Şehrîban Mamuk a hat tahliyekirin: Ev têkoşînek pîroz e 2024-10-13 09:02:18   Neslîhan Kardaş   WAN - Şehrîban Mamuk a li Wanê bi îşkenceyê hat binçavkirin û bi keça xwe ya 4 salî re girtî ma, di encama îşkenceya giran de li ser mêjiyê wê leke çêbû, çengeya wê xwar bû û dermanên ku dîroka wan derbas bibûn dan keça wê. Şehrîbanê da zanîn ku ev têkoşîneke pîroz e û got li ku dibe bila bibe divê mafên xwe biparêze û têkoşîn bê meşandin.   Deshilatdarî polîtîkayên îmha û înkarê yên li hember Gelê Kurd û jinên kurd li her derê didomîne. Yek ji van jî Şehrîban Mamuk e. Şehrîban ku li Wanê dijiya di 14’ê Tîrmeha 2018’an de bi ser mala wê de girtin 2 jê zarok 7 endamên malbatê bi îşkenceyê binçavkirin. Piştre bi keça wê ya 4 salî re birin girtîgeha T ya Wanê. Şehrîban ku 15 mehan girtî ma 7’ê cotmeha 2019’an de hat berdan.   Lê bi îdiaya ‘nehiştiye peywir bê kirin’ 33 meh û 22 roj ceza lê hat birîn û di 6’ê kanûna 2023’yan de dîsa hat girtin. Şehrîban di 7’ê Cotmehê de ji girtîgeha Tîpa T ya Ewlehiya Bilind a Wanê hat tahliyekirin. Şehrîbanê zor û zehmetî, binpêkirinên li girtîgehê vegot.   ‘Zext pir zêde bûn’   Şehrîbanê got li girtîgehê polîtîkayên tecrîdê û zext pir zêde bûne û got: “Dema em nexweş biketana an jî divê em biçûna nexweşxaneyê derman nedidan. Dermanên dihatin dayîn yeko yeko didan. Em diçûn me xwîn dida lê encamên tahlîlan nedidan me. Ger em başbûna tiştek nedigotin. Ger nebaşbûya em carek din dibirin. Lê encamên wê nedidan me.”   Li ser mêjî leke ma   Şehrîbanê daxuyakirin dema ewil hatiye binçakirin îşkenceyên giran lê hatiye kirin di encama îşkenceyê de leke li ser mêjiyê wê maye, çengeya wê xwar bûye û wiha pê de çû: “Min ev pirsgirêk anîn ziman lê tenê derman dan min. Ez nehatim dermankirin. Ji ber lekeyên li ser mêjiyê min çêbûne her tim ji ser hişê xwe diçim. Min xwest rontgenê bikşînim. Lê ji ber min got ez ê serlêdana sûc bikim tenê carekê hat kişandin.”   ‘Digotin hûn terorîst in’   Şehrîbanê balkişand rewşa girtiyan û daxuyakirin ku girtiyên din jî heman rewşê dijîn û wiha pê de çû: “Dema pêlê tûşa rewşa lezgîn bê kirin heqeretan dikin. Nêzîkatiya gardiyanan nebaş bû. Mazgal li rûyê me dixistin. Ji bo hevalên me bibin nexweşxanê divê ji ser hişê xwe biçûna hîna dibirin. Me daxwazname dinivîsî bi mehan nedibirin. Hevala me Felem hebû. Nexweş bû. Birin nexweşxanê li milekê wê serum li milê din jî kelepçe hebû. Hevala me hefteyekê nav nivînê de ma. Lê her du milê wê girêdayê hatibû dermankirin. Me ev qebûl nedikir. Lê nêzîkatiya wan nediguherî.”   ‘Dermanên dîroka wan derbas bibûn dan keça min’   Şehrîbanê diyar kir ku dema hatiye girtin keça wê ya 4 salî jî ligel wê bûye û wiha dirêjî dayê: “Ji ber nexweşiyê me bir nexweşxanê. Dermanên dîroka wan 5 meh derbas bûye dan keça min. Lê min gilî nekir. Ji ber wê lijneya şopandinê ev bianiya pêş min. Dema me bertek nîşan dida zext hîn bêtir zêde dibûn. Bi tu awayî menikaribû xwe bigîhanda midûr. Ji ber her tim heqeret, biçûkxistin û qêrîn hebû. Min pisgirêk ji psîkolog re got. Ew diçû cem midûr. Piştî vê gazî min kirin. Gotin ‘em çima keça te bikujin’. Min daxwazname dan. Lê bi tu awayî esas nehat girtin. Min dermankirina keça xwe li derve kir.”   ‘Ev têkoşînek pîroz e’   Şehrîbanê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku jinên nû hatibûn girtin û derbkirin hebûne û wiha dawî lê anî: “Ji bo hevalên me li nexweşxaneyeke baş bên dermankirin rapor hatibû dayîn lê bi tu awayî nebirin nexweşanê. Di encama îşkenceyan de perda guhê hevala me qetyabû. Biribûn enxweşxanê deman dabûnê. Lê perde qetiyabû. Hevala me bi şev kabus didît. Li girtîgehê hewl didan îradeya me bişkînin. Lê em li ser piya bûn. Divê em xwe biparêzin û têkoşîna xwe bidomînin.”