DEM Partî wê biçe serdana siyasetmedarên girtî 2024-10-15 18:33:57   ENQERE- Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, wê biçin serdana siyaesetmedarên girtî Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş.   Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, wê biçin serdana hevserokên giştî yên HDP’ê yên berê yên girtî Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş.   Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê diyar kir ku wê hevserok sibê bi Fîgen û Semra Guzel yên li girtîgehan Kandirayê girtîne nre hevdîtinê bikin. Roja din jî wê li girtîgeha Edîrneyê bi Selahattîn Demîrtaş û hevşaredarê berê yê Amedê Selçuk Mizrakili re hevdîtinê bikin.