. Her wiha ji bo ku em bi kurî bikevin nava sosyaolojiya civakî divê em pirsgirêka her du cinsan çareser bikin. Lewma hemû kesên ku bi rastî vê zanistê nas dikin xwedî lê derdikevin. Îro jî li Lubnanê me komîteyên xwe daye avakirin hemû jinên ku derbasî semînerên me dibin ew bi xwe mijaran pêşniyar dikin da ku ew li gorî wê semîneran bidin. Ne tenê li Lubnanê lê li Misirê jî kar û xebata me tê meşandin her wiha li Kînyayê jî me civînên xwe çêkirin û ji bo xelkê li vir gelek balkêş bû ji ber ev zanistek nû ye ku hatiye pêşberî wan û dikare ji bo aloziyên heyî bibe çare."   'Bi hevgirtina jinan wê komplo têk biçe'   Di dawiya axaftina xwe de Zehîdeyê da diyarkirin ku gava yekem a têkbirina komployê wê bi hevgirtina jinan misoger bibe û got:" Her wiha bi berdewamkirina xebat û belavkirina felsefeya Rêbertî ya li cîhanê wê komplo têk biçe. Bi hevgirtina jinan wê komplo têk biçe."