'Navnîşan Îmrali ye, muxatab Abdullah Ocalan e' 2024-10-13 15:13:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina DEM Partiyê ya Enqere, Edene, Mêrsîn û Îzmîrê li dijî qedexekirina tevlîbûna mîtînga li Amedê daxuyanî da û got: "Navnîşana aştiyê Îmrali ye, muxatab Abdullah Ocalan e."   Rêxistina bajare Enqereyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî astengkirina  mîtînga li Amedê ya li dijî tecrîdê bertek nîşan da. Li ber avahiya DEM Partiyê daxuyanî hat dayin.    Di daxuyaniyê de yek ji Rêveberên DEM Partiyê ya Enqereyê Fahrettîn Durmaz diyar kir ku beriya çend rojan ji aliyê hêzên polîs û walitiyê ve bi hincetên curbecur hewl hat dayîn mîtînga azadiyê were astengkirin û got ew qebûl nakin û ev helwesta dijminane ye.    Navnîşana aştiyê Îmrali ye   Di dawiyê de Fahrettîn anî ziman ku navnîşana aştiyê Îmrali ye û wiha got: “Divê demildest tecrîd bê rakirin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Li gel hemû astengiyan gelê me li dijî tecrîd û asîmîlasyonê dimeşe, hûn nikarin wan asteng bikin. Em dubare dikin ku em di şîara xwe ya aştiya di siberoja azad de israr dikin. Em ê niha jî li van xakan ji şer re bêjin na, aştiyê bidomînin. Dewlet dewletbûna xwe ne bi girtina rêya aştiyê, bi girtina rêya şer bila bike."   Daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşma "Ji tecrîdê re na, aştî niha" bi dawî bû.   Îzmir   Rêxistina Bajarê Îzmîrê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî astengkirina Mîtînga Azadiyê li avahiya partiyê civîneke çapemeniyê li dar xist. Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk, nûnerên gelek saziyan û gelek kes beşdarî civînê bûn. Hevseroka DEM Partiya Îzmîrê Vezan Karabulut der barê astengiyên li Îzmîrê de agahî da û got ew van astengiyan şermezar dikin.    Ji Amedê re silav şandin   Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê ya bajarê Îzmîrê Duzgun Kuçuk ku piştre daxuyanî da, bi bîr xist ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan beriya 26 salan bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê û tecrîdê hatiye kirin. Duzgun, da zanîn ku bi komployê daxwaza aştî, edalet û azadiya pirsgirêka Kurd kiriye hedef û diyar kir ku bi taybetî azadî, hebûn, pêşeroj û dîroka gelê Kurd hatiye hedefgirtin. Duzgun meşa azadiyê ya li Amedê ya ji bo bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya wî silav kir û astengî û êrîş şermezar kir.   Edene   Daxuyaniya ku Rêxistina bajarê Edeneyê ya Partiya DEM'ê xwest li ber avahiya partiyê bide ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.    Polîsan avahiya partiyê dorpêç kirin û destûr nedan ketin û derketinê. Kesên li avahiya partiyê hatin xwarê bi sloganên "Her der Amed e, her der berxwedan e", "Tecrîd nabe, êdî aştî", "Bijî berxwedana zindanan" , "Li dijî faşîzmê mil bi mil", "Em ê bi ser bikevin" berz kirin û astengiya polîsan protesto kirin. Piştre endamên partiyê li ber dorpêça polîsan a li ber deriyê avahiyê daxuyanî dan.   Di daxuyaniyê de hevserokê bajêr Seyfettîn Aydemîr axivî û diyar kir ku Walîtiya Amedê ji ber tirsa gel ji hêza rêxistinkirî mîtîng qedexe kiriye û got, “Li dijî tecrîdê hembêzkirina mîtînga azadiyê tê wateya hembêzkirina aştî, azadî û aştiyê. Tecrîda li ser Birêz Ocalan îro di her aliyê jiyanê de bandorê li me dike. Heta ku pergala Îmraliyê ya ku veguheriye tecrîda civakî bi dawî nebe, pêşeroja nirxên demokrasî û azadiyê ne dê di bin tehdîdê de bin."   Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.   Mêrsin    Li Mêrsînê li ber Rêxistina Navçeya Akdenîz a DEM Partiyê daxuyaniyek hat dayîn.    Hevseroka Herêmê Bedriye Kuş li vir axivî, berxwedana Amedê silav kir. Piştre Hevserokê bajêr Reşat Aşan jî bertek nîşanî astengiyan da.   Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.