Rojîn Kabaiş ji aliyê jinan ve hate definkirin 2024-10-16 09:52:42     AMED - Cenazeyê Rojîn Kabaiş a ku piştî 18 rojan cenazeyê wê li peravê Gundê Mollakasimê hat dîtin, li Goristana Yenîkoyê hat definkirin.   Cenazeyê Rojîn Kabaiş a 21 salî ya xwendekara pola yekem a Fakulteya Perwerdehiyê ya Zanîngeha Wanê Yuzuncu Yıl (Van YYÛ) Beşa Perwerdehiya Pêşdibistanê bû û 18 roj piştî windabûna wê li Wanê li Gundê Mollakasim hatibû dîtin, duh êvarê piştî otopsiyê teslîmî malbatê hat kirin.    Cenaze serê sibehê gihişti Amedê û li Goristana Yenikoyê ya Rezana Amedê hat definkirin.    Jinan cenaze hilgirtin   Dema jinan cenaze hilgirtibûn ser milên xwe, rêveberên bajêr û navçeyan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Cîgira Hevseroka Giştî ya ESP’ê Beycan Taşkiran, Tevgera Jinen Azad (TJA), Komeleya Jinan a Rosa, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê, di nav de, cenaze hilgirtin. Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal û gelek welatî beşdar bûn.