Dayika Hêlînê: Werin em xwedî li hemû zarokan derkevin 2024-10-12 11:32:06     Pelşîn Çetînkaya   AMED - Di ser qetilkirina Hêlîn Hasret Şen a di dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Sûrê de 9 sal derbas bûn. Tevî têkoşîna hiqûqî ya malbatê jî tenê 6 sal cezayê girtîgehê li kiryar hate birîn. Dayika Hêlîn Nazmiye Şen jî wiha got: “Em xwedî li Hêlîn û hemû zarokên weke Hêlîn hatine qetilkirin bibin. Ez bang li dayikên weke min dikim, li dosyayên zarokên xwe xwedî derkevin."   Zaroka bi navê Hêlîn Hasret Şen a 12 salî di 12’yê cotmeha sala 2015’an de li navçeya Sûr a Amedê di encama gulebarana wesayîta bi zirxî de hate qetilkirin. Ji ber qetilkirina Hêlînê, derheqê polîsê bi navê Abdullah Ercan de bi sûcê “bi zanebûn bûye sedema kuştinê” doz hatibû vekirin. Di 19'ê Cotmeh 2023'yan de danişîna biryarê ya dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Polîs Abdullah Ercan li cihê peywira xwe bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevli danişînê bû. Dayika Helîn Şen, Nazmiye Şen, bavê wê Ekrem Şen û parêzerên wê Abdullah Zeytûn, Yakup Guven û Ercan Yilmaz jî di danişînê de amade bûn. Di danişînê de dozger mutalaaya xwe ya di danişîna din de pêşkeş kiribû dîsa dubare kir ku dixwest kiryar Abdullah Ercan ji ber sûcê “bi zanebûn bûye sedema kuştinê” ji 2 salan heta 6 salan cezayê hefsê lê were birîn. Dadgehê, ji ber sûcê “Bi zanebûn bûye sedema kuştinê”, 6 sal û 3 meh cezayê hefsê li Abdullah Ercan birî lê girtina wî redkir.    Di salvegera qetilkirina Hêlînê de dayika wê ji ajansa JINNEWS'ê re axivî û bang li malbatan kir ku xwedî li doza zarokên ku hatine qetilkirin bikin.    'Ji bo edalet pêk bê êz ê têbikoşim'   Dayika Helînê Nazmiye Şen wiha behsa serpêhatiya keça xwe kir: "Di 12’yê Cotmehê de dema ku qedexeya derketina derve hebû lê li herêmeke ku pevçûn lê derneketibû saet di navbera 08.30-08-40’an de dema ku ez diçûm nan bikirim zaroka min û çend jinên cîranên min hatin qetilkirin. Piştî vê yekê derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û dadgehê biryara qet ne adîl da. Ew sûcdarê ku bû sedema mirina keçeke 12 salî, bi zanebûn û bi dilê xwe 6 sal û 3 meh ceza birî. Û bêyî ku piştgiriyek hebe, sûcdar hêj jî li ser karê xwe ye. Û kesayetiyeke wî ya tund heye. Dosyaya me niha li Dadgeha Bilind e. Helbet me li hember wê hevokê îtîraz kir. Heta ku edalet pêk were ez ê têkoşîna xwe bidomînim."   'Divê em xwedî li hemû zarokan derkevin'   Nazmiye, daxuyand polîtîkayên bêcezahiştinê qebûl nakin û bang li malbatan kir ku xwedî li zarokên xwe derkevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez ji vir bang li hemû dayik û bavan dikim, Hêlîn weke zaroka min nebînin û her roj zarokên me tên qetilkirin. Vê pelê biparêze. Ti rê tune ku ez êş û nexweşiyên ku ez dikişînim vebêjim. Ez nikarim bi tu awayî vebêjim. Ez dayik im û min zarokê xwe winda kir. 9 sal in têkoşiyam û cezayê tê dayîn qebûl nakim. Ji kerema xwe jî qebûl nekin. Hêlîn wekî zaroka xwe bibînin. Werin em li Hêlîn û hemû zarokên weke Hêlîn ên hatine qetilkirin xwedî derkevin. Heta ku ceza neyê dayîn dê zarokên me bên qetilkirin. Ez li vir bang li dayikên weke min dikim, li dosyayên zarokên xwe xwedî derkevin. Her çiqas em parastinê bikin jî, ez qebûl nakim ku ji bo dozeke ku kiryar diyar be jî cezayeke ewqas kêm were girtin."