Edîtora ETHA’yê Pinar Gayip hate berdan 2024-10-14 16:31:43   STENBOL - Edîtora ETHA’yê Pinar Gayip ku ji bo îfadeyê çû qereqolê û ji ber lêpirsîneke cuda hate binçavkirin serbest hat berdan.     Parêzer Sezgîn Keleş ku ji ber sûcê “êrişa zayendî” ceza lê hatibû birîn, bi hinceta ku edîtora ETHA’yê Pinar Gayip derheqê wî de nûçe çêkiriye, giliyê wê kir. Pinar a ji bo îfadeyê çû qereqola Şehîd Sînan Acar a Kocamustafapaşa hat binçavkirin û hat diyarkirin ku der barê wê de biryara girtinê heye.    Pınar piştî kontrola tenduristiyê birin Edliyeya Anadolu ya Stenbolê.    Pınar piştî îfadeya xwe da hat berdan.