Kolanên Wanê: Divê em pêşî li tundiyê bigirin 2024-11-24 09:08:18   Memîhan Zeydan-Neslîhan Kardaş   WAN - Li Wanê jinan derbarê 25’ê Mijdarê de axivîn û gotin: "Heta ku serî bê tewandin wê tundî jî bê kirin. Divê em jin li dijî vê bêdeng nemînin. Em serî natewînin. Heta ku bêdengî hebe wê tundî jî hebe."   Li Tirkiyeyê tundiya li ser jinan her diçe zêde dibe ku polîtîka bêcezahiştinê cesaretê dide gumanbaran. Mirinên biguman yên jinan di bin navê întîxarê de tên girtin û biryara veşariyê didin ser dosyayan. Li gorî daneyên ajansa me ya mehan di meha cotmehê de 43 jin hatin qetilkirin û 22 jî bi guman jiyana xwe ji dest dan.   Ber bi 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan ve, jinên Wanê ji ajansa me re axivîn.   Divê pergala edaletê biguhere   Kamîle Agaoglu diyar kir ku divê gumanbar bi cezayên giran bên cezakirin û wiha got: “Derbarê mêran de biryara parastinê tê girtin lê jin li malên parastinê di şertên ne baş de dimînin. Divê pergala edaletê biguhere. Em jin xwedî gotinin. Divê em jin zarokên kur baş bigihînin. Divê em şaşiyên zarokên xwe yên kur dibînin. Ez ji kurê xwe re dibêjim tundî ne baş e. Jin ji bo zarokên xwe serî li tundî û îşkenceyê ditewînin.”   Her cureyê tundiyê pêk tê   Fatma Konca jî bi lêv kir ku ew xwe ewle hîs nake û wiha balkişand ser polîtîkayên bêcezahiştinê: “Çi dibe bila bibe ceza nadin kesî. Ya dibe yên tên qetilkirin dibe. Demekê  tê rojevê û piştre tê jibîririn. Her tişt dikare bê serê me. Li hember jinê her cureyê tundiyê tê meşandin.”    Meltem Ugur jî wiha vegot: “Jin xwe li tu derê ewle hîskirin. Li malê, li cem xizman û hevalan xwe ewle nabînin.Jin êdî bi kesî bawer nakin. Em tiştên wisa dibînin, bawerî namîne. Tundî tê normalkirin. Cezayên giran tunene. Canê jinan divê evqas ne erzan be. Bila wijdana xwe lêpirsîn bikin.”   ‘Tundî bi saya çapemeniyê tê dîtin’   Nurhayat Ozcan jî bi lêv kir ku terza mezinkirinê jî di bûyerên tundiyê de bi bandorin û wiha vegot: “Tundî bi saya çapemeniyê tê zanîn. Lê yên nizanin jî hene. Divê rayedarên dewletê vê bifikrin. Xizanî tundiyê bandor dike. Mirov nikarin debarê bikin. Gumanbar dema dibînin ku kujer ceza nagirin dibêje ez jî bikim ez ê kêm ceza bigirim.Jin jî bi mirina xwe dimînin. Kes nayê cezakirin.”   ‘Divê em li dijî tundiyê berxwe bidin’    Berîvan Cilan jî wiha nirxandin axwe kir: “Sedem çi dibe bila bibe divê tundî neyê kirin. Divê teqez bertek bê nîşandan. Heta ku serî bê tewandin wê tundî jî bê kirin. Divê em jin li dijî vê bêdeng nemînin. Em serî natewînin. Heta ku bêdengî hebe wê tundî jî hebe.”