Li Meletiyê bi pileya 5.9 erdhej çêbû 2024-10-16 11:31:51     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Meletiyê bi pileya 5.9’ê erdhej çêbû. Gelek bajarên Kurdistanê jî ji erdhejê bi bandor bûn û hejiyan.    Li Meletiyê bi pileya 5.9’ê erdhej çêbû. Ji ber erdhejê, bajarên Xarpêt, Amed, Êlih, Mêrdîn, Riha, Dîlok, Şirnex û Semsûrê jî hejiyan.    Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD) da zanîn ku erdhej saet di 10.46’ê de bi pileya 5.9’ê li navçeya Kale ya Meletiyê pêk hatiye. AFAD’ê da zanîn ku erdhej 10 km’an di bin erdê de çêbûye.    Erdhejê li gelek bajaran rê li ber tirs û xofeke mezin vekir. Têkildarî windahiyên canî û malî de heta niha tu daxuyanî nehatine dayin.    Navenda Sîsmolojiyê ya Ewropa-Behra Spî (EMSC) jî got ku pileya erdhejê 6.1 e.