Têkildarî mîtînga 'Azadiyê' daxuyanî hat dayîn 2024-10-14 19:12:05   AMED - Platforma Saziyên Demokratîk diyar kir ku li Amedê gel tevî hemû astengiyan jî daketiye qadan û got: "Gel got muxatab 'Birêz Ocalan e.' Divê hûn vê yekê qebûl bikin."   Ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk ve der barê mîtînga ku li Amedê bi dirûşmeya "Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê em li Amedê li hev dicivin" li gel hemû astengiyan jî bi beşdariya bi hezaran hat lidarxistin de daxuyaniyek hat dayîn. Hevseroka DBP'ê ya Bajêr Sûltan Yaray ku ewilî di daxuyaniya li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) ya Amedê de axivî, spasiya kesên beşdarî mîtîngê bûn kir. Sûltanê diyar kir ku her der veguheriye qada mîtîngê û got: “Ev mîtîng li dijî tecrîdê bû dengê azadiyê. Divê ev tecrîd bê rakirin, deriyê Îmraliyê bê vekirin û birêz Ocalan azad bibe."   Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn jî anî ziman ku destpêkê ji bo mîtîngê destûr hatiye dayîn, lê piştre bi nêzîkatiyeke provokatîf biryara qedexekirinê hat dayîn. Abbas diyar kir ku cihê têkoşîna demokratîk kolan in û got: "Gelê biryardariya xwe nîşan da. Ji bo vê em spasiya hemû gelê xwe dikin. Ji ber ku serî li provokasyonan nedane û mafên xwe yên demokratîk bi biryar pêk anîne, em malaviya wan dikin. Li vî welatî ji bo şikandina tecrîdê divê gavên nû bên avêtin."   Parlamaneterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren jî got: "Heta ku tecrîda li vî welatî ranebe û birêz Ocalan azad nebe, hûn nikarin xwe ji xitimandina hem li hundir hem jî li derve dûr bixin. Her kes rola birêz Ocalan dizane. Ger hûn dixwazin polîtîkaya we ya hundir û derve û şer bi dawî bibe, divê ev tecrîd bê rakirin û pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin. Ev tişt tenê bi merhebayê pêk nayê. Ev yek bi qedexekirina rêbazên ku saziyên hiqûqî yên navneteweyî rewa dibînin pêk nayê. Tevî biryara qedexeyê ya duh jî, raya giştî bi wê baweriyê derket ku ev qedexe ne li gorî qanûnê ye û soza xwe bi cih anî. Gelê me anî ziman ku li hemû kolanên Amedê muxatab kî ye. Muxatabê we birêz Ocalan e. Divê hûn vê yekê qebûl bikin.”