Jiyaneke bi têkoşînê derbas bûye: Yadê Eqîde 2024-10-12 09:04:24     Derya Ren   RIHA - Yadê Eqîde di 13’yê Cotmeha 2019’an de di êrîşa hewayî ya Tirkiyeyê de li Serêkaniyê hatibû qetilkirin. Hevala wê Zelfa Bedro, Yadê vegot û diyar kir ku ji bo wê şoreş ya ewil bû, em ê xwîna wê li erdê nehêlin.   Tirkiyeyê di 9’ê Cotmeha 2019’an de li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş da destpêkirin. Di êrişan de gelek kesî jiyana xwe ji dest da. Yek ji kesên hat qeitlkirin endama Meclîsa Edaletê ya Jinan û Kongreya Star Yadê Eqîde (Eqîde Elî Osman) bû. Yadê Aqîde ku ji bo bibe mertala zindî çû Serêkaniyê 13’yê cotmehê de di êrişê de hat qetilkirin.   Yadê Eqîde kî ye?   Bi hezaran dayikên kurdan bi berxwedan û têkoşîna xwe hatine naskirin. Ketine rûpêlên dîrokê. Yek ji wan dayikan ku bû destana berxwedanê û ket nava rûpelên dîrokê Yadê Eqîde ye. Yadê Eqîde ya ku hemû şervanên azadiyê wekî zarokên xwe dihesiband heta roja dawiya jiyana xwe jî berê xwe da zarokên xwe û têkoşîna doza Gelê Kurd.    Ji destpêka salên 80'î de ew Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike û bi sê hevalên xwe re tevlî nava kar û xebatan dibe. Ji ber şert û mercên wê demê 2 caran ji hêla Rejîma BAAS'ê ve tên girtin û dikevin girtîgehê. Li dijî vê têkoşîn û doza bi salan dewleta tirk û komên girêdayî wê Yadê Eqîde ya di 1966'an de li navçeya Girkêlegê ya Kantona Qamişloyê ji dayik bû, kirin hedef. Yadê Eqîde bi karwana piştgiriyê diçe Serê Kaniyê û di 13'yê Cotmeha 2019'an de di êrişa Tirkiyeyê ya hewayî de jiyana xwe ji dest dide.   Hevala wê ya têkoşînê Zelfo Bedro ji JINNEWS’ê re axivî.   ‘Xwedî rihekî fedekar bû’   Zelfayê got ew hemû kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bibîr tîne û got hevaltiya wê ya bi Eqîdeyê re ji 40 salî zêdetire. Zelfayê wiha dirêjî dayê: “Ji 1984-85’an heta niha em hev nas dikin. Naskirina me malbatî bû. Pêvajoyên dawî de em bi hev re di xebatan de bûn. Keda Yadê bi axaftinekê an jî roportajekê nayê vegotin. Jinek jîr û berxwedêr bû. Ji bo hemû jinan bû mînak. Di têkoşînê de di eniya pêş de bû. Dema Tirkiyeyê êrişê Serêkaniyê kir beriya her kesî ew çû wir. Xwedî rihekî fedekar bû.”   ‘Ji bo wê şoreş ewil dihat’   Zelfayê daxuyakirin ku wê wek Yadê Eqîde kesek fedekar nedîtiye û wiha domand: “Tu carê malbata wê ji bo wê ewil nedihat. Her tim têkoşîn ji bo wê esas bû. Tu carê zarokên xwe ewil nedidît. Ji bo wê welat li pêş bû. Têkoşîna wê ji bo jinan bû mînak. Di têkoşîna edaletê de cih dgiirt. Hewl dida. Ji bo pirsgirêkên jinan têkoşîn dida. Ji bo me windahiyek mezin bû.”   ‘Em ê xwîna wê li erdê nehêlin’   Zelfayê êrişên Tirkiyeyê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî nirxand û got: “Jinên pêşeng û jîr hedef digirin. Ji ber dizanin jin ji têkoşîna xwe şûnde gavê navêjin. Ji ber vê her tim jinan hedef digirin. NY her tim behsa mafê mirovan dike. Lê li dijî qeitlkirina hevalên wek Yadê Eqîde û Hevrîn Xelef bêdeng dimîne. Ji ber vê jî nikarin behsa mafê mirovan bikin. Em ê xwîna wan li erdê nehêlin.”