Jinên Êzidî bi civînek online Komploya Navneteweyî nîqaş kirin 2024-10-10 13:18:32     NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Êzidî bi civînekê online helwesta xwe ya li hemberî komplo û planên 9’ê Cotmehê anîn ziman û diyar kirin ku ewê heta azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan têkoşînê berdewam bikin.   Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Sîwana Jinên Êzidî ya Ewropa û Yekîtiya Jinên Êzidî ya Rojava li dijî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di heman demê de li dijî hevpeymana ku dinavbera Hewlêr û Bexda de li dijî civaka Êzidî derketibû, civînekî online lidarxist. Civîn bi beşdarbûna 24 kesayetan hate lidarxistin. Di civînê de Siyasetmedar, çalakvanên civakî û rojnemevanên ji çar beşên Kurdistanê, Şengal û Ewropayê beşdarî civînê bûn.   Civîn bi çar semînerên li ser Komploya 9’ê Cotmehê û plana 9’ê Cotmehê, di heman demê de tecrîda girankirî ya Ii Îmraliyê û sîstema wê, seatekê dewam kir.   Semînera destpêkê ji aliyê Endama Yekîtiya Jinên Êzidî  Hediya Şemo ve hat dayîn.   Hediya Şemo di destpêka semînerê de balkişand ser keda Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan ya di Sûriyê de û wiha got: “Civaka Kurd ji çand, bawerî û pîvanên xwe yên jiyanê dûrketibûn. Lê bi derketina kesayetekî weke Rêber Apo civak dîsa bixwe hîs kir û serî rakir. Rêber Apo di Sûriyê de gelek kar û xebat birêve bir. Kurdên herî bişans yên Sûriyê bûn. Hedef girtina Rêber Apo bi armanca tunekirina sîstemek û netewa Kurd bû. Dinava Tevgera Azadiyê de ne tenê Kurd gelek netewên din jî li ser vê fikir û felsefê dimeşin. Em derbasî 26 salan bûn û ev 4 salin ku agahiya me ji Rêberê me nîne. Tecrîdekî giran tê meşandin.”   ‘Hest û ramanên azad ji felsefeya Rêber Apo ye’   Hediya Şemo di dewama nirxandina xwe de balkişand ser şoreşa jinê û wiha got: “Şoreşa Rojava ku ev 13 salin tê meşandin bi felsefeya Rêber Apo dimeşe. Şoreşa Rojava ya jinêye, jina azad hest, raman û hêza xwe ji felsefeya Rêber Apo girtiye. Îro jî em weke jinên Êzidî di Rojava de têkoşîn dikin û erkê me ewe ku em destkeftiyên heyî biparêzin û bihêz bikin. Mixabin Serê Kaniyê hate dagir kirin û bi dehan gundên Êzidiyan jî ketin dest. Civaka Serê Kaniyê û Girê Spî bi biryarin ku têkoşîna xwe bikin ta ku li warê xwe vegerin. Hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi yek dengî gotin ‘Em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin û çareserkirina pirsgirêka Kurd dixwazin’. Bi silogana BÊ Rêber jiyan Nabe helwesta me diyar bû.”   ‘Hilweşandina sînoran erkê me ye’   Endama Yekîtiya Jinên Êzidî ya Rojava Hediya Şemo di dawiya semînera xwe de bal kişand ser tecrîda Îmraliyê û da diyar kirin ku mifta çareseriyê Îmraliye û wiha got: “Fikirê Rêber Apo ne tenê ji bo netewekî ye. Dema ku em dibêjin Rêberê Gelê Kurd civakên dîtir qebûl nakin. Ji ber ku Rêber Apo bûye rêberê netewî. Divê em jinên Êzidî, Kurd, Ereb û Xiristiyan destê xwe bikin destê yek ji ber ku êşa jina yeke. Îro çareseriya hemû qirîzan di Îmraliyê de ye. Şikandina wan dîwaran erkê me jina ye. Dewleta Tirk û hevalbendên wê bi êrişên xwe civakê ditirsînin û diyar dikin qaşo hêza Tirka meye. Lê civakê hêza Tirkiyê hilweşand. Rêber Apo dîwarê Îmraliyê şikand û felsefa xwe gihand hemû cîhanê. Em weke jinên Êzidî bi fikirê Rêber Apo karin xwe birêxistin bikin û bigihin hemû cîhanê.”   ‘Komplo û peymana 9’ê Cotmehê armanca wan yeke’   Endama Kordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Neam Bedel jî semîner li ser Kompiloya 9’ê Cotmehê ya li dijî Abdullah Ocalan û plana 9’ê Cotmehê ya li dijî civaka Êzidî da û wiha got: “Kompiloya 1998 û pilana ser Serê Kaniyê û ya li dijî civaka Êzidî ji hev ne qut bûn li dijî civakên azadî xwaz bûn. Rêberê me cîhanî ye ne tenê yê yek netewî ye. Di Serê Kaniyê û Girê Sipî de hemû netewan êş dîtin û zehmetî kişandin. Di Şengal de jî heman tişt hate jiyan kirin, lê herî zêde jinên Êzidî êşa wê kişandin. Pilana ku di 2020’an de li ser Şengal hate kirin êrişekî li dijî îrade û xwîna şehîdên me bû. Xwestin ku tevgera me, rêxistin û hêza me hilweşînin. Lê bi sekna jin û giştî civaka me ew pilan vala derket. Mixabin niha heman lîstokan dimeşînin û dixwazin hêzên revok ku hemû axa xwe firotine dîsan bînin Şengal. Ev 40 salin tucarî Şengal biqasî niha aram nebû. Lê bi hinceta ku Şengal ne arame dixwazin dagir bikin.”   ‘Dema wê ye em Rêberê xwe dinava xwe de bibînin’   Neam Bedel di dewama semînerê de da zanîn ku divê her kes têkoşîna azadiyê bike û wiha got: “Rêber Apo dinava çar dîwaran de ye, lê fikirê wî rojekê jî girtî nebû. Di hemû dinyayê de fikirê Rêbertî bûye bingeha xwerêxistin kirinê. Dixwazin bi riya tecrîdê me ji Rêberê me dur bixin lê ew di xeyalan de jî nayê kirin. Kompiloya ser Rêbertî li ser hemû jina bû. Jin bi felsefeya Rêber Apo serî rakir û xwebirêxistin kir. Jinekî ku ev fikir nas kir li mal nema. Kompiloya Navnetewî ne tenê bi destê Tirkan bûn. Em jî ji bo ku kompiloyê û pilanên ku têne kirin li dijî azadiyê vala derxînin emê têkoşîn bikin heta ku em Rêberê xwe dinava xwe de nebînin em nikarin bêjin ku em azadin. Dema wê ye ku her kes ji milê xwe de kar bike û kes di malê xwe de rûnenê û têkoşîna azadiyê bikin.”   ‘Felsefeya hebûn û azadiyê ye’   Rojnemevana televizyona Jin TV Aysel Avesta semînera sêyemîn da, di serî de roja kompiloyê şermezar kir û nirxandinekî Rêberê Gelê Kurd ya li ser civaka Êzidî xwend: “Ev roja bêbext em şermezar dikin û berxwedanvanên azadiyê silav dikim. Bê guman felsefeya Rêber Apo ji bo jina Êzidî û civaka Kurd û her azadî xwazekî roniya hebûn û azadiyê ye. Bi navê civaka Êzidî silavê xwe ji Rêber Apo re rêdikim. Rêber APO di nirxandinekî xwe de ji bo civaka Êzidî wisa dibêje; ‘Di serî de jinên Êzidî yên ku ez şahidê herî zindî yê lehengiya wanim, tevahiya civaka me ya Êzidî silav dikim, dixwazim careke din bêjim ku tevî şert û mercên ez tê de me jî, ji bo sekna wan a bi rûmet a li hemberî candereya qirkirinê li ber xwe didin, dilê min lê dide.’ Em weke jinên Êzidî û civaka Êzidî divê em van gotinên Rêber Apo jibîr nekin û li gor wê têkoşîn bikin.”   ‘Felsefeyek diyarî jinê hat kirin’   Aysel Avesta di dewama semînerê de bal kişand ser kompiloya 9’ê Cotmehê û wiha got: “Rêber Apo ji destpêka derketina xwe ji hemû serhildêrên Kurdan cûda bû. Cihekî taybet ji bo jina diyar kiriye. Bi hezkirin, hevaltî û jiyana xwe ya bi jinê re cûdahiya xwe nîşan daye. Di gelek şoreşan de jinan cih girtiye lê di ti şoreşekê de pirsgirêka jinê nekirine mijara yekemîn. Her dem gotine piştî şoreşê rewşa jin emê meyze bikin. Lê Rêber Apo lingekî esasî yê paradîgma xwe azadiya jinê girte dest. Îro li giştî Kurdistanê jin bi vê paradîgmayê xwe birêxisitin dikin. Dema ku Rêber Apo hate dîlgirtin gotin ji bo jinavbirina Abdulah Ocalan jinê têk bibin, ji ber ku hêz ya jine di felsefeya wî de. Ji bo wê jî em dibêjin kompilo li dijî civakê û bi taybet li dijî jinê ye. Rêber Apo partiya jin di milê jiyanî û felsefî de diyarî jina kiriye. PAJK partiya jina ya herî mezine ku her kesî himbêz dike. Di fermana 2014’an de fermanek hat serê Şengalê gelekan berxwedanî li wir kirin, gerîlayên jin li wir şer kirin û îro YJŞ’ê berhemên wan jinên berxwedêrin. Hemû bi felsefeya Rêber Apo hatiye ava kirin.”   ‘Ji qirikên ku hewar dikirin û digriyan îro dengê berxwedanê derdikeve’   Aysel Avesta di dawiya semînera xwe de bal kişand ser têkoşîn û rêxistinbûna civakê di heman demê de şer û kuştinên heyî û wiha anî ziman: “Ji gelî û newalên Şengalê dengê hewar û giriyê dihat. Lê îro ji wan gelî û newalan dengê berxwedan, têkoşîn û rêxistinê tê. Hêza siyasî û civakî li Şengal hatiye ava kirin. Li Rojavayê Kurdistanê jin pêşengên civakê ne. Li seranserî cîhanê ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîn destpê kiriye. Li Rojhilatê Kurdistanê silogana ‘Jin Jiyan Azadî’ bû melûdiyek û li gişt cîhanê belav bû. Li Bakurê Kurdistanê civak dinava berxwedanê de ye. Ev hêza gerdunbûna felsefeya Rêber APO ye. Ev hemû xisletên bihêzin ku me birêxistinbûnê bidest xistiye. Lê Rojhilata Navîn bigiştî dinava şer de ye niha. Şerê çiyayên Kurdistanê, şerê Hemasê, pilanên Hewlêr, Bexda û Tirkiyê. Di heman demê de sîxurên ku dinava civaka me de belav bûne. Ev hemû xeterî ne. Ji bo wê jî divê em civakê bigiştî bi rêxistin bikin û hîn zêdetir em bixebitin û li Rêber Apo xwedî derkevin. Ji bo em dawî li hemû êşan, kuştin û mirinê bînin, divê em weke jin li Rêberê xwe xwedî derkevin.”   ‘Imralî sîstemeke dij qanûniye’   Parêzera Abdullah Ocalan Suzan Akipa semînera dawî li ser tecrîda Îmraliyê û sîstema wê da û wiha got: “Em di sedsala 21’ê de ne ku sedsala jinêye. Birêz Ocelan sîstema Îmraliyê li ser sê lingan dinirxîne. Emerîka, Ewropa û Tirkiyê ye. Di hevdîtina herî dawî de Birêz Ocalan ji parêzeran re got tenê bila yek hefte bidin min ezê hemû şerê heyî bidim sekinandin. Lê mixabin piştî wê tecrîd girantir bû û ta niha hevdîtinek pêre nehatiye kirin. Zindanekî wekî ya Îmraliyê nîne ku yek kesî di cezîreyekê de ye. Di salên destpêkê de Birêz Ocalan 23 saetan di odê de bû tenê yek saet derdiket hewşê. 24 saetan kamere wî dişopand. Ji 2019 ta niha tenê 5 hevdîtin çêbûne, ew jî piştî çalakiyên greva birçîbûnê hatin kirin. Herî dawî birêz Ocalan 5 deqe li gel malbatê axiviye. Di nava 25 salan de tenê 2 caran mafê telîfonê dane birêz Ocalan tevî ku di sîstema Tirkiyê de heqê her zindaniyekî heye ku bi telefonê ligel malbatê baxive heye. CPT heta niha 9 caran çûye Îmraliyê û raporên hevdîtinê parvekiriye. Lê di sala 2022’an de çûn serdanê û rapor parvenekir bi hinceta ku Tirkiyê qebûl nekiriye. Lê CPT dikare parve bike û tu kes mudaxeleya wê neke. Me li Azerbeycanê jî dît hikumetê qebûl nekir lê belê CPT parve kir. Ev pilaneke dijî hiquqê ye.”   'Ne fermanek ji rêzê ye'   Parêzera Suzan Akipa di dawiya semînerê de nirxandinên Abdullah Ocalan ê di derbarê civaka Êzidî de xwend û wiha pê de çû: “Birêz Ocalan di hevdîtina xwe ya di 7’ê Tebaxa 2019’an de gotibû; ‘Bila her jinek çavên xwe bigrin û xeyal bike ku ew jineke Êzidîne û ji aliyê çeteyan ve tê tecawiz kirin û firotin. Piştî wê bila biryar bidin ku wê çibikin. Ev çend sale ez dibêjim ku jinên Êzidî xwebirêxistin bikin. Em wê fermanê ne qebûl dikin û ne karin li ser bigrîn. Ne fermanekî jirêzê ye. Yê ku hat kuştin û tecawiz kirin em hemû bûn. Divê em jibîr nekin û tola wê rakin. Erka me ew bû ku me rê bigirta li pêşiya fermanê.’ Di sala 2007’an de Birêz Ocelan gotibû di Şengal de Êzidî pirin û dibe ku rastî fermanê werin ji bo wê jî divê cihên xwe yên cûda jî çêbikin û xwe biparêzin û divê her kes li wan xwedî derkeve.”