Baroyên Bakurê Kurdistanê kongreyên xwe pêk tînin 2024-10-12 14:44:31     NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajarên bakurê Kurdistanê baro kongreyên xwe li dar dixin.    Baroyên bajarên Amed, Êlih, Şirnex, Mêrdîn û gelek bajarên din kongreyên xwe li dar dixin û dê rêveberiyên nû bijêrin. Kongreyên baroyan ku wê îro û sibê bidomin, ji bo serokatiya nû û endamên rêveberiya nû bên bijartin dest pê kir. Li hin bjaran wê îro hilbijartin bê kirin. Li hin bajaran jî kongre du rojan bidome û sibê hilbijartin bê kirin.    Amed   Civîna Desteya Giştî ya 49’emîn a Baroya Amedê ku wê 2 rojan bidome, li Eywana Çand Amedê dest pê kir. Di kongreyê de wêneyê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê di 28’ê Mijdara 2015’an de li ber Minareya Çar Ling a Sûra Amedê hatibû qetilkirin, hat daliqandin. Gelek parêzer beşdarî kongreyê bûn.    Kongreyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren axaftina destpêkê ya kongreyê kir û got ku ew di pêvajoyek ku jin û zarok hatin qetilkirin de derbas bûn û ew bi pêvajoyek ku daraz neserbixwe bû re rû bi rû man. Nahît  bal kişand ser binçavkirin û girtinên demên dawî yên bi hinceta gerandina govendê, stran û xebatên zimanê kurd û got: “Xebatên çand, huner û zimanê kurdî jî wek sûc dibînin. Tişta ku herî ji bo me girîng û hesas e, ziman, çand û renge me ye. Ev êrişên li ser çand û ziman raste rast bi neçareserkirina pirsgirêka kurd ve girêdayî ye. Kurd li girtîgehan di bin tecrîdê de tên ragirtin. Girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin. Kurd bi dehan sal bi cezayên dûr û dirêj di girtîgehan de tên hiştin. Me wek Baroya Amedê di van du salan de hewl da li dijî neheqiyan bisekinin û têkoşîna maf û hiqûqê bidin. Me li ser mîrateya kevnşopiya têkoşîna Baroya Amedê dengê xwe derxist. Wê ji îro pê ve jî ev kevnşeşopiya baroya me berdewam bike.”    Piştî axaftina Nahît Eren, vîdeoyek têkildarî xebatên Baroya Amedê hat nîşandan. Kongre bi axaftina namzetan û rapora faliyetê berdewam dike.    Êlih   Baroya Êlihê jî ji bo serok û rêveberiya nû bijêre, kongreya 18’emîn li dar dixe. Ji bo serokatiya baroyê 4 namzet ketine pêşbaziyê. Abdulhamît Çakan û Teyyar Ekmen bi lîsteyê dikevin hilbijartinê. Jan Arîn Ari û Nûrî Mehmetoglû jî ne bi lîsteyê tev li hilbijartinê dibin.    Kongre li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroyê tê lidarxistin. Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl tev li kongreyê bûn. Kongreyê bi xwendina rapora xebatê dest pê kir.    Şirnex    Baroya Şirnexê jî kongreya xwe ya 11’emîn li eywana konferansê ya Zanîngeha Şirnexê li dar dixe. Li eywanê wêneyê Tahîr Elçî hat daliqandin. Gelek parêzer tev li bûn.    Abdullah Findik, Kadrî Akgun û Îdrîs Guzel ji bo serokatiya baroyê namzetin.    Mêrdîn    Baroya Mêrdînê jî kongreya xwe ya 18’emîn li dar dixe. Kongre li Navenda Çandê ya Zanîngeha Artûklûyê pêk tê. Gelek parêzer tev li bûn. Serokê baroyê yê niha Îsmaîl Elîk, Ahmet Duyan, Hakan Gelerî û Medenî Ayhdan ji bo serokatiya baroyê namzetin.